Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, bi civîna çapemeniyê ya li Meclisê lidar xist geşedanên di rojevê de nirxandin. Temellî yê Amedspor a di Koma Sor a Lîga 2’yemîn de bû şampiyan pîroz kir, wiha got: “Kesên ku digotin ‘Cihekî bi navê Amedê heye’ an jî ‘tîmeke bi navê Amedspor heye’ bawer im piştî şampiyontiyê zanîne ku Amed li ku ye.” Temellî yê Cejna Hidirellez pîroz kir, di salvegera darvekirina wan de Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anî.
Temellî, bertek nîşanî binçavkirinên 1’ê Gulanê yên li Stenbolê da û wiha berdewam kir: “Tişta li Stenbolê derkete holê di esasê xwe de ji bilî sûcekî mezin tiştekî din nebû. Sûc kê kir? Sûc Wezîrê Karên Hundir û hêzên ewlehiyê kirin. Tevî biryara Dadgeha Bilind dabû, li Saraçhaneyê 42 hezar polîs hatin peywîrdarkirin û hewldan bi van polîsan pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Taksîmê asteng bikin. Zêdetirî 200 mirovan hatin binçavkirin, mixabin ji wan 38 hatin girtin. Em vê qebûl nakin. Em dixwazin kesên hatine girtin demildest bên berdan.”
NERAZÎBÛN NÎŞANÎ WEZARETA EDALETÊ DA
Temellî, bertek nîşanî bersiva Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Edaletê ya “tecrîd nîne” da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Binêrin me di serlêdana xwe ya bi hemû parlamenterên xwe re li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê de me diyar kir ku li Îmraliyê pêkanîna rejîmeke îstîsnaî heye. Komîsyonê nivîsa ku ji Wezareta Dadê hatiye bi heman awayî ji me re şandiye û dibêje ku; ‘tecrîd nîne’. Çawa nîne? Binêrin 4 sal û meheke hevdîtina bi malbatê re nîne. 4 sal û 8 meh in hevdîtina bi parêzeran re nîne. 38 meh in agahînegirtineke mûtleq heye. Dema komîsyonê ji me re nivîs nivîsandiye; weke ku henekê bi me bike dibêje ku ‘ji bo ku em bikarin qala tecrîdê bikin divê agahînegirtineke mûtleq hebe.’ Ê agahînegirtina mûtleq heye. 38 meh in tu qenalên ragihandinê vekirî nînin. Tu agahî nayên girtin.”
Temellî, axaftina xwe wiha domand: “Derbarê tenduristiya birêz Ocalan de em xwediyê tu agahiyan nînin. Di rapora hatiye de dibêje ku 3 hefteya carekê bijîşkê dahîliyeyê û psîkîyatrîstek diçe serdana wî û li giravê rewşa wî ya tenduristiyê kontrol dikin. Têkildarî vê vegerek tune ye. Ku em dizanin perîyodên 3 hefteya carekê jî gelek dirêj in. Belê sedema girîng a vê tarîtiyê, bêedaletiyê û hemû krîzan tecrîda li Îmraliyê ye. Em vê êdî gelek baş dizanin. Ev tecrîd zêdetirî 24 salan e didome û Tirkiye jî di nava krîzên siyasî, bêhiqûqî û bêedaletiyeke mezin de asê maye. Ji bo ku ev rewş bi dawî bibe em careke din Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê vedixwînin peywîrê. Divê demildest şandeyeke lêkolînê biçe giravê.”
Temellî yê qala rojeva civîna kabîneyê jî kir, ev tişt gotin: “Kabîne dê îro mamosteyên ku nayên tayînkirin bigire rojeva xwe. Û ev mijareke ku demekî dirêje li bendê ne. Hûn ê bibînin dîsa dê bi tayînkirineke gelekî kêm bendewariyên mamosteyan neyên pêşwazîkirin. Ji ber ku çavkaniyên wan ne ji bo mamoste, kedkarên tenduristiyê, karker, dikandar û cotkaran e, ji bo sermayeyê ne. Belavkirina dahatê ya li Tirkiyeyê jî baş nabe û nikarin bi xizaniyê re têbikoşin. Ji ber vê yekê her tim êrişî DEM Partiyê dikin. Ji ber ku dixwazin dengê heqîqetê bêdeng bikin. Ji ber ku dixwazin partiya xizanan, karkeran, kedkaran, dikandaran, mamosteyan DEM Partiyê bêdeng bikin. Ji bo ku bêdeng bikin jî DEM Partiyê bi her cure bêhiqûqiyan sûcdar dikin.”
NERAZÎBÛNA NÎŞANÎ ÎDÎAYÊN QEYÛM JÎ DA
Temellî, bertek nîşanî îdiayên ku qeyûm dê tayînî şaredariyan bên kirin da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mijara qeyûm, mijara şermê ye li vî welatî. Axaftina qeyûmî bêexlaqî ye. Ji ber ku îcraetên hemû qeyûman îcraetên bêexlaq in. Ez hem bi awayekî aborî hem jî bi awayekî siyasî vê bi lêv dikim. Hem vîna gel hatiye desteserkirin hem jî çavkaniyên gel hatiye xespkirin. Em ji vir bang li kesên qeyûman diaxivin dikin; bi taybetî jî bang li Wezareta Karên Hundir dikin, bila ji bo serdema qeyûman bê lêkolînkirin bi awayekî bilez mûfetîşan peywîrdar bikin. Bila sedemên vê îsraf, talan û şelandinê lêkolîn bikin. Her wiha ez bang li Wezareta Xezîneyê dikim; Bi destê qeyûman gelek kar û barên ku xezîne xistiye zirarê hatine kirin. Divê xezîne jî bêyî ku dereng bimîne di vê mijarê de mûfetîşan peywîrdar bike.”