Li paytexta Sûriyeyê Şamê bi şev dengê çekan hat bihîstin û ji ber vê yekê îdîayên derbarê hewldana darbeyê de zêde bûn.
Televîzyona fermî ya Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyeyê (SANA) ji weşanê hat rakirin û malperên Erebî û Îngilîzî yên ajansê jî venabin.
Li paytext nêzî Avahiya Çapemeniyê ya Dewletê û Serokatiya Serfermandariya Giştî dengê teqîn û çekan hat bihîstin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku Hosam Loqa yê ku Serokê Midûriyeta Ewlehiya Giştî ya rejîmê ye, hewl dide Beşar Esad ji desthilatê bixîne.
Hat ragihandin ku li taxa Kfer Sûsa ya Şamê di navbera Muhafizên Komarê yên Sûriyeyê û Tumena 4’emîn a Artêşa Ereb a Sûriyeyê da pevçûn derketine û gelek avahiyên dewletê hatine gulebarankirin.