Derheqê Ayhan Bayar ê ku ev 30 sal bûn girtî û tehliyeya wî ji bo salek û 6 mehan hatibû taloqkirin de biryara tehliyeyê hate dayin. Bayar herî dawiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin û diviyabû di 14’ê Nîsana 2024’an de bihata berdan. Lêbelê bi hinceta cezayên disiplînê tehliyeya wî hatibû taloqkirin.
Desteya Îdare û Çavdêriyê ji bo Bayar biryara tehliyeyê da. Tê payin ku Bayar sibe were berdan.