Pêncşem, 11 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bahattîn Oncu yê ku berdana wî dihat astengkirin 31 sal şûnde hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Em dikarin bi gelê Tirk re bi hev re bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî dê bi Babacan û Bahçelî re hevdîtin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cengîz Çîçek: Em mecbûr in jiberkirinên xwe biterkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MHP’ê rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê radestî Serokatiya Meclîsê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanyayê dema wezîfeyê ya hêzên xwe yên li Iraqê dirêj kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Plaforma Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Nexede: Hevala Feraşîn bi rengê jinê fermandarî dikir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Têkoşîna xwe ya 35 salî li Tişrînê didomîne
Rojava

Têkoşîna xwe ya 35 salî li Tişrînê didomîne

Hêvî Îbrahîm Hesen a ku di salên 1990’î de Têkoşîna Azadiya Kurd nas kir, ji bo parastina mal, tax û kolanên xwe têdikoşe wiha got: “Bendava Tişrînê rûmeta me ye. Em ê rûmeta xwe biparêzin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hatina Rêber Apo ya Rojava di sala 1979’an de pêş ket, ev ji bo gelê Kurd ronahiya hêviyeke nû çêdike. Ev rewş gelek kes ji bo têkoşîna azadiya gelê xwe teşwîq dike. Hevî Îbrahîm Hesen a 56 salî yek ji wan kesan e. Hevî Îbrahîm ku li Qamişloyê ji dayik bû û mezin bû, di salên 1990’î de Têkoşîna Azadiya Kurd nas dike û tevlî xebatên rêxistinkirina gel dibe. Ji bo belavkirina fikrên Rêber Apo derî bi derî digere. Hevî Îbrahîm qala wan rojan kir û wiha got: “Me girtin da ber çavê xwe, lê gav paşde neavêt. Em tevî zilm û zextên rejîma Sûriyeyê di parastina hebûna xwe de bi israr bûn. Me bawer dikir ku wê fikrên Rêber Apo gelê me ronî bike.”

 

SOZ DIDE BIRAYÊ XWE YÊ ŞEHÎD

Birayê wê Reşît Îbrahîm Hesen di şîna xalê xwe Xurşîd Sileyman (Şahîn) ku 1990’î de şehîd bû, soza tevlîbûna li Têkoşîna Azadiya Kurd dide. Ev dilsozî û biryardariya malbatê ya ji bo têkoşînê xurt dike. Lê piştî ku Reşît Îbrahîm Hesen di sala 1996’an de tevlî karwanên şehîdan dibe, ev yek bandorekî kûr di jiyana Hêvî de dihêle û biryardariya xwe ya di têkoşîna azadiyê de mezin dike. Tê bîra wê ku dema xatir ji birayê xwe dixwaze wiha gotiye, “Bila çavê te li paş nemîne, deriyê me ji bo hevalan heta dawî vekiriye, em ê bidin pey têkoşîna te.”

LI DIJÎ ZILMA REJÎMA BAASÊ TÊDIKOŞE

Hêvî Îbrahîm Hesen wekî kesek dilsozê nasname, ziman û çanda xwe ya Kurd bi gelek zehmetî û zextan re rû bi rû dimîne. Di dema rejîma Baasê de hem bi ew hem jî malbata wê bi awayekî giran ji zilm û zexta rejîmê bandor dibin. Dema rêveberiya Baasê bi taybet polîtîkayên tinehesibandin û biçûkxistina nasnameya Kurd dimeşîne, di aliyê aboriyê de jî gelê Kurd dorpêç dike. Hêvî Îbrahîm Hesen ji ber pirsgirêkên aborî neçar dimîne koçî Şamê bike, 9 salan li vir dijî.

Hêvî Îbrahîm Hesen dema li Şamê bû berpirsyarî û erkên xwe yên welatparêziyê jî bi cih tîne û di vê demê de bi beşdarbûna xwe ya li çalakiyên girseyî yên cûrbecûr tevkarî li têkoşîna parastina mafên Kurdan dike. Hişmendiya welatparêziyê her tim hem ji bo xwe û hem jî ji bo malbata xwe esas digire û tevî zehmetiyên dibîne jî baweriya xwe winda nake. Helwesta Hêvî Îbrahîm Hesen a di vê demê de ji bo Kurdên li Şamê dibe mînak.

VEGERA WARÊ XWE

Destpêkirina Şoreşa Rojava ji bo Hêvî dibe xala werçerxê. Ev pêvajo ji bo gelê Kurd di xwe rêvebirin û lêgerîna azadiyê de firsendekî mezin pêşkêş dike. Hêvî Îbrahîm Hesen kurê wê yê ku ji bo rejîma Sûriyeyê 4 salan ji neçarî leşkeriyê kir, ji vê xizmeta bi darê zorê rizgar dike û berê xwe dide bajarê Qamişloyê. 

Hêvî Îbrahîm Hesen ku dema qala Şoreşa Rojava dike çavên wê diteyisin wiha qala heyecana xwe ya bi şoreşê re dike: “Dema ku min bihîst şoreş çêbûye, min ewil dest bi amadekariyên vegera Qamişloyê kir. Rejîma Baasê kurê min bi zorê biribû leşkeriyê, çar salan leşkeriyê kiribû. Divê min bi awayek wî ji vî zilmî rizgar kiriba û vegeriyana Qamişloyê. Xeyalên me yên bi salan pêk hatibûn û ez ê vegeriyama Qamişloya ku lû jidayik bûm û mezin bûm.”

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ LI NAVA GEL BELAV DIKE

Bi Şoreşa Rojava re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî û rêxistin hatin avakirin. Di vê pêvajoyê de Hêvî Îbrahîm Hesen girêdayî îdialên xwe yên şoreşgerî ma û rolek çalak di avakirin û çalakbûna van saziyan de girt. Hêvî ya ku bi daxwaza tevkariya têkoşîna azadiyê ya gelê xwe girîngî pê da ku di her qonaxa pêvajoya şoreşê de cih bigire, li gund û bajaran pêşengî ji hewldanên parastina nasname û destketiyên xwe kir. Di vê têkoşînê de bû yek ji kevirên bingehîn ên serketina Şoreşa Rojava. Hêvî Îbrahîm Hesen ku tevkarî li piştevaniya civakî û têgihiştina parastina cewherî kir ku bingehên Şoreşa Rojava ne, di sê salên dawiyê de bi cihgirtina li nava Hêzên Parastina Cewherî (HPC) xizmetê ji şoreşê re dike.

LI TIŞRÎNÊ BIRYARA RAKIRINA ALA SERKETINÊ

Hêvî Îbrahîm Hesen ku ji malbata xwe 16 şehîd da, yek ji dayikên ku di 17’ê Çileyê de tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bûye ye. Hêvî Îbrahîm Hesen ku ji bo parastina welat, av û enerjiya xwe dest bi tevgerê kir wiha dibêje, “Îro ne roja rûniştina li malê ye. Gelê me ji mirinê natirse. Mirinê dide ber çavên xwe, lê dagirkirina Tişrînê nade ber çavê xwe. Li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şerê Gel ê Şoreşgerî tê jiyîn. Yên ku li ber xwe didin gel in. Em ê bi hev re serketinê bi dest bixin.”

Hêvî Îbrahîm Hesen îşaret bi yekîtiya gelan kir û wiha got: “Em bi Kurd, Ermen, Suryan, Ereb û tevahî gelên din re diçin parastina bendava xwe. Bendava Tişrînê ya me ye. Em ê şehadetê bidin ber çavên xwe, lê destûrê nedin dagirkirina Bendava Tişrînê. Tişrîn rûmeta me ye, em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ûyar: Zextên li girtîgehan zêde bûn
Nûçeya Pişt re Îmrek: Desthilatdarî dixwaze muxalefetê belav bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên 8’ê Adarê: Heke pergaleke nû were avakirin, ev bêyî jinan nabe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî anî ziman ku ew ji bo bibin…

Ji aliyê Stêrk TV

Hatîmogûllari: Bêyî naskirina sînoran têkoşîn para me ya hevpar e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komxebata Koma Xebatê ya Wekheviya Zayenda Civakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Neteweyên Yekbûyî krîza malî û jinûve birêxistinkirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber krîza lîkîdîte, bi taybetî ji ber deynê mehane yê 2.8…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê şervanê QSD’ê Bextêyar Dirbêsiyê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameyên 3 şehîdên QSD’ê hatin eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hewldana reva ji Kampa Holê hate astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Desteya Rêveber û Berdevka YRJ’ê diyar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?