Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê herêmê û ji koçberkirina niştecihên herêma Şehbayê, daxuyaniyeke nivîskî da.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
“Geşedanên ku ji 27`ê Mijdarê ve li Sûriyeyê û bi taybet li bakur û rojavayê Helebê rû dane, di encamê de Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El-Nusra) bi temamî Heleb û gundewarên wê desteser kirin. Bi van êrişan Sûriye vegerandin xala destpêkê ya alozî û qirkirinê. Bê guman ev geşedan jixweber çênebûn û di serî de rejîma Tirk faşîst li pey van kiryaran e. Di serî de dewleta Tirk a faşîst di nava projeyên hêzên hegemon, desthilatdar û herêmî yên ji bo parvekirina Rojhilata Navîn de ye. Dixwaze Mîsaqî Mîllî pêk bîne. Ji bo pêkanîna vê projeyê rasterast destekê dide rêxistinên terorê, yên mîna DAIŞ, Cebhet El Nusra, Hemzat, Emşat, Sultan Murad û bi dehan komên din.
Ti cudahî di navbera êrişên ku niha pêk tên û êrişên ku bi navê “Şaxê Zeytûn” û “Kaniya Aştiyê” lê kiribûn tune ye. Armanca wan a sereke têkbirina xweseriya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lewma bi awayekî demildest çeteyên `Artêşa Neteweyî` Şehba, penaberên Efrîn kirin armanc, bi hovîtî careke din dewleta Tirk a faşîst rastiya terora xwe nîşan da, trajîdeyeke nû ya penaberî û koçberkirinê li ser gelê me tê ferzkirin.
Em wek TEV-DEM ji hemû demokrasîxwaz, welatparêz û dezgehên mirovî re dibêjin ku armancên dewleta Tirk li Helebê nasekinin, plan ew e ku li ser xwîna gelan Osmaniya Nû bi destê terorîstan pêk bîne û ji Helebê bigihêje heta bi Kerkûk û Mûsilê jî.
Dewleta Tirk a faşîst li ser gelan û tevahî civakên li Rojhilata Navîn metirsiyeke herî mezin e, bûye baregeheke vejîndina terorê. Şervanên YPG, YPJ û QSD’ê ji bo parastina tevahiya mirovahiyê teror têk bir û bi hezaran şehîd dan, li şûna terorê biratiya gelan, wekhevî, azadiya jinan û rêveberiyeke demokratîk hat avakirin. Dewleta Tirk a faşîst li ber çavê dinyayê terorê vedijîne û li hember parêzvanên mirovahiyê bi kar tîne.
Di van demên hestiyar de em îrade û berxwedana gelê xwe yên ji Şehba û Helebê bi serbilindahî silav dikin, ew gel ê ku bi derfetên xwe di nava hemû rewşan de li ber xwe dide. Em bang li tevahî dezgehên mafên mirovan dikin ku demildest rewşa dîlên di destê çeteyan de bişopînin, bi taybet azadiya dîlên jin misoger bikin. Di heman demê de em xwedîderketina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji koçberan re silav dikin.
Divê ji her demê bêhtir em li hêz, gel û şervanên xwe yê azadiyê xwedî derkevin. Bi rihê Arîn, Bêrîvan û hezarên şehîdan biparêzin, di nava aloziya li Rojhilata Navîn de heta dawî em xwe bi rêxistin bikin û rêxistina xwe xurt bikin, li ser bingeha biratiya gelan planan têk bibin.”