Duşem, 16 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rehşan Demîrel li gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran bîranîna Helebceyê: Bila weke Qirkirinê bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Oner de ‘xelat’ ceza li polîs hate birîn: 2 sal û 6 meh

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Torontoyê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Em ê komkujiyan ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    CPT: Başûr 307 caran hat bombebarankirins

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talabanî: Di vê demê de divê em aramiya gelê xwe biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bîranîna komkujiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Başûr bîranîna Helebceyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Têkildarî windahiyan hevrûbûneke rasteqîn şert e’
Rojane

‘Têkildarî windahiyan hevrûbûneke rasteqîn şert e’

Birayê Serdar Taniş ê li Silopiyayê beriya 24 salan hate windakirin û piştre agahî jê nehate wergirtin Yakûp Taniş got, "Şerekî bê exlaq û nehet hate meşandin. Hevrûbûneke rasteqîn êdî şert e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bêcezahiştina cînayetên ‘kuştinên kiryar nediyar’ ên bi destê leşker û cerdevanan hatin kirin, dewam dike. Li gel mikurhatinan jî pêkanîn li ser kesî nehate ferzkirin. Piraniya dosyayên hatin vekirin jî bi beraetê bi encam bûn. Yek ji van dosyayan jî dosya Ebûbekir Denîz û Serdar Taniş ên ji HADEP’ê bû ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê.

Di vê dosyayê de ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye mehkûm kir, kiryarên rastî nehatin dîtin. Birayê Serdar Taniş Yakûp Taniş anî ziman ku li gel dema di ser re derbas bûye jî edalet bi cih nehatiye anîn.

Serokê Navçeya Silopiya ya Şirnexê Serdar Taniş ê HADEP’ê, sala 2001’ê ji aliyê hêzên Tirk ve hate binçavkirin, lê piştre ti agahî jê nehate wergirtin. Birayê Taniş Yakûp Taniş ku Hevserokê Silopiya yê HDP’ê ye ji ANF’ê re axivî.

Taniş got, “Dewlet 50 sal in li hemberî Kurdan şerekî neheq û bê exlaq dimeşîne. Serdar yek ji hezaran mirovan bû ku di vî şerî de bû hedef.”

ŞIRNEX LABORATÛWAREKE TERORA DEWLETÊ BÛ

Taniş bal kişand ser atmosfera polîtîk a wê demê û got, “Li Şirnexê hiqûq derbas nedibû. Bi her awayî zext, bêhiqûqî û êşkence li wir dihate ceribandin, piştre jî li tevahiya Kurdistanê dihate belavkirin. Şirnex laboratûwarek bû. Ji bo avakirina rêxistina navçeyê ya HADEP’ê pêwîstî tenê bi 5 kesan hebû, lê belê ji ber zextê nedihate temamkirin. Piştî ku Serdar bû serokê navçeyê, hingî rêxistin hate vekirin. Beriya wê her kesên ku hewl didan vî karî bikin gef li wan dihate xwarin, zext li malbatên wan dihate kirin û îstifa dikirin. Serdar li ber xwe da.”

DI NAVA HEFTEYEKÊ DE DESTPÊ KIRIN

Taniş anî ziman ku avahiya partiyê di 18’ê Çileya 2001’ê ji nû ve hate vekirin, lê belê piştî hefteyekê dema ku Serdar Taniş li gel endamê partiyê Eyyup Kaya ji bo vekirina xeta telefonê ya avahiya partiyê ya nû serlêdan kirin, hingî ji aliyê wesayiteke sivîl ve hatin rawestandin û got, “Kesên ji wesayitê peya bûn, ji Serdar re gotin, divê îfadeyê bide. Serdar îtiraz kir û anî ziman ku ew serokê navçeyê ye. Got, ‘Eger divê îfadeyê bidim, hingî li gorî ûsilê divê hûn bang bikin’. Wan jî hingî li nava sûkê dev jê berdan, lê belê piştî demeke kurt bi banga ji fermandariya jendermeyan a navçeyê Serdar neçar ma biçe.

NEKARÎ CAREKE DIN JI WIR DERKEVE

Ebûbekir jî got, ‘Bi tenê neçe, ez jî bi te re têm’. Ketin wesayita dikandarekî bi navê Omer Sansûr. Li ber deriyê jendermeyan ên navçeyê li du nobedarên ji gundê me rast hatin. Serdar ji wan re got, ‘Ez ê îfadeyê bidim, derkevim’. Ev yek bû kêliya dawî ya ku Serdar hate dîtin. Danê êvarê dema ku nehat malê, weke malbat em çûn ber qereqolê. Parêzer ketin dewrê, hevdîtin bi jendermeyan re hate kirin. Lê belê fermandarê jendermeyan got, ‘Yekî welê nehat gel me’. Halbûkî şahidên me hebûn. Kesê ku Serdar xist wesayitê, nobedarên li ber deriyê jendermeyan ku silav dan Sedar… Her tişt li holê bûn.”

TÊKOŞÎNA JI BO HIQÛQÊ DEWAM KIR

Yakûp Taniş diyar kir ku wan dest ji têkoşîna hiqûqê bernedan û got, “Manşeta rojnamevan Celal Başlangiç a li rojnameya Radîkalê gelekî bi bandor bû. Sernavê ‘Van zindî bibînin’ pêvajo xist rojeva raya giştî. Me belge komî ser hev kir, şahid derxistin holê. Li gel vê yekê jî dewlet ji nedîtî ve hat. Dosya bi rêya Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD’ê Osman Baydemîr û parêzvanê mafên mirovan parêzer Tahîr Elçî radestî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate kirin. Tiştek qewimî ku di dîroka DMME’yê de hatibû dîtin. Hîn rêyên hiqûqî yên navvxweyî neqediya bû, doz tenê di nava 5 saetan de qebûl kir. Tirkiye ji sûcê nemeşandina lêpirsîneke bi bandor hate mehkûmkirin, lê belê li gel vê yekê jî kiryar hînê têne parastin. Ne birayê min derkete holê ne jî yên ku ew winda kirin.”

POLÎTÎKAYA BI RÊK Û PÊK A DEWLETÊ BÛ

Taniş anî ziman ku bûyera qewimî ne bûyereke kêmdîtî bû, lê parçeyek ji polîtîkaya bi rêk û pêk a dewletê bû û got, “Windakirina Serdar ne tenê windakirina kesekî bû. Di salên 1990’î de bi hezaran kes hatin windakirin. Di salên 2000’î de gef, êşkence, operasyonên siyasî dewam kirin. Ev yek êrîşeke bi rêk û pêk bû, ji bo gelek tine bê hesibandin. Sûcekî li dijî mirovahiyê bû. Cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li naverastê hate hiştin. Ev yek êrîşa li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Aqlê dewletê êrîş bir ser xwezayê, çandê û extiyarên me. Ev yek şerekî neheq û bê exlaq bû. Divê dewlet êdî rexneyê bide. Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan divê ava bibe. Navê kiryaran bê eşkerekirin. Aştî tenê bi hevrûbûnê dibe. Ne siyaset, divê mirovahî bê axaftin. Ne pêngavên siyasî yên rojane, yên ku gavên mezin diavêjin di dîrokê de têne bîranîn. Dewlet heta ku hesabê rabirdûyê nede, nikare bi pêş ve biçe. Neçar e sekneke welê nîşan bide ku rûmeta mirovan biparêze. Rêyeke din nîne. Her ku di şer de israr kir dewlet riziya.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Dîlan Kûnt Ayan: Qanûna înfazê divê neyê derengxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DFG’ê rapora meha Adarê eşkere kir

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha Adarê êriş li 6 rojnamegeran hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

Bi pêşengiya mamosteyên ZarokMa û GerokMa û tevkariya Dergah, Meclisa Jinan a Nûda û meclisa…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Swîsreyê ya ku ji Rojava vegeriya: Divê korîdoreke mirovî ya lezgîn ji bo Kobanê bê vekirin

Şandeya Swîsreyê ya ku li Rojava lêkolîn dikirin, vegeriya welatê xwe. Berdevka şandeyê Franziska Stier…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rehşan Demîrel li gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gelek bajaran bîranîna Helebceyê: Bila weke Qirkirinê bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di doza Oner de ‘xelat’ ceza li polîs hate birîn: 2 sal û 6 meh

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?