Şemî, 24 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 24’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Bakirhan û Ahmet Davutoglû li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Serketina pêvajoyê bi têkoşîna birêxistinkirî re pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Gulistan Dûrsûn kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdaneke din hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê banga berdana girtiyên nexweş hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora binpêkirina mafên mirovan a li 20 girtîgehan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo şoreşeke nû ya herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cûdî: Em ê ji bo jiyana hevpar a gelan têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogûllari: Azadiya jinê wê li vî warî pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talîban qedexeyên nû li ser rojnamevan û mamosteyên jin ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Sozdar Avesta: Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye
Kurdistan

Sozdar Avesta: Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, qala yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan kir û got: "Hevrê Fûat ji bo ku PKK'ê bigihîne vê astê gelek hewl da. Ji ber vê yekê îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Gulan 2025 Dema xwendinê: 29 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku di serdemeke ku li Kurdistanê qirkirin û komkujî pêk dihatin de, damezrînerên PKK’ê yên wekî Rêber Apo û şehîd Alî Haydar Kaytan gelê Kurd vejandin, hişyar kirin, ew rakirin ser piyan û kişandin ser xeta têkoşînê û got: “Wî li hemû qadan şer kir, li hemû eniyan xebat kir. Bi civakê ve girêdayî bû. Mîna derwêşan, mîna hewariyan bû. Ew hevrêyê yekem ê Rêber Apo bû û dizanibû koma yekem çawa hatiye avakirin, yekîtî çawa hatiye avakirin, jiyana hevpar çawa hatiye avakirin.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û li ser yek ji damezrînerê PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) axivî.

“Beriya her tiştî, ez hevrêyê Rêber Apo, yek ji damezrînerên PKK’ê, hevrêyê me yê dozê, heval Alî Haydar Kaytan (Fûat) bi rêzdarî û hezkirineke mezin bi bîr tînim. Ez bi rêzdarî li ber bîranîn û têkoşîna wî ya bênavber bejna xwe ditewînim. Ez careke din soza ku me di şexsê hevrêyê Rêber Apo de daye, ku ev şehadeta mezin dê bibe sedema serkeftina mezin, dubare dikim. Em ê li gorî hevrê Fûat têkoşîna xwe ji bo avakirina neteweyek demokratîk berfireh bikin. Sersaxî ji Rêber Apo re dixwazim. Ew yek ji hevalên pêşî yên Rêber Apo ye. Ew kes bû ku Rêber Apo herî baş fam dikir û hişt ku were fêmkirin. Careke din, sersaxiyê ji malbata me ya hêja, hemû gelên Kurdistanê, bi taybetî jî ji gelên me yên Elewî û Dersimê, her wiha ji hemû hevalên têkoşînê, milîtanên PKK’ê, şervanên azadiyê, hemû berxwedêrên zindanan û dostên me re dixwazim.

ŞEHEDETA WÎ BANDOREK MEZIN LI SER TEVGERA AZADIYÊ Û GELÊ KURISTANÊ KIR

Bêguman vê şehadetê bandorek mezin li ser Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê kir. Gelê me û tevgera azadiyê gelek axaftinan li ser ka ew ê çawa nêzîkî vê şehadetê bibin dikin. Lê em pir baş dizanin ku; ev şehadet, mîna hemû şehîdên bi rûmet ên di dîroka PKK’ê de, wê bibe bingeha pêngaveke mezin. Ji ber vê sedemê, gotina ku hewldana hevrê Fûat di têkoşîna azadiyê de vebêje û rave bike, tineye. Hin tişt hene ku gotin têrê nakin ku wî vebêjin. Yek ji van jiyana heval Fûat, têkoşîna wî, hewildanên wî û asta ku xwe lê ava kiriye ye. Weke hevaleke têkoşînê ravekirina wî ji bo me ne hêsan e, lê em ê hewl bidin ku zanista Rêber Apo ya ku me ji hevalê xwe fêr bûye, bi qasî ku ji destê me tê rave bikin. Bi vî awayî, em dixwazin tiştên ku me bi hev re bi hevrê Fûat re jiyaye şîrove bikin û wan veguhezînin hevrêyên xwe û gelê xwe. Dema ku Tevgera Azadiyê ango koma yekem dihat damezrandin, hevrê Fûat yek ji zarokên gelê Kurd ê ji Kurdistanê, yekem kes bû ku bi Rêber Apo re dest bi têkoşînê kir. Ji wê rojê heta roja ku şehîd bû, bi evîn, coş û biryardariyeke mezin li hemû deveran bê westan têkoşiya.

Li Kurdistanê ku qirkirin û komkujî lê qewimîn û gotina ‘Kurdistana xeyalî li vir hatiye veşartin’ lê hatine nivîsandin, hevrêyên mîna Rêber Apo û hevrê Fûat gelê Kurd vejandin, hişyar kirin, ew rakirin ser piyan û kişandin ser xeta têkoşînê. Ji bo vê yekê, em deyndarê hevrê Fûat in. Hevrê Fûat, ewqas zana, bi hişmend, îdeolojîk û felsefî, coş û kelecan bû, bi heweseke mezin di xeta Rêber Apo de têkoşiya. Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye.

Eger em dixwazin PKK’ê baş fêm bikin û piştrast bin ku ew tê fêmkirin, divê em jiyana hevrê Fûat, pêşengê gelê me, gelên bindest û mirovahiyê, pir baş bizanibin. Me heta niha bi hezaran şehîd dane û em didin, lê ev cara yekem e ku em şehadeta hevalekî ku ji roja yekem ve bi Rêber Apo ev têkoşîn meşand, berfireh kir û anî vê merheleyê, dijîn.

EW DI MALBATEKÊ KU KOMKUJIYA DERSIMÊ JIYAYE DE MEZIN BÛ

Di dîroka mirovahiyê de, tenê hin kes dikarin civakan bi rê ve bibin, şopa xwe li ser dîrokê bihêlin û hemû mirovahiyê yan civakê li dora xwe bicivînin. Yek ji van kesan di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de Rêber Apo û hevrêyî wî Fûat e.

Em dibînin ku hevrê Fûat di hemû qonaxan de, di hemû têkoşînan de, di hemû destketiyan de rol û mîsyona wî hebû. Ew di her mijarê de bi Rêber Apo re dimeşiya, ji ber vê yekê di her qada têkoşînê de ku me qala wê kir, xwêdan rijand, bêwesatan xebitî. Mînak; dema ku kom cara yekem hate damezrandin, wan bi sozekê dest pê kir. Gotina Rêber Apo ya ‘Kurdistan mêtingeh e, hatiye dagirkirin. Divê dagirker ji axa Kurdistanê werin derxistin û Kurdistanek demokratîk, wekhev û jiyaneke azad were avakirin’. Ev nirxandin bandorek mezin li ser hevrêa Fûat çêkir. Çima? Ji ber ku hevrê Fûat di malbateke ku komkujiya Dersimê jiyaye de mezin bû. Di komkujiya Dersimê ya di salên 1937-38’an de eşîrên wan, malbatên wan û gelê Dersimê rastî qirkirinê hatin. Bi zorê ji welatên xwe hatin derxistin. Ew bi êş, azar û hesretê dijîn. Dê û bav zarokên vê qirkirinê ne.

Hevrê Fûat jî bi van çîrokan, van lorikan û vê êşê mezin dibe. Ev yek di wî de kîn, nefret û hêrseke mezin çêdike û dest bi lêgerînê dike. Ji ber vê yekê, dema ku ew bi Rêber Apo re dikeve têkiliyê, wî nas dike û gotina ‘Kurdistan mêtingeh e’ dibihîze, ronî dibe. Ew dibêje, ‘Tiştê ku ez lê digeriyam min dît, tenê bi vê ramanê em dikarin tola qirkirin û komkujiyan hilînin.’

Di wê demê de xebata yekem belavkirina raman û gotaran bû. Hevrê Fûat axaftina Rêber Apo zû fêm dikir û zû digihand civakê. Ji ber vê yekê ew beşdarî yekemîn rêxistina kadroyan a piştî daxuyaniya ‘Kurdistan mêtingeh e’ bû, wî gel tevlî têkoşînê kir û bû dengê berxwedêrên zindanan. Ew bi koma yekem a ku pêşengiya Pêngava 15’ê Tebaxê kir vegeriya çiyê û li wir amadekariyan kir. Di heman demê de, wî roleke pêşeng a mezin di rêxistinkirina gel û xebata ERNK’ê de lîst. Rola wê ya sereke li ser xeta Rêber Apo avakirina partîbûyîn, kadroyên partiyê, milîtanên partiyê bû.

Wî pêşengtiya vê kir. Pêşengiya felsefe û ramana Rêber Apo kir. Di hemû serketinên îro de para wî ya sereke ye. Di vî warî de têkoşîneke bênavber da destpêkirin. Li hemû qadan têkoşiya, li hemû eniyan xebitî û bi tevahiya civakê re têkildar bû. Ji Ewropayê bigire heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Rojava, Bakur û beşên din ên Kurdistanê. Ew mîna derwêşekî bû, mîna hewariyan bû. Ew dilnizm bû, bi awayekî civakî dijiya, ji ber ku ew yekem hevrêyê Rêber Apo bû û dizanibû koma yekem çawa ava bûye, yekîtî çawa ava bûye, jiyana hevpar çawa ava bûye. Keda wan di vê de hebû. Ji bo wî ne karê dijwar û ne jî karê sivik hebû. Lêkolînên felsefî, îdeolojîk, çandî, zimannasî û aborî bingehîn bûn, lê çawa ew di pratîkê de werin sepandin, çawa werin kirin; di hemû waran de pêşengtî kir.

HEMÛ JIYANA WÎ, ÇAVKANIYA WÎ RÊBER APO BÛ

Hevrê Fûat bi jiyana xwe, bi têkoşîna xwe û bi keda xwe, xwe pênase kiriye. Rêber bû ku herî dirêj bi Rêber Apo re jiya. Hemû jiyana xwe ji bo Rêber Apo feda kir. Her çiqas bi gotina pêşî ya Rêber Apo re tevlî bû jî, piştre jî ti carî dudilî û bê biyardarî nebû. Ew bi Rêber Apo re bû yek û di hundirê xwe de afirand. Wî her tim digot, ‘Rêber Apo deryayek e û em mîna dilopeke nava deryayê ne. Em nikarin bikevin nav deryayê û ji hev cuda bimînin.’ Bi rastî, di derya û okyanûsa Rêber Apo de ew bû yek, ti nikarî wan ji hev veqetînî. Ji ber vê yekê, çi bi serê civaka Kurdistanê hatibe, ew qirkirina ku wan jiyaye, koçberiya wan, nebûna azadiyê, nebûna nasnameya wan, ji ber nebûna rêberan di vê astê de ye. Wî ev di Rêber Apo de dît, ji ber vê yekê nêzîkatiyek cuda nekir. Hemû çavkaniya wî Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê wî Rêber Apo dixwend, hemû tiştên ku Rêber Apo pê xwedî dibû digirt, dixwend û lêkolîn dikir.

Hem Rêber Apo fêm dikir û hem jî hewl dida ku were fêmkirin. Bi dîlgirtina Rêber Apo re em ketin serdemeke nû. Piştî ku Rêber Apo dîl hate girtin, tevgera Apoyî wê çawa berdewam bikira, wê çawa bijiya, wê çawa têbikoşiya? Li ser vê mijarê, hevrê Fûat Rêber Apo wiha nirxand: ‘Rêber Apo her tim bi me re ye, ew bi me re dijî, divê em tiştên ku wî daye me pir baş fêm bikin, bînin hişê xwe û li gorî wê têbikoşin.’ Ev gotin pir bi bandor bûn. Wî her tim gotina Rêber Apo bi bîr dianî: ‘We çi ji min dixwest min da we, min her tiştên ku hebû da we.’ Rêber Apo bivî awayî dinirxand. Rêber Apo her tişt daye me û bipirsa ‘Em ê çawa Rêber Apo fêm bikin û em çawa dikarin wî zindî bihêlin?’ dikir.

 

Hevrê Fûat ew kes e ku herî zêde li ser parêznameyên Rêber Apo sekinî, herî zêde wan xwend û fêm kir. Mesela, ti carî qet wî destvala nedidît. Pirtûk û parêznameyên Rêber Apo her tim di dest û di bin çengê wî de bûn. Di destekî wî de gopalê wî û di destê din de jî parêzname û pirtûkên Rêber Apo hebûn.

Wî dizanibû bê kîjan hevok di kîjan rûpel û pirtûkên Rêber Apo de heye. Wî vê yekê jî rave dikr, şîrove dikir û vedigot. Wî di têgihîştina paradîgmaya nû û misogerkirina guhertin û veguherînê di partiyê de hewldanên bêhempa kir. Rêber Apo jî vê didît, ji ber vê yekê digot, ‘Kesê ku min herî baş fêm dike Fûat e.’ Ji ber ku hevrê Fûat ne tenê bi awayekî teorîk nêzîk dibû; bi hest û dil nêzîk dibû. Şev û roja wî Rêber Apo bû. Di navenda wê de Rêber Apo hebû. Wî digot, ‘Du roj nabin.’ Wî digot, ‘Rêber Apo Roj e, divê em xwe di germahiya wê rojê de germ bikin, divê em li navendên din negerin.’ Piştî dîlgirtina Rêber Apo, 20 salan bi hezaran kadro li ser bingeha fêhmkirina Rêbertî, avakirina paradîgmaya nû û avakirina neteweyek demokratîk perwerde kir. Wî herî zêde li ser fêmkirina Rêber Apo serê xwe diêşand.

Hemû jiyana wî Rêber Apo bû. Her roj aliyek nû ji xwe kifş dikir. Dema ku wî ew keşf dikir mîna bi bask bibe û bifure bi moral dibû. Ew bi Rêbertiyê re dijiya. Her ku peyvek nû dibihîst, ji her kesî re digot. Ew di her şert û mercî de bi Rêber Apo re bû û bi wî re jiya. Mesela, di Komploya Navneteweyî de her kes pir aciz bû, lê yê herî zêde aciz bû hevrê Fûat bû. Heta ku fêm nekir hestên xwe nîşan neda. Di rojên pêşîn ên komployê de riha xwe dirêj kir û xwarin nexwar. Mîna Rêber Apo dijiya. Ew ji hêla ruhî û hestyarî ve zindî bû. Wê demê, Rêber ji bo hevalê xwe Fûat re got, ‘Ez dizanim ti çiqas xemgînî û çi dikişînî.’ Her çendî ew ne li gel hev nebûn jî, ew bi vî rengî bi hev re dijiyan.

WÎ BAŞ DIZANÎBÛ BÊ JI BO AZADIYA JINÊ ÇI ZEHMETÎ HATIN KIŞANDIN

Rêber Apo ji destpêkê ve di vê tevgerê de cih da jinan, rol û mîsyon da wan. Wateyeke wê heye ku em gav bi gav gihîştin vê rojê. Divê ev baş were fêmkirin û jiyanek li gorî vê yekê were jiyîn.

Hevrê Fûat jinan wekî civak digirt dest. Wî baş dizanibû ku heta jin azad nebe, nebe xwedî îrade û hêz, nekeve xeta têkoşînê, xweser nebe, civak nikare têkoşîna xwe mezin bike, hebûna xwe biparêze, azad bibe û wekî neteweyek demokratîk û azad bijî. Wî nêzîkatiya Rêber Apo ya li hember jinan esas girt. Çawa ku di her warî de Rêber Apo dişopand û di azadiya jinan de Rêber Apo esas girt. Wî baviksalariya di hundirê xwe de, zîhniyeta serdestiya mêran, zîhniyeta desthilatdariyê kuştibû. Çawa ku Rêber Apo got, ‘Min mêranî di xwe de kuşt’, yek ji wan kesên ku di vî warî de li pey Rêbertî çû hevrê Fûat bû. Wî jiyana xwe bi vî awayî domand.

Ji rêzê nêzîkî azadiya jinan nedibû. Wî bi rêbazên fêm bike û were fêmkirin nêzîk dibû. Mînak, hevrê Fûat yek ji wan kesan bû ku dixwest jiyaneke watedar bi hevalên xwe yên jin re bijî, nemaze piştî dîlgirtina Rêber Apo. Me gelek demên dijwar û xerab derbas kirin. Her kes ji dîlgirtina Rêber pir bandor bû, bi taybetî jin hejand û şok bûn. Ew kesê ku di derbaskirina vê pêvajoyê de piştgirî da jinan, di kombûnê wan de piştgirî da wan, hem di fermî de û hem jî di jiyanê de yê herî baş fêm kir, Fûat bû. Wî hewl dida fêm bike ka jin çi dikişînin, ji ber ku wî mêranî û desthilatdarî di xwe de kuştibû. Ji ber vê yekê wî jin û giyana jinê baş fêm dikir. Wî baş dizanîbû bê di têkoşîna azadiya jinan de çi zehmetî hatine kişandin. Di civînan de, jiyanê de dema ku wî didît ku hevala jin tengasiyê dikşîne diçû gel wê, pê re diaxivî, rê nîşanî wê dida û perspektîf dida wê.

DI PAŞXISTINA ZIHNIYETA DESTHILATDAR A MÊR DE KEDA WÎ PIR HEYE

Mutewazî nêzîk dibû. Wî her tim digot, ‘Ez ji hevalên xwe yên jin tiştan fêr dibim.’ Eger îro xeta azadiya jinê, têkoşîna azadiya jinê gihîştibe vê astê û zîhniyeta serdest a mêran paşve hatibe xistin, hevrê Fûat di vê yekê de tevkariyeke mezin kiriye. Mesela, bi hezaran hevalên ciwan jê re name û nîşe dişandin. Wî hemû bi xwe re digerand. Dema hevalek ji zindanê nameyek jê re dişand, wî ew kir mijara perwerdeyê. Dema pêşketin û azadiya hevalên xwe yên jin didît moral digirt. Wî her tim digot, ‘Ez ji hevalan hêzek mezin digirim.’ Digot, ‘Yekîneyên Jinên Azad (YJA Star) qibleya min e.’ Wî got, ‘Ew kesên ku ji jinên azad, ji jinên berxwedêr ên li çiyayan, ji têkoşînên wan ên mezin, ji qîrîna dayikan, ji jinên ku li dijî faşîzmê derketine kolanan hêzê negirin, şoreşgerî li cem wan nemaye, ew ji bo azadiyê ne bi biryar in.’ Bi rastî jî ji jinan hêz digirt û hêz dida wan. Ev fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Bi şev û roj ji bo azadiya jinan xebitî û hevrêtiyek watedar, bi hişmend û rast pêk anî.

XEYALA WÎ YA HERÎ MEZIN AVAKIRINA NETEWEYEKE DEMOKRATÎK BÛ

Derketina PKK’ê li ser bingeha ramanek giştî bû. Aliyê navneteweyî girîng e. Ji hemû bawerî, netewe û gelên li herêmê dijîn, mirov tevlî vê tevgerê dibin. Di koma yekem de, tevî hevrê Kemal û Hakî yekem Kurdê ku li gel Rêber Apo hevrê Fûat bû. Dema ku rastiya vê îdeolojiyê, vê felsefeyê were sazkirin, bê guman bingehek wê ya saxlem heye. Civakîbûn li vir çêdibe. Hemû beş di koma yekem de cih digirin. Niha, gav bi gav, ev îdeolojî vediguhere sîstemekê, dibe rê û rêbaza têkoşînê, lêgerîna heqîqetê. Ew dikeve rêya heqîqetê û li ser vê bingehê meş destpê dike. Ji ber vê yekê têkoşîna heval Fûat li vir veşartî ye. Wî her tim koma yekem weke pîvan digirt dest. Mînak; ji bo neteweyek demokratîk ava bibe, di paradîgmaya nû de li dijî modernîteya kapîtalîst bisekine û têkoşînê mezin bike bi hezkirin û eşq dixebitî. Derketina koma yekem li ser vê bingehê bû.

Xeyalê herî mezin ê hevrê Fûat avakirina neteweyek demokratîk bû. Di van salên dawî de, wî şev û roj li ser çawaniya avakirina neteweyek demokratîk, çawaniya rêxistinkirina civakê, çawaniya perwerdekirina gel û çawaniya avakirina jiyaneke azad bi gel re xebitî. Ew kadro amade dikir, perwerde dida û lêkolîn dikir. Em tenê dikarin bi afirandina alternatîfekê modernîteya kapîtalîst hilweşînin. Alternatîf avakirina neteweyek demokratîk, avakirina jiyaneke azad, misogerkirina azadiya jinan û misogerkirina mafên jinan e. Hevrê Fûat di vî warî de gelek hewl da û hêz ji vê yekê digirt. Mesela, dema ku behsa komunekê tê kirin, em dizanin ku avakirina komunekê çiqas zehmetî dixwaze.

Wî her tim Rêber Apo mînak dida; Mesela, ‘Rêber Apo, di parastina xwe de got, ger ez bûma, min ê ji ku dest pê bikira?’ Bi vî awayî pirs dikir. Wî her tiştê ku derbarê avakirina neteweyek demokratîk de dizanibû parve kir. Ji roja yekem a damezrandina PKK’ê heta şehîdbûna xwe wî cewhera PKK’ê hilgirt.

Divê em li ser vê yekê jî bisekinin ka em çawa dikarin bersiva vê şehadeta mezin bidin. Em dikarin vê yekê bi avakirina neteweya demokratîk pêk bînin. Ji bo hevrê Fûat, di navbera hevalên Tirk, Ereb, Faris, Asûrî-Suryanî yan ji neteweyên din de ti ferq tinebû. Ji bo olan jî wisa bû. Ji ber ku ew di qirkirinê re derbas bûbûn; ju ber vê yekê ew li ser gelê Elewî, gelên bindest, yên ku ji çandeke rastîn a Îslamî hatine û civaka Êzîdî yek bi yek lêkolîn dikir da ku bibîne ka ew çawa dikarin nasname û hebûna xwe biparêzin. Wî di vê mijarê gelek ked da; rê nîşan dida. Civaka neteweya demokratîk dikare têkoşîna xwe li ser vê xetê berfireh bike. Ev ê ji bo vê şehadetê bibe bersiva herî mezin.

Şehadetên mezin li gel xwe nemirin jî anîn. Em vê êdî baş dizanin; nirxên herî pîroz şehîdin û ew timî bijîn. Hevrê Fûat jî yek ji wan kesan bû ku rastiya şehîdan, bi nirxandinên û nêzîkatiya Rêber Apo digirt dest. Wî hertim bi nêzîkatî û ramanên xwe li gel şehîdên wekî Mazlum, Kemal, Akîf, Hayrî, Egîd û Sarayan jiyan dikir. Ji bo ku şehîdan bide jiyandin jî timî di nava hewildanê de bû. Wî di nirxandinên xwe de diyar dikir ku ‘ger ku şehîdekê xwe anîbe asta ku pişt wî/wê re kes li çokê xwe nede û negirî, tê wê watê ku ew şehîd nemir e û xwe gihandiye armancê.’ Hevrê Fuat 47 salan bêyî navber ev sekna xwe ya mezin berdewam kir. Wî şehîd da jiyîn. Bi saya hevrêyên mîna wî, nirx û xeta pîroz a şehîdan gihişte van rojan. Tevgera Apoyî ji xwe tevgera şehîdan e. Tevgera Apoyî, kadroyek xwe yê pêşeng ê PKK’ê, zanayek xwe, teorîsyenek xwe, lêkolînerek xwe yê haqîqatê di rêya hevrêbûna Rêber Apo de winda kir, ev jî nîşan dide ku çî dem PKK têk têknaçe.

PKK’ê êdî azadiyê bi dest xistiye, xeta Apoyî serkeftinê qezenc kiriye. Xeta Apoyî êdî gihiştiye armanc û hedefên xwe. Bûne nemir. Divê em wisa bibînin. PKK ji damezrînerên ewil bigre heta tevlîbûnên nû her roj têdikoşe. Rêber Apo jî dibêje, ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bixin. Em partiya şehîdan in, li ser bîranîna şehîdan hatin avakirin û em ê li ser xeta şehîdan azadiyê bi dest bixin.’ Hemû pêngavên ku hatin avakirin, bersiva bîranîna şehîdan bûn. PKK ji bo bersiva şehadeta Hakî Karer bû partî. Ji bo bîranîna Mazlûm, Kemal û Hayriyan ku li dijî faşîzmê di zindana Amedê de berxwedanekî mezin raber kirin, şerê çekdarî dest pê kir. Xebatên azadiyê belavî hemû herêmê û derveyî welat bû. Dîsa piştî şehadetên mezin ên wekî şehadetên Bêrîtan, Zîlan û Egîdan artêşbûn hat avakirin. Piştî şehadeta heval Egîd ARGK hat avakirin. Bêrîtan, Zîlan û Sarayan bûn xeta azadiya jinê.

Em îro jî hîna têkoşînekî mezin didin. Rêber Apo hîna di bin esaretê de ye, gelê me hîna di bin pencê qirkirina çandî û fîzîkî de ye, li tevahî Kurdistanê qirkirina siyasî, çandî û dagirkerî dewam dike. Ji bo ku destkeftiyên ku bi saya van şehîdan û keda hevrêyan hatiye bidestxistin tine nebe, ev şehadetên mezin ji bo me ferman in, manîfesto ne. Manîfestoya têkoşîna me ye. Fikir, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo û tarzê hevrê Fûat ji bo me manîfesto ye. Divê em tarz, nêzîkatî, tevlîbûn û jiyana wî esas bigrin. Em tenê bi vî rengî dikarin êşên xwe berteref bikin. Em tevgerekî ku bi êşên mezin hatin ceribandin. Êşên mezin derketinên mezin pêk tîne. Em dikarin vê êşên xwe bikin manîfestoya avakirina neteweya demokratîk. Em soz didin ku li Rojhilata Navîn bi hemû gelan re xeyala pêkanîna neteweya demokratîk pêk bînin, ev ê bibe bersiva me ya ji bo şehîdan.

KES NIKARE VÊ TEVGERÊ TÊK BIBE

Şehadeta hevrê Fûat ji bo me windahiyekî pir mezin e. Dilê me pir êşiya, lê em ê çawa bibin bersiv dîsa hevrê Fûat nîşanî me kir. Ez dixwazim mînakek bidim; Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve dihat jehrîkirin, em wê demê di civînê de bûn. Dema ku agahî hat her kes li cihê xwe asê ma, nekarîn bileqin. Cîhan bi ser me de hat hilweşandin, hestên me hemûyan serûbin bû. Yên ku digirîn û nikarin tevbigerin… Nêzî nîv saetê kes nekarî tîştek bibêje. Hevrê Fûat ji cihê xwe rabû û mudaxile kir. Hevrê Fûat got, ‘Em nikarin Rêber Apo bi vî rengî fêm bikin. Em nikarin bi vê rêbazê êrîşa jehrîkirinê birawestînin, eger em vê derbas nekin wê demê em ê bi nêzîkatiyên xwe, bi vê sekna xwe, bi vî rengî piştgiriyê bidin êrîşa jehrîkirinê. Divê em tavî bitevgerin ku bê em çawa pêşî li vê bigirin.’ Bi rastî jî di cihê pêwîst de bi sekn, gotin, xitaba xwe ruh dida û her kesî dikir tevgerê.

Em dizanin ku hevrê Fûat ji me re gotiba bê ka em ê çawa vê şehadeta mezin veguherînin têkoşînekî mezin û derketinekî. Divê em bi vî rengî nêz bibin. Divê gelê me, hevrêyên me yên têkoşînê, berxwedêrên zindanê, dostên gelê me bizanibin ku barê me girantir bû. Têkoşîna şehîdên me jî êdî li ser milê kesên ku dane pey şopa wan e. Ez di wê baweriyê de me ku êdî kes nikare vê tevgerê têk bibe. Em bawerî bi ciwanên Kurd, jinên Kurd tînin. Em ê di xeta vê têkoşînê de kesekî jî bimînin wê têkoşîn bi ser bikeve. Ti hêz tineye ku vê têkoşînê têk bibe.

Ez bawer dikim ku bi vê şehadeta mezin re bi hezaran ciwanên Kurdîstanî tevlî vê xeta têkoşînê bibin. Divê tevlî bibin jî. Divê bibin şopdarê vê xetê û têkoşînê mezin bikin. Bersiva me wê ev be, hem mezinkirina tevgerê, hem mezinkirina têkoşînê, hem mezinkirina parastina cewherî û hem jî li dora Rêber Apo kom bûn. Ev şehadeta mezin vê yekê ji me dixwaze. Em jî bi vî rengî nêz bibin û hewl bidin bibin bersiva vê. Em ê teqez xeyal û armancên xwe bi cih bînin. Ez dikarim bibêjim ku; hevrê Fûat bi me re jiyan dike, bi hemû gelê xwe re jiyan dike, di fikr û felsefeya azadiyê de jiyan dike. Wê di felsefeya Rêber Apo de jiyan bike, têkoşîna wî rêya me ronî dike, armanca me zelal dike û nîşanî me dike ku em ê bi kijan rê û rêbazan bi ser bikevin. Ez bi vê boneyêw carekî din bang dikim; Divê em bi pirsên bê ka em ê çawa bibin bersiva vê şehadeta mezin, çawa hêzê bigirin û çawa bibin layiqê hevalê Fûat têbikoşin. Ez di şexsê hevrê Fûat de soza mezinkirina têkoşînê dubare dikim û careke din sersaxiyê ji bo malbata hevreyê me, Rêber Apo û gelê Kurdistanê re dixwazim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (274)
Nûçeya Pişt re Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sudanî bi nûnerên Ereb û Tirkmen ên li Kerkûkê re civiya

Şeva borî Serokwezîrê Iraqê Sudanî li gel pêkhateyên Ereb û Tirkmenên Kerkûkê kom bû. Sudanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredarê Beykozê hate binçavkirin

Şaredarê Beykozê yê Stenbolê Alaattîn Koseler hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Gelên kantona Cizîrê komplo şermezar kirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Hesekê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Engîzek: PKK weke destaneke azadî û vejînê wê di dilê me de bijî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê banga berdana girtiyên nexweş hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rapora binpêkirina mafên mirovan a li 20 girtîgehan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Ji bo şoreşeke nû ya herêmî’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?