Di encama lihevkirinan de hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê dîl bi hev guhertin.
Pevguhertina dîlgirtiyan bi çavdêriya şandeya Xaça Sor a Navneteweyî, li avahiya parêzgeriyê ya li bajarokê Sûra yê dikeve bakurê Siwêdayê hat kirin.
Di vê çarçoveyê de 61 dîlgirtiyên li gel hêzên hikumeta demkî, li beramberî 25 dîlgirtiyên li gel hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê hatin berdan.
Di Tîrmeha par (2025) de, li Siwêdayê pevçûn di navbera komên hikumeta demkî û hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwedayê de derketin. Di pevçûnan de ku bi hefteyan gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn û hin kes dîl hatin girtin. Xelkê Siwêdayê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan û diyarkirina çarenûsa wan banga destwerdana navneteweyî dikir.

