Şemî, 1 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê girtiyên nexweş Oztel û Avci bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê rêxistinbûna herêmî were xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo qurbaniyên li Kerboranê edalet hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sersaxiya ku ji bo şehîd Şiyar Destîna Zana hat danîn, di dorpêça polîsan de hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê: Em ê bi ruhê Kobanê têkoşîna Kurdistanê bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê pîrozbahiya Aştî û Civaka Demokratîk: Em ê xeyalên Ocalan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ serdana sersaxiya şehîd Rizgar Rojka kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelek kesan berê xwe dan konê sersaxiyê ya şervana YPJ’ê Arîn Serhed

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlayê HPG’ê Ferhat Guler konê sersaxiyê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Murad: ‘Aboriya jinan hemû jinên civakê digire nava xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em ê xeyalên Mamoste Hêvî pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şoreşgerê ku bêdengî veguherand berxwedanê: Akîf Yilmaz
Kurdistan

Şoreşgerê ku bêdengî veguherand berxwedanê: Akîf Yilmaz

Eger îro hîna qala xeteke berxwedanê tê kirin, xeta herî zirav, zelal û rast a vê rêyê Akîf Yilmaz e. Nûnerê helwestê ye, ne yê gotinê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Îlon 2025 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Sala 1956’an li bakurê Ardahanê, li rêyên bi ber û ax ên gundê Beşîktaş hate dinê. Di qedera Akîf Yilmaz de şopên berxwedana gelekî hebû, ne tenê zarokek bû. Li gundekî di navbera hewaya nem a Behra Reş û sermaya Serhedê de, hatibû dinê. Zarokatiya wî bi sermayê, xak, bar û xizantiyê derbas bû. Bavê wî karkerê demsalî bû, dayika wî jî bi berpirsyarî hemû karên li malê dimeşand. Hîna dest bi dibistanê nekirî, ji xebatên pratîkî bêrehmiya jiyanê fêr bûbû. Lê ev bêrehmî ew bi berxwedanê tejî kir.

Dema nû dest bi dibistanê kirî, mamosteyê wî demek dirêj li çavê wî nêrî. Di hundirê wî de agirek hebû; dema diaxivî na, dema bêdeng dibû dihat fêmkirin. Bi hêza xwe ya çavdêriyê dihat naskirin, dema ku hevalên wî dikeniyan û dilîstin, wî bi baldarî guhdarî çîrokên pîrên gund dikir. Bîra wî xurt bû, hîsên wî xurt bûn. Di temenekî zû de jiyan cidî girt, ne lîstok, fikir xistibûn navbera xwe.

Dibistana gund têrker nebû. Ne pirtûkek baş hebû, ne jî mamosteyek ku domdar bimîne. Lê aliyên wî yên kêm, bi meraqa kûr a di hundirê wî de dihat girtin. Dema sewalan diçerîne lênûsa kevin a di berîka xwe de derdixe, peyvên mîna “çiya, koç, ba” not digire, bi dengek bilind dubare dikir. Her gotina nû ya dibîhîst di hişê xwe de mezin dikir, wate lê bar dikir. Ev ew sal bûn ku xwe bi xwe mezinbûn mîna sozeke bêdeng di karakterê wî de hebû.

Dema derbasî navenda Ardahan bû êdî ne tenê malbata wî, mamosteyên wî jî kûrahiya ku di hundirê wî de mezin dibe ferq kiribûn. Bêdengiya wî, veşartîbûna wî bû. Zêde nediket nava nîqaşan, lê dema tevlî axaftinê dibû her kes bêdeng dibû û guhdarî wî dikir. Hin mirov tenê ji bo axaftinê na, ji bo bêyî biaxivin bidin fikirandin hatine afirandin. Akîf wisa bû. Li kantînan, guhdarî kesên li ber pirtûkvanan disekinîn dikir, tenê dema pêwîst dikir diaxivî. Di jiyana wî de pênaseya “pêwîstî” pir zû cihê xwe girtibû; wisa ku ev pîvan piştre wê nîşan bide ku li girtîgehê çawa biryarên çalakiyê da.

Tirkiye tevilhev dibû. Destpêka salên 70’î, dewlet bi polîtîkayên zextê yên hem li dijî rastgiran hem jî li dijî çepgiran, hîn bêhtir paş ketibû. Serdegirtinên li ser gundên Kurdan zêde dibûn, zarokên bi Kurdî diaxivin li dibistanê lêdan dixwarin, nasnameya mirovan beriya şopa tiliyê dihat lêpirsînkirin. Carekê li dibistanê ji ber axaftina bi Kurdî gazinde li hevalek wî hatibû kirin. Hevalê wî gotibû, “Ez wisa ji dayika xwe fêr bûme, zimanekî min ê din tune ye.” Piştî vê yekê çavê wî tejî av bûn. Hîna dema 15 salî, di wê kêliya ku heqîqet û hest li hev ketî de, têkildarî dê siberojê kîjan xetê hilbijêre, di ruhê wî de rêyek hatibû vekirin.

Înkara li ser nasnameya xwe nas kiribû; bi hêrs bûbû lê vê hêrsê nekarî wî kor bike. Ne dixwest xwe tenê bispêre hêrsa etnîk, ne jî dixwest xwe tenê bispêre nakokiya refê. Pêdivî bi hestê edaletê, bi fikreke hîn berfirehtir ku van her duyan jî bigire nav xwe, didît. Ev lêgerîn dê destpêkê ew biriba Qersê, ji wir jî biriba xeteke dîrokî.

Di salên dibistana amadeyî de li rafên pirtûkan metnên teorik ên Lenîn û Stalîn ên têkildarî pirsgirêka neteweyî, bala wî kişand. Ji dirûşmeyan zêdetir, ji zelalbûna pênaseyî bandor dibû. Ti kesê ji wî re negotibû ‘bibe şoreşger’. Wî bi xwe ev yek hilbijart. Carna li kelecana belave ya hin fîgurên li derdora xwe, li axaftinên wan ên zêde û pênaseyên wan ên modayê dinêrî, lê temaşekirina wî hîn kûrtir bû. Hîna dema 20 salî di nava rêxistinê de weke yek ji milîtanên herî pêbawer dihat naskirin. Bi bilindbûnê na, bi berpirsyarî girtinê eleqeder dibû. Ev yek gavên ewilî yên meşa wî ya bi rûmet bûn ku wê heya dawiya nefesa xwe li ser vê rêyê meşîba.

Û êdî ba ji gundê Beşîktaş berê xwe da Amedê…

Piştî sala 1976’an rêya Akîf tenê li ser çiyayan, pirtûkan û nîqaşan nebû; di heman demê de gihişt qadên herî xurt û herî zêde nêzî şkestinê yên têkoşîna rêxistinkirî. Di nava herêmên ku lê hatî wezîfedarkirin de, Amed û derdora wê hebû. Di wan salan de beşekî tevgerên şoreşger li taxên fabrîqayê yên bajarên mezin xwe rêxistin dikirin, çavê Akîf li qadên têkoşînê yên hîn mezintir bû. Ji ber ku qadên têkoşînê yên mezintir tenê mezinahî na, di heman demê de berpisyarî bû. Bêdengiya xwe ji keviran re, meyzandina xwe ji hevrêyên xwe re û gotina xwe ji demê re dihişt.

Di civînên nava rêxistinê de ti carî nediaxivî. Her kesê fikra xwe digot, nêrîn dihatin vegotin, deng bilind dibûn. Lê ew li bendê dima. Mafê dawî yê axaftinê tê dayîna wî, her çendî ku ti kesê bi fermî nedigot jî lê her kes li benda wê kêliyê bû. Gotineke weke “Niha Akîf wê biaxive” nebû; lê her kes bêdeng dibû, yek gotina wî mîna pisûlayê dişopandin. Ji ber ku axaftina wî kûrahî bû. Hebûna wî ne bi nîqaşan, bi biryardarî hatibû avakirin.

Û roja 2’yê Gulana 1980’an hat.

Dema li Amedê hate binçavkirin, li herêmê bûbû yek ji kadroyên herî stratejîk ê tevgera Apoyî. Ev yek tenê weke pênaseya wezîfeyekê na, ji aliyê dijmin ve jî pênaseya gefeke hatibû ferqkirin bû. Dema êşkence lê kirin xwestin wî çareser bikin. Xwestin bedena wî bişkînin. Kabloyên elektrîkê, falaka, asqiya Fîlîstînê, birçî hiştin, ji lingan ve hilayîstin… Hemû rêbazên ku zorî didin sînorên dem û mirov, ceribandin.

Lê wî ev tişt normal dîtin, ji ber ku yê ev tişt dikirin dijmin bû. Ne sîtemek, ne qêrînek… Tenê temaşe kir. Ew temaşekirin ji bo dînkirina êşkencekaran zelal, bêdeng û watedar bû. Ji ber ku di çavên Akîf de wezîfe hebû. Gelek caran pirs dikirin: “Madem tu natirsî, çima naaxivî?” Wî bersiv jî nedida. Ji ber ku ew ziman qebûl nedikir. Bêdengiya wî li dijî sîstema înkarê serhildanek bû. Neaxaftin bêdengiyek nebû, nîşaneya baweriyê bû.

Dema pêvajoya binçavkirinê qediya anîn zindanê. Warê Apoyiyan a bi berxwedanê hatî avakirin. Her roj tekmîl, xişikandina li erdê, lêdan, bi darê zorê xwarina pîsatiyê, bi nîzama leşkerî bi pêkanînên şkandina qawîşan, bi vî rengî dixwestin bigirin bin disiplînê. Lê belê li wir jî nekarîn bêdengiyê. Ji ber ku li wir rewşa ruhekî cuda hebû. Ruhekî bi hevrêtiyê mezin bûye, bi zanebûnê kûr bûye, bi berxwedanê re bûye goşt û neynok…

Ev ruh li ser dîwarên kevir ên girtîgehê hate nivîsandin. Ne dîwaran ji bîr kir, ne gardiyanan, ne jî hevrêyan… Piştre her kesê hêz ji wî girt. Eger neaxive jî li wir bû. Hebûna wî moral bû. Ji ber ku carna berxwedan tenê bi mayîna li ser lingan pêkan e. Akîf meşiya, bêdeng bû, lê bi her gavê re peyva berxwedanê nivîsand.

Li zindanê ti kesê rasterast “tu çawayî?” ji wî pirs nedikir. Lê her kesê li bin çavan de ew dişopand ku çi hîs dike, çawa disekine, li kuderê rûniştiye. Ji ber ku rewşa Akîf, rewşa yên din diyar dikir.

Li girtîgehê dem derbas nedibû. Mîna kevir disekinî. Ji ber ku roj dişibin hev hiş belav dibe, mirov êdî bi xwe re diaxivî. Lê bêdengiya Akîf berxwedaneke ku vê tenêtiyê belav dike bû. Şevê wî çavê xwe digirt, lê nediraza. Carna hîna ti kesê nedîtî bi dengê nizm bi xwe re diaxivî. Carna jî tenê dirûnişt, li dîwarê dijmin temaşe dikir. Ev jî li zindanê bangek bû: Teslîm nebe!

Zindan tenê dîwarên bi kevir û deriyên bi hesin nîne. Zindan ciheke welê ye ku dem derbas nabe, deng xwe difetisîne, mirov dikeve hundirê xwe. Akîf Yilmaz li van zindanan bi demê re şer nedikir; bi îradeya xwe şekil didayê. Ne girîng bû ka sihar çawa destpê kir, şev çend saet dom kir. Ya girîng ew bû ku wateyeke çawa li dem bi cih kiribû.

Li qawîşê her tiştê wî bi rêkûpêk bû. Gardiyanên ku bi nîzama leşkerî dikevin hundir û derdikevin, anonsên tekmîlê, bedenên li erdê tên xişikandin, piştên li ber dîwar hatine zivirandin… Hemû li gorî sîstemê dimeşiyan. Lê hebûna Akîf mîna kevirekî bêdengiyê yê hatî avêtina nîva vê sîstemê bû. Hingî ew bêdeng dibû, her tiştê li derdora wî hîn zelaltir dihat bihîstin, her çav li derdora wî mîna daîreyekê şekil digirt.

Di havîna 1982’yan de Akîf di nava lêhêrbûneke kûr de. Westayî, giran û bi bêhna xwînê. Salonên dadgehê bûbûn mekanê înkarê. Li wir dixwestin girtiyên ku hewl tê dayîn teslîm bigirin, bêdeng bikin. Lê wê rojê, 14’ê Tîrmeha 1982’yan bû rojeke ku bêdengiyê parçe dike. Rojiya mirinê ya ku Hayrî Dûrmûş li dadgehê dayî destpêkirin, rîtma zindanê bi erdê re kir yek. Di nava dîwarên bi kevir de mîna qêrînekê belav bû: “Em teslîm nabin.”

Dema agahî hat qawîşê, her kes kete nav fikreke kûr. Ji ber ku ev êdî biryarek nebû, qederek bû. Di rûyê her kesê de heman pirs hebû: Kî dê tevlî bibe? Kî dê xwe teslîmî birçîtiyê û dervey demê bike? Lê di rûyê Akîf de ti pirs nebû. Ne teredut, ne tirs, ne hesab… Hêdî rabû ser piyan, yek bi yek li hevrêyên xwe nêrî. Piştre tenê ev tişt got:

“Kêliya ku ev demek dirêje ez li bendê me ev bû û ew kêlî hat. Ez jî tevlî dibim.”

Ev gotin ne bi qêrînê hate vegotin, ne jî hate dramatîzekirin… Lê her kesî wê kêliyê zanîbû ku ev yek kêliyeke biryardayînê ye. Ew mirovê ku hingî bêdeng dibe kûr dibe, hingî li ber xwe dide mezin dibe niha biryar dabû ku bedena xwe bike çek. Êdî bêdengiya wî dê biba birçîtî, birçîtiya wî biba berxwedan, berxwedana wî biba rûmeta gelekî.

Roja ewilî derbas bû, roja duyemîn derbas bû. Birçîtiyê zêdetir hişê wî gez dida. Akîf tiştek nediavêt devê xwe. Hevrêyên wî yên li qawîşê li wî meyze kiribûn, dibêjin ku çavên wî dibiriqîn. Sankî beden biçûk dibe, lê ronahiya di hundirê wî de mezin dibû. Ji ber ku Akîf êdî tenê bedenek nîne, bûbû xwedî hesabpirsîneke îdîa, gel û dîrokî.

Her siharê dema gardiyan diket hundir, mîna çalakvanên din ên rojiya mirinê li wî jî dinêrî. Ji ber ku di rojiya mirinê de ew pisûlayek bû, serdar ew bi taybetî girtibû hedefa xwe. Gardiyanên dihatin didîtin ku lêvên Akîf teqiya ne, rûyê wî zuha bûye, çalên çavên wî kûr bûne, lê tiştek din jî didîtin, di çavên wî de berxwedan û hêrsa li dijî dijmin… Dema ku gardiyanan mudaxileya tibbî pêşniyar dikir, her tim serê xwe ber bi her du aliyan ve dihejand.

“Ev beden ne ayîdê we ye. Ev beden wê ji bo azadiyê birize. Ev beden herî zêde mehekê wê xwe bigire, êdî wê nebe, tevlî xakê bibe, lê belê fikrên min, kesayeta min a çalakvan, rastiyên min dê timî bijîn, vê bizanin…”

Ev gotin, ne propagandayek ne jî nîşaneyeke lehengiyê bûn. Ev peymanek bû ku şoreşgerekî bi şoreşê re, bi gelê xwe re û bi bindestan re çêkiribû. Û Akîf heya dawî dilsozê vê peymanê ma.

Şev hîn girantir derbas dibûn. Nefes standina wî hêdî dibe, destên wî direcifin. Lê ti kesê nalînek ji wî nebihîst. Hevrêyên wî yên li hucreya mirinê di rêwitiya mirinê de yek gazinde û nalîn nebihîstin, di nava berxwedêran de yê herî bêdeng bû. Akîf zêde nediaxift, hetta pir bêdeng dima lê di berxwedana mezin de yê herî li pêş bû.

Û sihara 15’ê Îlona 1982’yan hat. Di dawiya 65 rojan de, wî şoreşgerê bêdeng saeta li destê xwe ji biraziyê xwe re diyarî hişt û serê xwe hêdî çemand ser singê xwe. Neket erdê. Ne qêrînek, ne nalînek… Tenê bêdengiyeke kûr belavî nexweşxaneyê bû. Mirinê jî şerm dikir dest bide wî.

Di dawiya 65 rojan de ji bedena Akîf tenê îskeletek mabû. Lê ruhê wî, qasî ku heya wê rojê di ti kevirê zindanê de nehatî dîtin mezin bû. Wê siharê neket erdê. Tenê serê wî hêdî çemiya ser singê wî. Mîna ku ketibû nava fikreke bêdawî. Mîna ku mirinê şerm dikir li çavên wî binêre. Dijmin tam jî ev dixwest: Mirinê bike dika teslîmiyetê. Lê xatir xwestina Akîf, seknek bû. Kêliyeke ku mirinê jî çok tewand…

Zindan bêdeng bû. Hetta Esat Oktay jî bêdeng bû. Gardiyan qasî çend saetan bi dengê bilind neqêriyan. Bijîjk, hemşîre, hademe bi rojan li pêşberî wê sekna Akîf, bêdengiya wî, cesareta wî bêdeng man, bi rêzdarî û minetdariyeke bêdawî û bêsînor ew bi bîr anîn.

Ji wê kêliyê û şûnde navê Akîf êdî ne tenê navê hevrêyekî, belavbûna bangekê bû. Li hucreyan, qawîşan, odeyên lêpirsînê, maseyên êşkenceyê… Eger dilekî bi bêdengiyê bersiv bide pêwîst bikira, navê Akîf diket ser lêvan.

Wî ti carî negot, “ez”. Timî weke parçeyê kolektîf jiya. Lê carna jiyaneke wisa çêdibe ku, ruhê kolektîf di bedenekê de kom dike. Akîf ev bû. Sade jiya, bêyî ku pesnê xwe bide meşiya, lê meşa wî giraniyeke bêdeng bû. Hevrêyên wî dema derbarê wî diaxivin destpêkê bêdeng dibin, piştre serê xwe ditewînin. Ji ber ku jiyana Akîf ji bo dîtina kêmasiya kesek din na, mirov neçar dikir ku kêmasiya xwe bibîne.

Bi dengek bilind gotibû, “Ev der wê ji me re na, ji we re bibe goristan, serdar.” Ev gotina wî berxwedêriya wî ya li hemberî êşa fîzîkî na, di heman demê de sekneke exlaqî ya ku nîşan dide dê gelek çawa were avakirin. Bêdengiya Akîf a li êşkenceyê, qasî teslîm nebûna wî ya li dijî dijmin, hewldana seknekê bû ku bikare hesab bide gelê xwe. Ji ber ku wî dizanî: Berxwedan tenê li dijî dijmin nayê raberkirin. Berxwedan di heman demê de şerekî li dijî têkçûna ruhê xwe ye.

Erê Akîf şoreşgerê ciwan ê Serhedê bû. Dema tevlî koma ewilî jî bû, dibe ku dengê wî ne bilind be, lê ti carî meyzandina wî li erdê nebû. Ne di nîqaşekê de xwe avêt axaftinê, ne jî gavekî paş sekinî. Ew her tim bi serbilindî sekinî, bi serbilindî axivî, bi serbilindî xebitî. Li pêşberî dijmin, rêxistin û hevrêyên xwe… Rewşa herî kûr a hebûna xwe ya domdar, jiya. Di hundirê xwe de cih ji tirs, valahî û şovan re nehişt. Ji bo wî şoreşgerî, sekin bû. Lewma barekî mîna rojiya mirinê hilgirtin, ji bo wî ne lehengiyek, pêdiviyek bû.

Akîf barê hebûnê hilgirt. Bi bêdengî… Lê ew bêdengî îro jî dengeke ku di bîranînên zindanê de belav dibe. Di bîranînên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de navê wî, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr û Alî Çîçek bi hev re tên bîranîn. Ev ne tesadufek e, neçariyeke dîrokî ye. Ji ber ku wan bi hev re mirin derbas kir û berxwedana jiyanê ya gelekî nivîsand. Û yek ji hevokên herî giran, herî sade û herî bêdeng a wê nivîsê Akîf bû.

Eger îro hîna qala xeteke berxwedanê tê kirin, xeta herî zirav, zelal û rast a vê rêyê Akîf Yilmaz e. Nûnerê helwestê ye, ne yê gotinê. Ne pirtûkek nivîsand, ne jî daxuyaniyek. Lê jiyana wî bi serê xwe manîfestoyek bû. Li zindanê her gav, her bêdengî û her meyzandina wî… bangeke ji siberojê re hatî nivîsandin. Ew bang îro di rîtma meşa hevrêyên ciwan de belav dibe. Ji ber ku hin mirin ji jiyanê zêdetir tiştan vedibêje.

Û hin bêdengî dibin qêrîna gelekî…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Eger komîteyê biryara navberê dabûya, me dikarîbû îro zexteke xurttir li ser Tirkiyeyê bikira’
Nûçeya Pişt re KJK: Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî şoreşa jinan hemûyan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rapora têkildarî 16 girtîgehan: Maf bi rêk û pêk têne binpêkirin

Baroya Amedê rapora Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û…

Ji aliyê Stêrk TV

22 cenazeyên Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatan hatin kirin

22 cenazeyên qurbaniyên fermana 3'ê Tebaxê bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin. Di merasîmê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em agirê azadiyê yê fermandar Egîd her roj hîn mezin dikin’

Gerîlayan diyar kirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurd guhertiye û got, agirê azadiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Sersaxiya ku ji bo şehîd Şiyar Destîna Zana hat danîn, di dorpêça polîsan de hat qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Mexmûrê: Em ê bi ruhê Kobanê têkoşîna Kurdistanê bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Colemêrgê pîrozbahiya Aştî û Civaka Demokratîk: Em ê xeyalên Ocalan pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ serdana sersaxiya şehîd Rizgar Rojka kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?