Şemî, 16 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yoruk: Aştî ji her demê bêhtir pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MLKP: Ew ê timî îlhamê bidin têkoşîna azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em li dijî polîtîkayên bêcazahiştinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Mêrsînê di roja sêyemîn de ye: Nêzî 2 hezar kes hatin tehliyekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Destketiyên Kurdan ên li Rojava firsend e, ne rîsk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘15’ê Tebaxê bi tîpên zêrîn nivîsandina rûpeleke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Vejînê li Binarê Qendîl bi coş tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna Kendekolê ya nayê pêçan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi 15’ê Tebaxê re vejîn pêk hat, niha dora azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşereke azadiya jinên Efganistanê: Meena Keshwar Kamal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Parastinê yê DYA’yê vîdyoyek li ser dijberîya mafê jinê belav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Reqayê li dijî tundiya li ser jinan kampanya hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şoreşgera fedaî ya Botanê: Zarîn Aram
Kurdistan

Şoreşgera fedaî ya Botanê: Zarîn Aram

Zarîn Aram ku sala 2015'an li gel Zeryan Denîz Amed tevlî kar bû, li her qadê nasnameya YJA Starê bi rengekî hêja temsîl kir û bû şervaneke milîtan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Delal Xezal Akil li dilê Kurdistanê li Cizîra Botan, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çanda Botanê li Cizîrê mezin bû û hîn di zarokatiyê de zilma dijmin dît. Rabûna li ber zext û neheqiyê di ruhê jinên Botanê de heye. Bi vê sekna xwe pêşengî ji gelek çalakî û serhildanê re kirin û li Kurdistanê veguherîn nîşaneya têkoşînê. Ji bo wan bêdengiya li hemberî zilmê xiyaneta herî mezin e. Bersiva pêwîst a li dijmin jî ji bo wan wezîfeya herî girîng û bi rûmet e. Ji bo wan rêya jiyana bi rûmet ji çiyayên Kurdistanê derbas dibe. Lewma jî berê xwe didin çiyê û felsefeya Rêber Apo.

Sala 2015’an bû sala herî girîng û bi wate ya dîroka Tevgera Azadiyê. Salek bi lehengî û têkoşînê dagirtî bû. Di demeke bi vî rengî de ku dilê her ciwanekî Kurd ji bo azadiyê lê dida, Delal jî guh da dengê dilê xwe û da pey azadiyê. Serî li şoreşgeran da, gava xwe ya destpêkê bi vî rengî avêt û ti carî qebûl nekir ku paşve gavê biavêje. Bi sekna ji xwe bawer tevlî nava Berxwedana Xwerêveberiyê bû. Banga Şehîd Fermandar Delal Amed ji bo wê bû dengê azadiyê, guh da vê bangê û sala 2015’an de tevlî nava refên YPS’ê bû.

Li gel yek ji pêşengên şerê bajêr Zeryan Denîz Amed tevlî kar bû û sekna jin a şerker ji wê hîn bû. Li gel fermandara xwe şahidiyê ji her gavê re dike û bersivê ji pirsa jiyaneke çawa re dibîne. Bi hêz û wêrekiya ji fermandara xwe hîn dibe di sala 2015’an de tevlî şer dibe. Navê biraziyê xwe Aram (Agît Akil) li xwe dike ku sala 2015’an li Cizîrê di berxwedanê de şehîd bû û navê wê dibe Zarîn Aram. Zarîn Aram di demeke kurt de dibe xwedî gelek tecrûbeyan, sala 2016’an li Cizîrê ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne berê xwe dide çiyê. Di sala 2016’an de derbasî herêma Bestayê dibe, ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û mîsyona pêşengiyê ya milîtanên YJA Starê gelekî bi bandor dibe. Zarîn li Bestayê tevlî perwerdeya şervanên nû dibe, tevî ku şervaneke nû û ciwan bû dibe xwedî hişmendî û pratîka kadroyeke bi tecrûbe.

JI FERMANDAR ARMANC GOŞKAR GELEK TIŞT HÎN BÛ

Piştî ku demekê li Bestayê ma Zarîn Aram derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û ji bo xwe ji aliyê leşkerî ve bi pêş ve bibe tevlî perwerdeyê bû. Zarîn Aram tecrûbeya xwe ya ji şerê bajêr bi hevrêyên xwe re parve kir û dema ku tevlî nava refên gerîla bû ev soz dabû: “Di jiyana xwe ya têkoşînê de ez ê sekna hevala Zeryan timî ji xwe re bikim mînak, bi şerê xwe ez ê hêjayî keda wê bim. Ez ê li ser şopa wê bim.” Felsefeya hevala Zarîn ev bû, felsefeya jiyana rasteqîn. Di têkoşîna azadyê de tevlîbûna fîzîkî bi tenê têrê nedikir, diviyabû bi hemû hucreyên xwe tevlî rastiya şehîdan û Rêber Apo bibûya.

Hevala Zarîn piştî perwerdeyê tevlî karên pratîkî bû û ji têkoşîna fermandara pêşeng a YJA Starê Armanc Goşkar (Sûna Kizilkaya) bş bandor bû. Demeke dirêj li gel fermandar Armanc Goşkar ma û ji Armanc Coşkar hîn bû ku divê nasnameya jin a azad çawa bi rengekî hêja hilgire û bersivê bide pêvajoyê. Gerîla Zarîn zanîbû ku berpirsyariyên wê êdî hîn giran e û di sala 2019’an de tevlî Akademiya Pisporiyê ya Şehîd Mahîr bû. Di perwerdeyê de li ser perspektîfên Rêber Apo û Îdeolojiya Rizgariya Jİnê xwe kûr kir û perwerdeya xwe derbasî asteke hîn baş kir. Zarîn piştî perwerdeyê ji her cûre wezîfe û berpirsyariyê re amade bû. Zarîn ku Şehîd Delal Amed ji xwe re kir mînak, tevlî nava karên Hêzên Taybet bû.

HER DERBA KU LI DIJMIN DIXIST TOLA HEVRÊYÊN XWE YÊN ŞEHÎD HILTANÎ

Li dijî operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên meha Nîsana 2022’an ên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, gerîla Zarîn di berxwedanê de bi roleke çalak rabû û wê tola hevrêyên xwe yên li Cizîrê şehîd bûn ji dijmin hilaniya. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tevlî çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin û bi ruhekî fedaî hem tevlî şerê li tunelan bû hem jî beşdarî operasyonên şoreşgerî bû. Hevala Zarîn yekem car ji operasyoneke bi vî rengî re şahidî dikir û ev firsenda ku bi çalakiyan re dît heta dawiyê bi kar anî. Di her derba ku li dijmin dixist dixwest armancên hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bîne. Di amadekirina tunelên şer, karên binesaziyê, operasyonên şoreşgerî û tîmên li qadê de bi hesta berpirsyariyeke mezin cih girt, bû gerîlayeke profesyonel.

Şervana fedaî Zarîn Aram ku di her karî de nasnameya YJA Starê bi rengekî hêja hilgirt, jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Bi enerjî, moral û kêfxweşiya xwe ya jiyanê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Gerîla Zarîn Aram ku li Qada Şehîd Delîl heta nefesa dawî şer kir, hem li tunelên şer hem jî li şerê li qadê kedeke mezin da, bi karkerî, fedakarî û sekna xwe ya têkoşer navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsî. Hevrê Zarîn di 3’ê Gulana 2024’an de di encama êrîşa dewleta Tirk de li herêma Zapê şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zanîngehên Xanedaniya Barzanî
Nûçeya Pişt re ‘Dewleta Tirk, Şoreşa Jinê ji xwe re xeter dibîne’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Baroya Wanê: Merciya dozgeriyê nehişt em tevlî pêvajoya ATK’ê bibin

Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîşê de ku piştî winda bû 18 roj şûnde cenazeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ber bi Tişrînê ve bimeşin

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ber bi Bendava Tişrînê ku di bin êrîşên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Kurt: Ji bo daxwazên zarokên me pêk were qey divê bimirin?

Kedkarê Grup Yorumê Cemîl Kurt ev 104 roj in ji bo ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘15’ê Tebaxê bi tîpên zêrîn nivîsandina rûpeleke nû ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cejna Vejînê li Binarê Qendîl bi coş tê pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayan 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?