Duşem, 2 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Holmes: Aşitiya mayînde bêyî mîsogeriya destûrî nayê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa piştgiriya Rojava: ‘Em ji bo yekîtiya xwe li qadan in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê ruhê yekîtiyê veguherînin hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta Rojava bibe xwedî statû em ê li qadan bin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Qeladizê ji bo piştevaniya Rojava daket qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Şehîd Ehmed Hêmin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhed ji bo Rojava li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Selîm Sadak ji ber nêzîkatiya hevxemiyê spasiya gel û dostan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî peyker tê çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Mexmûrê bi meşeke girseyî 1’ê Sibatê Roja Rojava pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa VIM çû serdana Kongra Star

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê ya Ereb: Me Kurd û Ereban timî bi hev re jiyan kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Jinan a Rojhilat: Bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Temellî: Bêyî budçeya aştî û nan ne edalet pêk tê, ne jî xizanî diqede
Rojane

Temellî: Bêyî budçeya aştî û nan ne edalet pêk tê, ne jî xizanî diqede

Sezaî Temellî anî ziman ku dayina faîzan, bêedaletiya bacê, lêçûnên mîlîtarîst û xizaniya zêde budçeya 2026'an veguherandiye tercîheke ku polîtîkayên ewlekariyê dewam dike, sermayeyê diparêze û barê kedkaran giran dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku budçeya 2026’an tercîheke ku krîza civakî û aborî ya welat di nav de ye kûrtir dike. Her wiha destnîşan kir ku budçe pirsgirêkên avanî yên li fînansmana cemaweriyê mezin dike, dayinên faîzê û lêçûnên mîlîtarîst çavkanî çikandine; bêedaletiya bacê barê li ser pişta kedkaran giran kiriye, dewlemend jî hema bibêje li derveyî dayina bacê hatine hiştin. Temellî ragihand ku enflasyonê û baca zêdebûyî hêza kirînê ya gel helandiye, 20 milyon mirov hewcedarî alîkariya civakî bûne, ev yek tabloya xizaniyê ya rasteqîn a welêt radixe pêş çavan û destnîşan kir ku heta budçeya nan û aştiyê neyê avakirin, ne xizanî dikare bê kêmkirin, ne jî edalet dikare bi cih bê anîn.

Di vê demê de ku hevdîtinên li ser budçeya 2026’an dewam dike, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li ser karakterê siyasî yê budçeyê ev nirxandin kir: “Budçeya 2026’an ku niha hevdîtin li ser tê kirin, budçeya 24’emîn e ku ji aliyê Partiya Edalet û Pêşvebirinê ve tê amadekirin. Dema ku mirov bala xwe didin ser vê budçeyê, tê dîtin ku Partiya Edalet û Pêşvebirinê bi feraseteke ku bi demê re amade kiriye, budçeyê amade dike. Yanî çi dibe bila bibe, Tirkiye di nava kîjan konjonkturê de be, yan jî kîjan dînamîk û karên sereke li pêş jî be, di budçeyên Partiya Edalet û Pêşvebirinê de du xalên esasî hene ku dest jê nayê berdan, ew jî berjewendiyên sermayeyê û daxwazên burokrasiya ewlekariyê ye. Ev her du xal mîna salên derbasbûyî karakterê nayê guhertin ê budçeyê ne.

Ya rast dema mirov li dîroka Komara Tirkiyeyê dinihêrin her tim vê dibînin. Yanî di hemû budçeyan de yên zêdeyî 100 sal in hatin amadekirin, ev motîf tê dîtin. Lê belê Partiya Edalet û Pêşvebirinê bi taybetî ji ber lihevkirina bi polîtîkayên neolîberal û rêveberê siyaseteke ku gelekî ketiye bin bandora burokrasiya ewlekariyê, vê yekê hîn bêhtir nîşan dide.”

BUDÇEYEKE KU BENDEWARIYA AŞTIYÊ NE XEMA WÊ YE

Temellî işaret bi pêşketinên dîrokî yên sala 2025’an, bi taybetî jî hêvî û bendewariya aştiyê ya bi deklarasyona 27’ê Sibatê re rû da, her wiha bal kişand ser têkoşîna ji bo nan û aştiyê ya li çar aliyê welêt û rexne kir ku di budçeya 2026’an a desthilatdariyê de bersiv ji van re nehatiye dayin. Sezaî Temellî got, “Em li bendê bûn ku di budçeya 2026’an de cudahiyek hebe. Ji ber ku di sala 2025’an de dibe ku pêşketinên herî girîng ên dîroka komarê rû dan. Li ber ronahiya van pêşketinan, em li bendê bûn ku di budçeyê de bersiva xwe bidîta. Ew pêşketina girîng çi bû? Bêguman daxuyaniya Birêz Ocalan a 27’ê Sibatê yanî deklarasyon bû. Ev yek gaveke gelekî girîng û dîrokî bû û li tevahiya cîhanê, li Tirkiyeyê nîşan dida ku pêvajoyeke mezin a guherîn û veguherînê destpê kiriye. Yek ji navnîşanên herî girîng ên ji bo dîtina vê guherîn û veguherînê li qadê, budçe bû. Lewma em li bendê bû ku di budçeyê de bê bicihkirin, bê dîtin. Em difikirîn ku di vê çarçoveyê de pêşketin çêbibe. Lê mixabin budçeyê pêşketinên çareseriya demokratîk a meseleya Kurd ên salên 2025’an li ber çavan negirt, budçeyeke weke ku vê ji nedîtî ve tê, hate amadekirin.

Lewma ji bo balê bikişînin ser vê cudahiyê, me jî budçeya xwe ya alternatîf careke din amade kir û navê budçeya aştî û nan lê kir. Lewma me têkoşînek meşand, karek kir. Ev yek hem li hemberî desthilatdariyê têkoşînek bû, li aliyê din ji bo hişyariyê li desthilatdarî, civak ûs iyasetê bike, ev kar hate kirin. Ji ber ku eger aştî nebe, nan jî nîne. Civak di bin zexteke giran a xizaniyê de ye. Civak dixwaze ev pêşketin êdî bi encamên bi xêr ji bo wê bîne. Lewma ji bo ev têkoşîna di oxira aştiyê de tê meşandin ji bo civakê bi temamî encaman bi xwe re bîne, me ev kar bi civakê re meşand. Armanca bingehîn a meşa me ev bû. Me karên xwe hemû gihand civakê. Me mafê axaftinê da hemû beşan. Me piştgirî da tevlîbûna wan a li pêvajoyê.

Em ji çar aliyên Tirkiyeyê bi rê ketin. Bêguman bi me re hemû beşên civakê bi gotin, çalakiyên xwe piştgirî dan vî karî. Me ji Êlih, Tekîrdag, Aydin û Hatayê dest bi meşa xwe kir. Ji cotkaran heta bi dikandaran, ji kedkaran heta bi bêkaran, ji jinan heta bi xwendekar û ciwanan her kesî xwe di nava vê çalakiyê de dît; bi gotina xwe dît, bi tevkariya xwe dît. Ev kar gelekî girîng bû. Û di dawiya vî karî de jî em li Enqereyê li hev civiyan, beşdarên ji çar baskan ve. Me daxwaz ji vê pêvajoya hevdîtinên li ser budçeyê re ragihand. Li ser kursiyê bi gotina xwe, bi karê xwe em hewl didin vê hestewarî û berirsyariyê hîn jî biafirînin, lê mixabin budçeya 2026’an ji aliyê mijarên ku me qalê kiriye ve budçeyeke xemsar e.”

Sezaî Temellî di dawiya axaftina xwe de got, “Ev budçe vê tabloyê nîşan dide: Heta ku hûn budçeya û aştiyê nexin meriyetê, hûn ê nikaribin li hemberî xizaniyê têbikoşin, hûn ê nikaribin edaletê bi cih bînin ku welat li bendê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nesîm Bîlgîn: Keça min da ser şopa heqîqetê, bila navê wê neyê jibîrkirin
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Divê sînor li ber mêtingeriyê bê danîn, ne li ber koçberan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gundên Kobanê û Girê Spî hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Şerka-Fewar û Şemsîn ên Girê Spî, gundê Koperlik û derdora…

Ji aliyê Stêrk TV

Ber bi rastiya gelê şerker ve

Tevî ku pêvajo bi dijwarî derbas dibû jî PKK hatibû avakirin û têkoşîn her ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan hat kirin

Parêzerên Baroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi muwekîlê xwe Rêber Apo yê li Îmraliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şehîd Ehmed Kerkukî sembola berxwedana netewî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Prof. Holmes: Aşitiya mayînde bêyî mîsogeriya destûrî nayê pêkanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meşa piştgiriya Rojava: ‘Em ji bo yekîtiya xwe li qadan in’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?