Kongreya 12’emîn a PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Encamname û biryarên kongreyê di 12’ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin. Ji delegeyên kongreyê Şiyar Amed di şexsê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û Sakîne Cansiz de bi bÎranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir. Şiyar Amed ev nirxandin kir:
ÇARENÛSA GELEKÎ GUHERT
“Hevalên ku heya niha axaftin, pirt kurt û cewherî axivîn. Ez beşdarî hemûyan dibim, wan dubare nakim. Rêber Apo jixwe sedemên fesixê şîrove kir, hevalan jî bal kişandin ser. Ez dixwazim bi kurtî bi zimanê çand û hunerê, pêvajoya ku bi serê min hatî bi hevalan re parve bikim. Rêber Apo dîrokekê diguhere, di wêjeyê de ji vê re ‘guhertina çîrokê’ yan jî ‘guhertina qedera çîrokê’ tê gotin. Rêber Apo zimanê gelek çîrokan guhert, qedera gelekî guhert, qedera mirovahiyekê diguhere. Di pêvajoya Îmraliyê de bi mîtolojiyê, wêje û hunerê hewl da gelek vebêje, destpêkê Hektor mînak nîşan da, pirs kir: ‘Ez çima nebûm Hektor?’ Gotibû, Hektor lehengî kir û Anadolû ket. Ji bo wê demê got, ez nebim Hektor, niha lehengî nekirin lehengiya herî mezin e û bi gelên Anadolû re azadî û rizgariyê îfade dike, bersiva vê îro bi gelên Tirkiye, bi gelên Anadolûyê re, bi rengekî ku ji bîranîna Sirri Sureyya Onder re bibe bersiv, niha qedera vê çîrokê diguhere. Yanî hîna di pêvajoya ewilî ya komployê de, bersiva pirsa ‘çima ez nebûm Hektor?’ di van salan de da û niha jî qedera vê çîrokê weke şênber tê guhertin. Mesele hin çîrok hene, guhertina qedera wê gelek zehmet e. Lê belê Rêbertî guhert, yanî ti carî negot ‘berê hatiye kirin, hatiye gotin, em çi bikin nayê guhertin’. Destana Gilgamêş mînaka herî eşkere ye. Me berê Enkîdu weke lehengekî mîna Gilgamêş dinirxand. Lê Rêbertî piştre cuda nirxandin kir. Yanî şîrovekirina dîrokê her tim cuda bû. Niha jî bi şîroveyên xwe qedera çîrokê bi temamî diguhere, em ketin pêvajoyeke wiha. Ya din jî timî xwest, cewherê derxîne holê.
EM Ê JI QONAXÊN NÛ DERBAS BIBIN
Ji bo wê ez dixwazim kurt behsa çîrokeke hunerî bikim; Du hunermendên mezin, du tehtan tînin, dibêjin ‘Teht bixeritînin û berhemeke hunerî biafirînin’. Dema yek ji wan tehtê dixeritîne, kopyayek bêhempa derdixîne holê. Yê din jî tehtê xwar dihêle. Lê dibêje werin nêz, dema diçin nêz dibînin ku ew ê teht xwar hiştî, teht zindî kiriye, enerjî jê difire. Yanî Rêber Apo her tim cewher derxist holê, hunera rast ev e. Hunermendê herî mezin Rêber Apo ye. Lewma tişta ku jê re dibêje ez jê rizgar bûm, tiştên şeklî yên ku li pêşiya deriyên nû asteng e. Em ketin deriyê heqîqetê, her derî di gelek merheleyan re derbas dibe, hevalan jî bal kişand ser, em ê hîna di qonaxên nû re derbas bibin.
SERDEMEKE BI HEYBET
Herî dawî, têkildarî guhertinê ez dixwazim bi çîrokek kurt axaftina xwe bi dawî bikim; Teyrên pîr eger ji canê xwe aciz nebibin, nikil û baskên xwe li tehtan dixin, hem nîkil hem jî baskên xwe dixînin erdê, lê êşeke pir mezin dikêşe. Eger vê yekê berçav bigire, piştî ev xist erdê li şuna wê yên nû çêdibin. Bi nîkil û baskên nû û heybeteke bê hempa car din dest bi firînê dike. Weke tevger helbet em pîr nebûne, lê em jî ketineke demeke welê ku em car din bi heybetekê ji nû ve ji dayik bibin. Ez wê kelecanê di hevalan de jî hîs dikim. Ya din jî Rêbertî timî bi pênaseya wateyê nêz bû. Yanî di dema ku em dikevinê de, asoyên nû li pêşiya me vebûn ku em vê hezkirin û dilsoziya xwe bixin pratîkê. Gelên Çermesor ji kesekê re nabêjin ‘ez ji te hez dikim’, li şuna wê dibêjin, ‘ez te fêm dikim’. Wateya vê yanî ‘ez ji te hez dikim’, Rêbertî jî got, ‘bicih anîna wateyê’.”