Çalakvan Spîde Qoliyan a ku li Girtîgeha Evînê tê girtin li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî nameyek şand. Spîde Qoliyan di nameya xwe de nerazîbûna xwe li hember erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî nîşan da û bang li gel kir ku bi yekîtî û piştgiriyê bibin dengê Pexşan Ezîzî.
Nameya çalakvana girtî Spîde Qoliyan wiha ye;
“Ya ku heye rewşa şer e. Li pişt dîwarên bilind û telên birek yên vê girtîgehê, em jinên ku her roj navê darvekirinekê di guhê hev de dibêjin û berê xwe didin pêşerojê. Cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, ew jina ku demekê bû stargeha zarokên qurbaniyên şer, hat erêkirin. Ji niha û pê ve, di vê beşa me de jineke wisa heye ku her gav dibe ku tunebûna wê bibe çîrokeke tal û birîneke kûr di wijdana me û we de.
Pexşan, sembola mirovahiyê ye. Lê niha li ber mirinê ye, ew mirina ku ne ji dadweriyê, lê ji kin û tolhildanê çavkanî digire. Heman ew mirina ku Komara Îslamî ya Îranê bi hevkariya Beşar Esad li ser bi hezaran mirovên bêsûc ên Sûriyeyê sepand, niha jî ev kêra bixwîn xistiye stûyê zarokên vê axê.
Ev ne tenê çîroka kesekê ye. Çîroka me hemûyane. Çîroka Pexşanê girêdayî çîroka me hemûyane, bi çîroka wan dayikên çavlirê ku xwîna zarokên wan li ser kolanan rijiya, bi çîroka wan kesan re ku ‘jiyan’ bûye daxwaza wan.
Komara Îslamî ya Îranê dixwaze me ji hev veqetîne, çîrokên me berbelav bike û me bixe bin tecrîdê. Lê em dizanin, hêvî di pêkve girêdana van çîrokan de ye, hêvî di çandina zincîreke xurt de ye ji êş, berxwedan, hêstir û berxwedanê.
Em nikarin û naxwazin bêdeng bimînin. Eger îro em deng xwe bilind nekin, sibê dora çîrokeke dine. Em dixwazin ev zincîr bihêztir bibe. Nehêlin çîroka Pexşanê bibe çîroka neqediyayî ya hesret û bêdengiyê. Bibin deng û çîroka wê.
Bila em bi ‘jiyanê’ şerê ‘mirinê’ bikin. Ji jiyanê zincîrekê biçinin, ma tu destê min digirî û dibî xelekeke din a vê zincîrê?
#zincîra_mafê_jiyanê
Spîde Qoliyan
Girtiya girtîgeha jinên Evînê”