Desteya Hilbijartinê ya Bilind, beriya hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an biryar da bû ku birina sindoqên dengdanê li cihekî din li dijî qanûna hilbijartinê ye. Tevî vê biryarê jî Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Payîzavayê li ser daxwaza AKP û MHP’ê biryar da 5 sindoqan li cihekî din deyne.
Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê, serlêdana Qeymeqamtiya Payîzavayê û Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê ya li ser vê mijarê nirxand û biryar da, sindoqên dibistanên li taxên Sicaksû û Kiliçtûtanê li taxa Yalinca, sindoqên li taxa Kapçikê li taxa Topçû Degîrmenî, sindoqên li dibistana Seretayî ya Dagsevenê li dibistana taxa Ogûldami, sindoqên li Ozluce, Bukeç, Taşliyazi, Çepkenlî, Uçdogan, Kalkanli, Geçerlî, Akdogû, Topyildiz, Beşdûdak û Dîbayikê jî li taxa Kirkgeçîtê deyne.
Yalinca, Topçûdegîrmenî, Ogûldami û Kirkgeçît weke gundên cerdevanan tên naskirin. Li van gundan Kalekol jî hene.