Çarşem, 3 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yavûz: Sererastkirinên hiqûqî divê êdî bêne kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Yên ku baweriya wan bi aştiyê nîn e, bila li hincetan negerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Ev pêvajo dê deriyê serdemeke nû veke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welat Esen piştî 31 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser Mehmet Saît Yildirim cezayê darvekirinê tê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Lacanê piştî zexta leşkerî vegeriyan malên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsil û Duhokê li dijî PDK’ê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bûyera gundê Lacanê çawa dest pê kir û sedem çi ye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Raperînê herî kêm 2 hezar ciwan koçî dervey welêt kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Sîpan Hemo: Eger nasnameya QSD’ê were qebûlkirin, em ji bo entegrasyonê amade ne
Rojava

Sîpan Hemo: Eger nasnameya QSD’ê were qebûlkirin, em ji bo entegrasyonê amade ne

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo diyar kir ku hêzên wan amade ne di bin navê “Artêşa Sûriyeyê” de tevlî artêşeke nû bibin û got, eger nasnameya QSD’ê were qebûlkirin, wê entegrasyon çêbibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Komîteyên ewlehî û leşkerî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 13’ê Cotmehê li Şamê bi rayedarên hikumeta veguhêz re hevdîtin kirin û dosyayên ewlehî û leşkerî nîqaş kirin. Der barê hevdîtinê de endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê û serokê komîteya leşkerî ya dan û standinên bi hikumeta veguhêz re Sîpan Hemo encamên hevdîtinan ji malpera fermî ya QSD’ê re vegotin.

Axaftina Sîpan Hemo wiha ye:

“Bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ez tevahiya pêkhateyên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî silav dikim. Di navbera me û hikumeta Şamê de gelek civîn û diyalog çêbûn. Ji peymana 10’ê Adarê ve têgeha “entegrasyon” derbasî edebiyata dan û standinên di navbera me û wan de bûye.

Ji dema damezirandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve em ji bo armanca xwe ya bingehîn anku avakirina Sûriyeyeke demokratîk, ya hevbeş, mîsogeriya mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê bêyî cudabûn an jî paşguhkirinê, tê dikoşin. Ji bo vê armancê hêzên me hatin avakirin. Em hîna bi vê armanca xwe ve girêdayî ne. Me li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst û hemû aliyên dijber şerekî giran kir. Me di rêya serxistina vê armancê de berdêlên giran dan.

QSD BERIYA KU BIBE HÊZEKE LEŞKERÎ, PROJEYEKE SIYASÎ Û CIVAKÎ YE

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne teşkîlateke leşkerî tenê ye, lê xwedî armanceke siysaî û civakî ya diyarker e. Ji destpêkê ve têkoşîna xwe li hemberî paşguhkirin, dîktatorî û zilmê ragihand û li hemberî wê tê koşiya.

Vê têkoşînê heya rûxandina rejîma Baasê di asteke mezin de dewam kir. Piştî avakirina hikumeta demkî ku Heyet Terhrîr El Şam serkêşiya wê dike, di 10’ê Adara 2025’an de peymanek li gel wê hat îmezkirin. Ji dema îmzekirina peymanê ve em ketine nava diyalogên rasterast ku rêbazên pêkanîna peymanê nîqaş bikin.

ENTEGRASYON JI BO AVAKIRINA ARTÊŞA NÛ YA SÛRIYEYÊ PÊDIVIYEK E

Em hewl didin tev li artêşa Sûriyeyê ya ku divê were avakirin, bibin. Em bawer dikin ku QSD bingeha avakirina artêşa nû ya neteweyî ye. Bi rastî, artêşeke Sûriyeyê ya neteweyî bêyî beşdariya QSD’ê nayê avakirin. Di vê çarçoveyê de, me amadebûna xwe ji bo tevlêbûna artêşa nû ragihandiye û ev armanca me ya stratejîk e.

Di demên dawîn de hêzên me hatibûn tawanbarkirin ku entegrasyonê îptal dike yan jî dereng dixe. Ev îdia qet ne rast in. Berevajî vê yekê em dixwazin tev li artêşa nû bibin, lê hinek alî hewl didin entegrasyonê li gorî nêrîna xwe ya teng şîrove dikin û hîna jî dîlên feraseta rejîma berê ne. Ev alî hewl didin hêzên me tune bikin, an jî nasnameya wê ya siyasî, civakî û îdarî ji holê rakin. Lê em van hewldanan qet qebûl nakin, ji ber ku ev hewldan bi welatparêziyê nayê wesifandin û ne jî di çarçoveya armancên rewa de ne.

Entegrasyona ku em dixwazin, divê nasnameya QSD’ê biparêze û rêzê bide têkoşîna wê. Em tenê behsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nakin, lê belê em behsa tevahî pêkhateyên Sûriyeyê; sunî, durzî, xiristiyan, kurd û elewî dikin ku divê ew jî beşdarî avakirina Sûriyeya nû bibin. Eger mafê pêkhateyeke tenê nayê naskirin, hingî Sûriyeyê ji zilmê rizgar nabe.

CIVÎNA DAWÎN A LI ŞAMÊ ERÊNÎ BÛ, LÊ PÊDIVÎ BI ENCAMÊN LI SER ERDÊ HENE

Civîna dawîn a Şamê ku di navbera me û wezareta parastinê û hejmarek berpirsên amerîkî de pêk hat, erênî bû. Tevî vê yekê encamên şênber nehatin bidestxistin, tenê sozên devkî û hêviyên giştî derketin, lê sozên diyar û nivîskî çênebûn. Me xwest ku atmosfêra erênî veguherin gavên pratîkî.

ASTENGIYÊN BAWERÎ Û DILRIHETIYÊ

Di civînê de, me li ser mekanîzmayên entegrekirina QSD’ê di nav artêşa Sûriyeyê de nîqaş kir. Me bi berfirehî li ser sedem û motîvasyonên avakirin û têkoşîna QSD’ê nîqaş kir. Be bi aşkerayî sedemên avakirina QSD’ê diyar kirin.

Ji bo ku entegrasyon bi ser bikeve, divê sedemên bingehîn ên xetereyên ku gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re rû bi rû dimînin, ji holê werin rakirin. Em bawer dikin ku hikumeta demkî hîn jî nikare ji bo pêkhateyên cuda rihetî û ewlehiyê peyda bike û gavên cidî ji bo rakirina van xetereyan neavêtine.

Di demên dawîn de me nêzîkatiyên xirab ji aliyê hikumetê û hêzên wê ve dîtin. Ev yek di qetilkirina bi komî ya elewî û durziyan û tevliheviyên li welat de derketin pêş. Ev kiryar li pêşiya hewldanên QSD’ê yên entegrasyonê bûn pirsgirêkên cidî ku pêwîstiya lezgîn a hebûna domdar a hêzên me ji bo parastina gelê me destnîşan kirine. Li vir, em dipirsin; li gel van binpêkirinan, hikumeta demkî çi gavên berbiçav û erênî avêtine da ku piştgiriyê bide pêvajoya entegrasyonê?

ÊRIŞA LI SER ŞÊXMEQSÛDÊ Û FIKARÊN NÛ

Di wextekî de ku em entegrasyona QSD’ê nîqaş dikin, li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê êriş û dorpêç hene. Tevî ku hêzên me li gorî peymana 10’ê Adarê ji taxê vekişiyane, lê komên girêdayî hikumeta veguhêz êrişî taxa dorpêçkirî kir. Hewl da senaryoyên li Siwêda û peravê dubare bikin, ji 10 aliyan ve êriş kirin. Berxwedana şêniyan û sekna wan ku ji ezmûnên salên 2013-2016’an girtine nebûna, dê karasteke mezin çêbibûya. Ev êriş pirs û metirsiyan çêdikin û li dijî wan îdiayan in ku dibêjin rewş baş derbas dibe.

Ji ber vê yekê divê gotinên erênî veguherin gavên pratîk ku rihetiyê bidin, ne ku tevlihevî yan pirsgirêkan çêkin.

DÛRXISTINA JI SAZIYÊN BIRYARDAYÎNÊ

Me gelek caran gotiye, dûrxistina pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kongreyên diyalogan, nivîsandina destûrê û qanûnan, ji avakirina hikumetê ji bo me pirsgirêkeke rasteqîn e. Divê aliyê din bizane ku rêzgirtina li hemberî îradeya pêkhateyên Sûriyeyê dê bibe wesîle ku hikumeta heyî nûnera tevahiya sûriyeyiyan be. Hikumet û artêşa ku tevahî pêkhate tê de beşdar nebin, nabin cihê rêzdariyê. Bêyî beşdariya her kesî Sûriye nabe welatê her kesî. Em destûrê nedin ku siyasetên paşguhkirinê dubare bibin.

HEBÛNA QSD’Ê JI BO PARASTINA SÛRIYEYÊ Û PÊKHATEYAN ŞERT E

Em teqez dikin ku hebûna me di nav artêşa Sûriyeyê de şertekî pêşîn ji bo derbaskirina krîza heyî û parastina hemû pêkhateyan e. Lê divê entegrasyon li ser bingeha rêzgirtin û hevkariyê be, ne li gorî nêrîna hin aliyên li Şamê be ku planên wan li ser dûrxistin û tesfiyekirinê ne.

Ji ber vê yekê, diyalog dê berdewam bikin û rakirina xetereyên li ser gelê me dê bingeha her gaveke me be. Heta ku hikumeta heyî tedbîrên rastîn ji bo dilrihetiya pêkhateyên Sûriyeyê negire, li hemberî her gefekê QSD dê hêza parastina hebûn, jiyan û nasnameya gelê me be.

ENTEGRASYON GIRÊDAYÎ HELWESTA HIKUMETA VEGUHÊZ E

Me ji rayedarên Şamê re diyar kir ku lezkirina entegrasyonê girêdayî helwesta wê û gavên wên yên pêşîn ên der barê mafên hemû pêkhateyan û vekirina deriyê tevkariya nîştimanî ye. Lezbûn an derengbûyîn bibe jî îptalbûna entegrasyonê girêdayî gavên pêşîn ên hikumetê ye.

ŞERTEKÎ PÊŞÎN REWŞA EFRÎNÊ YE

Me mînakeke zelal şîrove kir ku bikare li ber entegrasyona QSD’ê veke. Ew jî dosyaya Efrînê ye. Me teqez kir ku vegera koçberên efrînî, dayîna tazmînatan ji mexdûran re, hesabpirsîna ji berpirsên binpêkirinan nîşaneyên sereke yên cidiyeta hikumetê di avakirina artêşa nîştimanî de ye. Me ji wan re got, helwesta we ya li hemberî Efrînê dê pîvana rasteqîn a helwesta we ya ji dosyayên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeye bi giştî re diyar bike. Me got eger hûn bi edaletî nêzî Efrînê bibin û zilmê rakin û rê li ber vegera koçberan vekin, hingî dikarin bi nêrîneke cudatir li hikumeta demkî bê nêrandin. Ev mijar ne tenê ji bo Efrînê ye, lê ji bo tevahiya herêmên Sûriyeyê ye.

QSD HÊZEKE NÎŞTIMANÎ YA GIŞTÎ YE

Careke din me teqez kir ku QSD hêzeke nîştimanî ya Sûriyeyê ye û tekane hêza ku dikare bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê; sunnî, Kurd, durzî, elewî, xiristiyan û heta hikumeta Şamê re têkilî û hevrêziyê bike.

Em amade ne ku bibin bingeha artêşa nû ya Sûriyeyê û garantiya sererastkirina pêvajoya siyasî û leşkerî ya welêt.

Di demekê de ku welat ji ber mezhebperestî û dabeşbûnê parçe parçe bûye, hêzên me bi têkoşîn û siyasetên xwe, serkeftina projeya xwe ya nîştimanî di parastina yekitiya erdnîgarî û civakî ya Sûriyeyê de îspat kiriye.

Ji ber vê yekê di nava hemû pêkhateyên Sûriyeyê de rêzdariyeke berfireh ji QSD’ê re heye.

PEYAMEK JI BO PÊKHATEYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Ji dema damezirandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û paşê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve, me bi hezaran şehîd ji bo parastina gelê xwe û ji bo avakirina welatekî hevbeş ji bo hemû Sûriyeyê feda kirine. Me destkeftiyên girîng bi dest xistine û em ê destkeftiyên bêtir ên hêjayî qurbaniyên gelê xwe, bi dest bixin.

Îro, em bi saya QSD’ê li herêmên xwe di nava ewlehî û aramiyê de dijîn. Lê li herêmên din ên Sûriyeyê rojane tevlihevî û kuştin çêdibin. Lewre divê ev destekftî werin parastin û li hemberî hemû komplo û pirsgirêkan bisekinin.

Em hêvî dikin ku ewlehiya ku li cem heye, li seranserê hemû herêmên Sûriyeyê, ji Siwêdayê heta peravê û ji hundir heta bakur, li ser bingeha hezkirin, jiyana hevbeş û bexşandinê belav bibe.

Divê gelê me ji hêz û şervanên xwe bawer bike ku ew ê ji bo parastina wan kêliyekê jî dudil nebin û têkoşîna xwe çi qas dijwar be jî bidomînin.

Em bang li her kesî dikin ku li hember hewldanên dijminên me yên ji bo têkbirina hevgirtina me û pêkanîna planên xwe yên qirêjî hişyar bin.

Bi taybetî ez behsa xelkê Dêrazor û Reqayê dikim; divê bizanin ku QSD ku bi hezaran şehîd ji bo rizgarkirina wan ji terora DAIŞ’ê feda kirin, dê li Şamê jî bi awayekî ku layiqî fedakariyên wan be, wan biparêze û nûnertiya wan bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe
Nûçeya Pişt re Xelkê Eşrefiyê banga rakirina ambargoyê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêniyên kantona Firatê 5 şehîdên xwe spartin axê

Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê bi merasîmekê cangoriyên xwe Birûsk Efrîn, Dilyar, Yilmaz,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Zaxo 2 kes ketin avê û xeniqîn

Rêveberiya Parastina Şaristaniyê ya Zaxoyê ragihand du kes ketin avê û xeniqîn, lê heta niha…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK: Çarşema Sor pîroz be

Konseya Rêveber a KNK'ê cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) a civaka Êzidî pîroz kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Yavûz: Sererastkirinên hiqûqî divê êdî bêne kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Lacanê piştî zexta leşkerî vegeriyan malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Erdogan: Ev pêvajo dê deriyê serdemeke nû veke

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên hikûmeta demkî kesek qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?