Hêrsa ku li ser porê şervanekê ku ji hêla çeteyekî berê yê DAÎŞ û El-Nûsra yê HTŞ’ê ve hat jêkirin û li ser medyaya dîjîtal hate parve kirin, li ser parzemînên cîhanê hat rêxistinkirin û veguherî biryardariyê.
Çeteyê bi navê Yûsûf (Ramî) El Dehîş di dîmena bi mebesta “xanîmeta şer” a di êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava de parve kir de got, “Ev porê heval e, min ji Reqayê anî, jixwe miriye lê porê wê sax maye” bi rastî îdeolojiya barbar a ku ew temsîl dike eşkere kir. Cêwiyê ruhê heman barbariyê li Helebê, bedena bêcan a şervana berxwedanê ya wêrek Denîz Çiya bi qîrkirina “Allahu Ekber” ji qata sêyemîn a avahiyekê avêt. Heman artêşa barbar dîmena parve kir ku tê de heqaret li du şervanên jin ên berxwedanê yên ku ew revandine dikir.
Li gorî xwe piştî têkçûna wan a li bajarê Kobanî di 26’ê Çileya 2015’an de, ew tola xwe ji jinan û Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê yên ku ruh dane şoreşê digirin. Ji ber ku wan derbeya herî mezin ji wan xwaribûn. Helbet tolhildan ne tenê hinceta vê barbariyê bû; her tiştê ku wan kir şertek ji baweriya cîhadîst bû.
KAMPANYAYA #KEZIYÊNMETIRSAWE
Piştî porê hûnandî ji hêla cîhadîstekî bi navê Yûsûf El Dehîş ve bi vîdeoyekê hat parvekirin, jinan bi hûnandina porê xwe bersiv dan vê barbariyê. Kanala televîzyonê ya jinan Jin TV di 22’yê Çileyê de li ser platformên medyaya dîjîtal kampanyayek hashtag bi navê #KeziyênMeTirsaWe da destpêkirin. Kampanya ku bi lez belav bû û hîn jî berdewam dike, veguherî toreke hevgirtinê ya rêxistinkirî bi jinên ku li Rojava li ber xwe didin re. Ev kampanyaya sembolîk ku bi jinên Kurd dest pê kir, bû navê têkoşînek ku li seranserê parzemînan belav bû. Siyasetmedar, femînîst, çalakvan, parêzvanên jîngehê, xwendekar, zarok, jin û ciwan beşdarî kampanyayê bûn û helwesta xwe li dijî êrîşên qirkirinê ragihandin.
Bavan porê keçên xwe, mêran porê hevjînên xwe, dayikan porê jinan û ciwanan jî porê hevdu hûnandin; peyama “em bi we re ne” di guhên şervanên li çeperên berxwedana Rojava de ku ew nekarîn bigihîjin wan de dipijiqandin. Ne tenê por bû ku hat girêdan; ew hevgirtinek bû ku ji cîhanê ber bi Rojava ve dirêj dibû. Wan sedemên xwe yên beşdarbûna di kampanyayê de bi gotinên “Her têlek porê me berxwedana me xurt dike” diyar kirin.
‘KEZIYÊN TERORÎST’ LI TIRKIYEYÊ HAT DARIZANDIN
Ev kampanyaya hevgirtinê ya bêguneh, ku li seranserê cîhanê têkiliyek berfireh bi dest xist, li Tirkiyeyê di bin navê “terorîzmê” de hat darizandiin. Dadweriya Tirkiyeyê li kêleka çete Yûsûf El Dehîş cîh girtibû. Yûn ku wî şermezar dikirin, rexne an jî li dijî wî axivîn bû teredût ceza bikin.
Hemşîre Î.A. a ku kedkara tenduristiyê ye, dîmenek parve kir û got, “Dibe ku ne heman por be, lê heman êş, heman hest.” Ew bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat binçavkirin, li ser înternetê rastî heqaret û tacîzê hat û di dawiyê de ji karê xwe hate dûrxistin.
Kluba futbolê ya Amedsporê jî li ser hesabê medyaya dîjîtal tevlî kampanyaya #KeziyênMeTirsaWe bû. Hem klûb û hem jî serokê wê cezayên dîsîplînê wergirtin. Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bi vê yekê razî nebû, bi hinceta “zirar daye rûmeta futbolê” 802,500 TL ceza da Amedsporê. Federasyonê bi eşkereyî ji sûcên şer û zirara rûmeta mirovahiyê bêxeber bû, wêneyek keçek ciwan a bi porê hûnandî wekî “zirard daye rûmetê” şîrove kir.
Di demekê de ku Tirkiye bi darizandina şervanên berxwedanê re mijûl e, kampanya jixwe sînoran derbas kiriye û veguheriye rêbazek têkoşînê ya gerdûnî.
DEMA ZÊDEKIRINA KEZIYAN E
Bi sed hezaran jin bi herikîna kolanan re cesareta xwe kirin yek, agirê di dilê xwe de geş kirin; bi niyeta têkoşînê porê xwe hûnandin. Her jinek ku porê xwe hûnand, bi hişmendiya meyandina têkoşîneke ji bo hesab ji sûcan bipirsin hêza xwe bi rêxistin dikin.
Weê hesabû Denîz Çiya ku ji qata sêyemîn a avahiyek li Helebê hat avêtin, şervana ku porê wê hat birîm; şervanên berxwedanê yên ku hatine revandin û êşkencekirin; zarokên ku li Kobanê di sermayê de terkî mirinê hatine kirin û zilma li ser gelê Kurd ê ku di lepên qirkirinê de asê maye tê kirin, wê bê pirsîn. Zîhniyeta Kurdan li goarî berjewendiyên xwe tenê wekî “leşker” dibîne, tenê wekî “koleyan” ku ji wan tê hêvîkirin ku guh bidin xwediyên xwe wê hesab ji wan bê pirsîn. Xerabiya ku di Yûsûf el-Dehîşan de bûye beden wê hesab bidin.
Û Kurdên ku bûye hedefa hemû sûcên şer, ji “fikarê” wêdetir tiştek din nekirine, wê ji kes, sazî û mekanîzmayan hesab bipirse.
Dema zêdekirina keziyan e…

