Çarşem, 4 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    “Li hemberî têkoşîna domdar tu bandora şerê taybet tune ye”

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari û Ahmet Davutoglû: Bila gavên şênber bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG û DFG’ê bertek nîşanî binçavkirina nûçegehînên ETHA dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li girtîgehên li Îranê dermanekî bi guman didin girtiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Peymana bi Şamê re bi saya Birêz Ocalan pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Şehîd Ehmed Hêmin wê sibê li Silêmaniyê merasîmekî girseyî were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    26 rêxistinên civakî yên sivîl ên Mûşê li ser Rojava daxuyanî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    IWA: Piştgirî bidin jinên ku li Rojava li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Derbendîxanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin’ li Krasnodarê peyama piştgiriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê tabûra jinan hat avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê encamnameya yekemîn konferansa xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Têkoşîneke birêxistinkirî û berxwedana gelê Kurd hêviyeke mezin e’
Rojane

‘Têkoşîneke birêxistinkirî û berxwedana gelê Kurd hêviyeke mezin e’

Pîrê Ocaxa Sînemîliyan Suleyman Deprem da zanîn ku Tirkiye kaosa li Sûriyeyê bikar tîne, dijminatiya gelê Kurd dike û ji ber felsefeya jiyana komunal jî dijminatiya Elewiyan dike û got ku têkoşîneke birêxistinkirî û berxwedana gelê Kurd hêviyeke mezin e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pîrê Ocaxa Sînemîliyan Suleyman Deprem li hemberî êrîş û qetlîamên cîhadîstên tundraw ên li Sûriyeyê yên li ser Elewiyan û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser gelê Kurd banga têkoşînê kir. Suleyman Deprem nêrînên xwe yên têkildarî van mijaran ji ANF’ê re anîn ziman û wiha got: “Sermayeya gerdûnî girêdayî Projeya Mezin a Rojilata Navîn hewl dide ku desthilatdariya xwe xurt bike. Rewşa li Sûriyeyê kaoseke mezin e û ev kaos berdewam dike. Tirkiye, Îran û Iraq hewl didin ku ji vê kaosê sûd werbigirin. Nemaze polîtîkaya Tirkiyeyê ya ku dijminatiya gelê Kurd dike, hewl dide ku vê kaosê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bîne. Lê belê ev hewldanên Tirkiyeyê bêhûde ne û dê teqez Kurdistan ava bibe.’’

ELEWÎ JI BER BAWERIYA XWE HEDEF TÊN GIRTIN

Suleyman Deprem anî ziman ku dijminatiya li hemberî Elewiyan a li erdnigariya Îslamê jî bi temamî ji ber felsefeya jiyana komunal e û wiha pê de çû: “Felsefeya Elewiyan a ku parvekirinê, aştiyê û hezkirinê esas digire, ne di çarçoveya berjewendiyên pergala milkiyeta taybet a kapîtalîst de ye. Ji ber vê yekê ji berê heya niha li Rojhilata Navîn dijminatiya li hemberî Elewiyan hebûye. Ev dijminatî niha xwe li Sûriyeyê nîşan dide. Lê belê hilweşandina rejîma Esad û bidestxistina desthilatdariyê ya ji aliyê DAÎŞ û avaniyên weke wê, nayê wateya ku dawî li kaosa li Sûriyeyê hatiye. Dê ev kaos berdewam bike.”

BERXWEDANA GELÊ KURD BALA HEMÛ CÎHANÊ KIŞAND’

Deprem destnîşan kir ku Tirkiye kaosa li Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û hewl dide ku polîtîkayên xwe yên dijminatiya li hemberî gelê Kurd û Elewiyan bigihîne asteke din û got: “Li gel vê yekê têkoşîna gelê Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bala DYE û hêzên global kişandiye. Avaniyên kapîtalîst û emperyalîzma DYE’yê xetereya DAÎŞ’ê ferq kirin û ji ber vê yekê piştgiriyê didin berxwedana gelê Kurd.  Ev piştevanî bi demê re rê li ber avabûna Kurdistanê jî vedike. Nêzîkatiyên DYE û Îsraîlê û berxwedana gelê Kurd nemaze ya li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê vê pêvajoyê leztir dike.”

KURD TESLÎMÎ NEDIYARIYÊ NABIN!

Suleyman Deprem bal kişand ser girîngiya birêxistinbûna Elewiyan û hêvîbexşiya berxwedana gelê Kurd û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dewleta ku li hemberî vê rewşê tevgavbûyî û qurf jê re çêbûye, dest bi hevdîtina li gel Kurdan kir û di heman demê de jî gefên xwe didomîne. Lê belê Kurd dê teslîmî vê nediyariyê nebin. Fikreke wiha şaş e. Sedema êrîşên li ser Elewiyan ew e ku yekîtiya Elewiyan a ax, ziman û baweriyê bi awayekî sîstematîk perçe bikin. Elewiyên ku beriya niha li ser axa xwe bi awayekî azad xwe bi rêve dibirin, nemaze piştî 12’ê Îlonê bi polîtîkayên sirgûnkirinê re ji axa xwe hatin dûrxistin.

Bêrêxistinbûna Elewiyan jî rê li ber zêdebûna van êrîşan vedike. Divê Elewî weke serdemên Şêx Bedrettîn, Kalender Çelabî û Pîr Sultan girêdayî xweparastina xwe bin û di warê siyasî, civakî û baweriyê de xwe birêxistin bikin. Lê belê ya niha rewşeke hêvîbexş tine ye. Êrîşên bêperwa yên sermayeyê xwe di hemû qadan de nîşan didin. Lê belê em dikarin bibêjin ku bingeha ku ji aliyê berxwedana gelê Kurd hatiye avakirin, li hemberî vê tabloya reş û tarî hêviyeke mezin e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê SIBATA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Ûyar: Zextên li girtîgehan zêde bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bayindir: Dijminatiya Kurd rê li ber mirina girtiyan vedike

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li şîna Abdûlkadîr Kûday ê li girtîgehê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Esreen Ghadri: Ji bo Kurdan dema yekîtiya stratejîk e

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Emerîkayê Esreen Ghadri got, dewleta Îranê hatiye qonaxa…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Gulistan Tara hate veşartin

Cenazeyê kedkara çapemeniya azad Gulistan Tara ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

“Li hemberî têkoşîna domdar tu bandora şerê taybet tune ye”

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 4’Ê SIBATA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo Şehîd Ehmed Hêmin wê sibê li Silêmaniyê merasîmekî girseyî were lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Rojava kolan bi kolan di xweparastinê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?