Wezîfedarê Lêkolînê yê Navenda Ewlekariyê ya Navneteweyî ya IMEMO ya Akademiya Zanistên Rûsyayê doktorê dîrokê û pispor-analîstê Rojhilata Navîn Ivan Stanislav Mihaloviç bûyerên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
Ivan Stanislav Mihaloviç diyar kir ku protestoyên heyî yên li Îranê ji ber xwe ve destpê kirin, di asteke welê de pêk tên ku di dîroka rejîma teokratîk de nehatiye dîtin û got, “Lê belê di wê baweriyê de me ku Ayetûllahên Îranî wê vê carê jî karibin desthilatdariya xwe biparêzin. Mirov dikare tevlî gumana pisporên navneteweyî bibe ku dibêjin, pêleke nearamiyê ya din a li Îranê dikare serketinê bi xwe re bîne. Ji ber ku civaka Îranê ji înternetê, ji ragihandina mobîl û medya navneteweyî îzole bûye, rol û girîngiya muxalefeta derve negirîng e.
Gefên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li ser parastina gelê Îranê ji çalakiyên cezakirinê yên rejîmê bi giranî di asta hişyariyê de ne û xuya nake ku ev welat yekser destwerdaneke leşkerî li karên Îranê bikin.
Muxalefeta navxweyî li piştperdeya amûra dewletê ya zordar (Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îslamî û yekîneyên Besîc ên dilxwaz ên paramîlîter ku di dema aştiyê de zêdeyî 240 hezar, di dema şer de digihêje 400 hezar kesî) bi rengekî lawaz xwe bi rêxistin kiriye; lîderekî bi tenê, rêxistin an jî partiyeke siyasî ya bi tenê nîne. Li gel vê yekê hêzên ewlekariyê, polîs û hêzên çekdar ên bi rêk û pêk hene. Nêzîkatiya van hêzan di rewşa krîtîk a heyî de wê diyarker be. Gelo wê tekez bi rejîmê re tevbigerin an jî bêalî bimînin, yan jî wê li gel girseyên gel bin?
Girîng e ku mirov protestoyên payîz û zivistana 2022-2023’an bi bîr bixînin ku van protestoyan gelekî dirêj dewam kir -herî kêm şeş mehan- ê dawiya dawî bi temamî hatin tepisandin. Di her halî de rejîma desthilatdar hejiya ye û ji bo karibe li ser desthilatdariyê bimîne divê karên dewletê li qadên malî, aborî û siyasî biguherîne, reforman bike. Di polîtîkaya derve de sererastkirin dikare bê kirin.
Li herêmê bi sedan milyar dolar ê ku ji bo berfirehbûna Şoreşa Îslamê (Şîatî) hatin xerckirin belasebep çûn. Rejîma kûkla ya Beşar Esad hilweşiya; ‘çarçoveya berxwedanê’ ya li dijî Îsraîlê belav bû ku komên Îslamî yên radîkal Hamas, Cîhad a Îslamî, Hîzbûllah, Ensar Allah, Haşd el Şaabî û Kataîb Hîzbûllah temsîl dikir. Îsraîl û DYE’yê êriş birin ser navendên stratejîk û potansiyela zanistî û parastinê ya welêt lawaz kirin. Welat di nava krîzeke giran a malî, aborî û siyasî de ye.”
Ivan Stanislav Mihaloviç bi dewamî anî ziman ku cîhana Rojava ‘prensê li sirgûnê’ jî di nav de piştgiriyê dide hemû hêzên siyasî û civakî yên li ber rejîma Ayetûllah radibin û got, “Tê dîtin ku aktorên rojavayî bi rengekî rasteqîn wê mijarê dinirxîne ku piştî hilweşîna gengaz a rejîma teokratîk şensê rêvebirina Îranê ji aliyê Riza Pehlewî ve gelekî kêm e. Ev fîgur tenê ji bo lawazkirina otorîteya Ayetûllahn û weke sembola protestoyê tê bikaranîn. Îranî wê bi xwe biryarê bidin ku dewlet an jî hikumet ji aliyê kê ve bê birêvebirin.”
Li ser rola Tirkiyeyê jî Ivan Stanislav Mihaloviç got, “Tirkiye wê xwe ji bûyerên li Îranê vegire; ti hincet nîne ku yekîneyên Tirk li Îranê bin. Pereyê Tirkiyeyê li gorî yê Îranê hinekî kêm bêqîmet e, lê belê ji bo ev rewş nebe gefek Erdogan bi giranî bi wê yekê re eleqedar dibe ku enflasyon nebe sedem ku gel biherike kolanan.”
Di dewama axaftina xwe de Ivan Stanislav Mihaloviç qala rewşa li Sûriyeyê kir û got, “Têkildarî ‘windabûna’ Serokkomarê veguhêz ê Sûriyeyê Ahmed el Şaraa ji holê tiştekî nizanim, lê belê bi rengekî eşkere tê dîtin ku hin komên Îslamî yên radîkal ên Sûriyeyê ku di têkoşîna li dijî rejîma Beşar Esad de pê re tevgeriyan, li derveyî kontrola wî ne. Van milîtanan destpêkê li herêmên Erebên Elewî, piştre jî li herêmên Erebên Durzî komkujî kirin.
Milîsên Şamê ku niha weke hêzên hikumetê tevdigerin, diavêjin ser taxên Kurdan ên li Helebê. Ez bawer im ku El Şara van çalakiyan ne weke parçeyek ji gelê Sûriyeyê bi tena serê xwe, lê belê bi zexta provokator Tayyîp Erdogan dike ku li herêmê bi rengekî nebaş deng vedaye.
Weke ku tê zanîn rojek berê El Şara bi Erdogan re bi telefonê axivî û piştre tank, wesayitên zirxî û yekîneyên topan ketin taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û taxên din ên Helebê. Li gorî îdîayan, milîtanên Şamê operasyoneke leşkerî ya cezakirina milîsên Kurd plan kirin û Enqereyê jî erê kir.
Li şûna yekkirina Sûriyeyiyan, avakirina hikumeteke tevgir, qebûlkirina destûreke bingehîn a ku mafên hemû komên etnîkî û olî nas dike û amadekarî ji hilbijartineke demokratîk a rasteqîn re bê kirin, rêveberiya Sûriyeyê ya veguhêz ji bo dilê Erdogan xweş bike li welatê xwe ku demeke dirêj e diêşe, careke din şer sor dike.
Erdogan û kûklayê wî Şara dixwazin milîsên Kurd ji Helebê derxînin, weke ku di Çileya 2018’an de Hêzên Çekdar ên Tirk di dema ‘Operasyona Şaxê Zeytûnê’ li herêma Efrînê kir, taxên Kurdan ên Helebê ji aliyê etnîkî ve paqij bikin. Di vê ‘operasyon’ê de bi sedan sivîl hati kuştin, bi hezaran Kurd neçar hatin hiştin ku koçî herêmên din ên Sûriyeyê û Iraqê bikin.
Xuya ye rayedarên Tirk niha jî plan dike ku bi rêya milîtanên HTŞ û SMO’yê li dijî Kurdan operasyoneke leşkerî pêk bîne.”

