În, 16 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn: Elewî di nav pêvajoyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuzel: Aştiyeke bi rûmet berpirsyariya me hemûyan e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Hevrê Fûat ji bo biwatekirina rêxistinbûyînê roleke girîng lîst

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhejek çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Besta Botan: PKK’bûyîn wê ji bo me timî serbilindî û rûmet be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabrî Ok: Ji xwe û Rêber Apo bawer bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Dewleta Tirk 23 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê li dijî binçavkirin ambargoyê kona berxwedanê vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê: Em ê serî li ber zilmê netewînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Mexmûrê li Bexdayê hate girtin: Gel dest bi meşê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Têkiliyên Tirkiye-Misrê -II
Rojane

Têkiliyên Tirkiye-Misrê -II

Desthilatdariya AKP'ê ku sala 2013'an têkiliyên xwe yên bi Misrê re qut bû, li rojhilatê Derya Spî û Lîbyayê kete nava şerê berjewendiyên herêmî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bi ‘Bihara Ereb’ re piştî ku desthilatdariya Husnu Mubarek hate têkbirin, Biratiya Misilman bû desthilatdar, lê desthilatdariya wan a li Misrê zêde dewam nekir. Piştî darbeya Sîsî têkiliyên navbera Tirkiye û Misrê xera bûn. Desthilatdariya AKP’ê û Serokkomarê Tirk Erdogan piştgiriya ji bo Biratiya Misilman di siyaseta navxweyî de demeke dirêj bi kar anî, anî ziman ku wê ti carî hevdîtinê bi Abdulfettah Es Sîsî re neke, her wiha muxalefet jî weke ‘alîgirê Sîsî’ sûcdar kir. Erdogan û AKP’ê çend roj berê Serokkkomar Sîsî li Tirkiyeyê pêşwazî kir.

Di beşa duyemîn a dosyaya xwe de em ê bala xwe bidin ser lêgerîna Tirkiyeyê ya li gazê ya li rojhilatê Derya Spî ku piştî xerabûna têkiliyên herdu aliyan destpê kir û meseleya Lîbyayê binirxînin.

Beriya dijberiya Tirkiyeyê ya li Misrê bi serkêşiya Ahmet Davûtoglû stratejiya polîtîkaya derve hate meşandin. Wezîrê Karên Derve yê wê demê Ahmet Davûtoglû ev stratejiya ku weke ‘Sifir pirsgirêk’ pênase dikir, di Kovara Foreign Policy ya hejmara 21’ê Adara 2013’an de bi sernavê ‘Di dema nû de polîtîkaya sifir pirsgirêk’ di gotara xwe de bi vî rengî nirxandibû: “Bi taybetî piştî ku min dest bi wezîfeya Wezareta Karên Derve kir, pîvana ‘bi cîranan re sifir pirsgirêk’ bû pîvana bingehîn a polîtîkaya derve ya Tirk ku li ser hate axaftin. Ji aliyê gotinê ve ev pîvan modeleke îdeal bû, lê belê di polîtîkaya derve ya Tirk de guhertina mejî jî nîşan dida. Di rojeva polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê de êdî nakokiyên kronîk ên bi cîranan re mijûl dibû, nîne…”

POLÎTÎKAYA DERVE YA ÊRÎŞKAR

Ev stratejiya Davûtoglû nekarî bibe asteng ku Tirkiye li herêmê nebe pirsgirêk. Davûtoglû di sala 2013’an de ev yek nivîsand, lê di sala 2014’an de bi rayedarên payebilind re ku Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî di nav de bû li ser destwerdana li Sûriyeyê hevdîtinek kir û qeyda deng a hevdîtinê hate weşandin. Di vê qeyda deng de ku agahiyên girîng têkildarî şerê li Sûriyeyê hebûn, ev gotinên Hakan Fîdan di bîra mirovan de man, ‘Binihêrin, binihêrin fermandarê min, eger pêwîstî bi hincetê hebe ez ê 4 kesan bişînim aliyê din, bikim ku 8 fuzeyan biavêjin qadeke vala. Pirsgirek ew nîne. Hincet dikare bê afirandin’. Xeteke nû ya polîtîkaya derve hate diyarkirin ku Hakan Fîdan û MÎT bi rengekî çalak di nav de bûn. Hakan Fîdan ku niha Wezîrê Karên Derve ye, afirînerê vê xetê bû.

Fîdan bi operasyonên MÎT’ê yên ji Lîbya heta bi Kafkasya û Sûriyeyê tevkariyeke mezin li wê yekê kir ku polîtîkaya derve bibe karê îstîxbaratî. Tayînkirina Fîdan weke wezîrê karên derve jî ev polîtîka temam kir. Hêza proaktîf a MÎT’ê ya li ser polîtîkaya derve ji Rojava heta Başûrê Kurdistanê hîn jî dewam dike.

KRÎZA LI ROJHJILATÊ DERYA SPÎ

Ev guhertina doktrînê di meseleya Rojhilatê Derya Spî û Lîbyayê de jî şênber dibe. Divê mirov bala xwe bidin ser liv û tevgera li vê derê ya beriya vê stratejiyê. Li Rojhilatê Derya Spî di çarçoveya sînorên deryayê de di navbera Misir, Îsraîl, Lubnan û Qibrisê de, salên 2003, 2007, 2010’an 3 peymanên Herêma Aborî ya Munhasir (MEB) hatin îmzekirin. Tirkiyeyê sala 2011’an ev peyman qebûl nekir û bi bakurê Qibrisê re ku bi xwe dagir kiriye peymanek îmze kir. Bi kûrbûna şerê li Sûriyeyê re Tirkiyeyê berê enerjiya xwe da vê derê. Rezervên hîdrokarbon ên ku tê gotin li Rojhilatê Derya Spî ne, Tirkiye careke din ber bi vê herêmê ve kişand. Hate îdîakirin ku nêzî 15-20 trîlyon metrekup gaza xwezayî hatiye dîtin û wê têra enerjiya 572 salan a Tirkiyeyê bike. Di vê çarçoveyê de desthilatdarî bi têgihiştina ‘Bêyî Tirkiyeyê proje nameşe’ tevgeriya.

XEYALA ‘WARÊ ŞÎN’

Di vê demê de Tirkiyeyê keştiya xwe ya lêkolînê ya Orûç Reîs bi merasîmê şand Derya Spî, lê belê mesele tenê herêmî nema. Piştî ku Fransa jî tevlî bû, krîz mezin bû. Tirkiye ku li gorî peymanên navneteweyî tevnedigeriya, bi taybetî Peymana Hiqûqa Deryayê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1982’an binpê kir. Gihîşt wê astê ku bi Yewnanistanê re şer bike. ‘Teoriya Welatê Şîn’ a neteweperestan ji aliyê AKP’ê ve hate bikaranîn. Ev doktrîna Tumamîralê teqawîtbûyî yê ji Fermandariya Hêzên Deryayê Cem Gurdenîz, polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Derya Spî, Ege, Marmara û Derya Reş diyar dike. Yê ku teoriya Gurdenîz şênber kir jî Cîhat Yayci bû. Di vê projeyê de ji aliyê çavkaniya avê û çavkaniyên deryayê ve erk ji Tirkiyeyê re tê dayin û peymanên deryayê yên navneteweyî nas nake.

LI LÎBYAYÊ BERSIVA JI MISRÊ RE

Di piştperdeya rabûna Yewnanistan û Tirkiyeyê ya li hemberî hev d gelek meseleyên dewletan hebûn. Yek ji wan jî Misir bû. Misir ku ji sala 2013’an û pê ve têkiliyên bi Tirkiyeyê re di nava rageşiyê de bû, di vê meseleyê de 6’ê Tebaxa 2020’î bi Yewnanistanê re peymana deryayê mohr kir û hîn bêhtir bû aliyekî vê pirsgirêkê. Misrê li gel zexta Yewnanistanê jî qada deryayî ya Meîs û giravên Yewnan bi erkeke tam qebûl nekir. Ev yek jî weke stratejîk bi rengê ku xeranekirina hîn bêhtir a têkiliyên bi Tirkiyeyê re hate şîrovekirin. Her wiha wê demê di navbera Misir û Tirkiyeyê de gavên ji bo asayîbûnê hatibûn avêtin, lê belê piştî ku Tirkiyeyê bi Lîbyayê re peyman mohr kir, Misrê ev normabûyîn betal kir.

MESELEYA LÎBYAYÊ

Li Rojhilatê Derya Spî rewş bi vî rengî bû. Li Lîbyayê jî ku di nava tevlîheviyeke navxweyî de bû Tirkiye bi roleke çalak radibû. Serokê Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbyayê Fayiz es Serrac ku AKP’ê piştgiriya wî dikir, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di meseleya Rojhilatê Derya Spî de bi rê ve dibir. Peymana li ser hîdrokarbon a ku Tirkiyeyê bi Lîbyayê re îmze kir, krîza li Rojhilatê Derya Spî ji nû ve geş dikir. DYE, Fransa, Yewnanistan, Yekîtiya Ewropa û Misir li ber vê peymanê rabûn. Di navbera salên 2019-2020’an de ji aliyê leşkerî ve li Lîbyayê di navbera Misir û Tirkiyeyê de hin rageşiyan rû dabûn.

Li hemberî polîtîkaya leşkerî û siyasî ya Tirkiyeyê ya li Lîbyayê, li dijî bandora Tirkiyeyê ya li ser Rojhilatê Derya Spî, Misrê hevkariya xwe ya bi Yewnanistan, Fransa û welatên Kendavê re xurt kir. Ev polîtîkaya Misrê ji bo xurtkirina aktorên li rojhilatê Lîbyayê bû. Herdu welatan li Rojhilatê Derya Spî û Lîbyayê şerê berjewendiyan kiribin jî neketin nava şerekî yekser û pêvajoya asayîbûnê dewam kir.

Beşa dawî: Normalbûyîna têkiliyên Misir û Tirkiyeyê…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êşkence li girtiyê nexweş Odûncû kirin
Nûçeya Pişt re Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YNK: Xiyaneta PDK’ê ya beriya 28 salan veguherî birîneke kûr

Polîtburo ya YNK'ê di salvegera dagirkirina Hewlêrê de daxuyaniyek da û got, "Ev xiyanet veguherî…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Êrîş hatin şikandin, bi dehan çeteyên SMO’yê hatin kuştin

Şervanên QSD'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê yên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê kantona Cizîrê gihiştin Bendava Tişrînê

Gelê kantona Cizîrê û koçberên kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ku tevlî çalakî û berxwedana Bendava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Riza Altûn: Elewî di nav pêvajoyê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tuzel: Aştiyeke bi rûmet berpirsyariya me hemûyan e!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Hevrê Fûat ji bo biwatekirina rêxistinbûyînê roleke girîng lîst

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?