Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca şermezarkirina êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya avahiya SZKˊê ji hêla berdevka saziyê Xaliya Xaşo ve hat xwendin, di daxuyaniyê de endamên saziyên civaka sivîl, xwenekar û şênî amade bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrişên hovane yên ku li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin sûcekî li dijî gelan û binpêkirina eşkere ya hemû nirxên exlaqî û mirovî ye.
Di dewama daxuyaniyê de êrişên rasterast li dijî şêniyan, binesazî û cihên tenduristiyê hatin şermezarkirin û hat gotin ku ev pêkanînên dermirovî ne.
SZKˊê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî da malbatên şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û şîfa ji birîndaran re xwest.

