Hat diyarkirin ku tayînkirina Sîpan hemê di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê ya ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya li Şamê de pêk hatiye.
Çavkaniyek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji Televîzyoan Sûriyeyê re axivî û diyar kir ku Sîpan Hemo wekî Cîgirê Wezîrê Parastinê yê berpirsiyarê Herêma Rojhilat hatiye tayînkirin.
Nûmedya24 derbarê mijarê de bi Sîpan Hemo re têkilî danî. Sîpan Hemo agahî piştrast kir û diyar kir ku ew ê di demek kurt de dest bi erka xwe bike.

