Rêxistina Şefafîyê ya Navneteweyî ku bi xebatên xwe yên li dijî gendeliyê tê zanîn, endeksa gendeliyê ya sala 2023’yan ji raya giştî re parve kir.
Rapor nîşan dide ku li piraniya welatan di sektora giştî de têkoşîna li dijî gendeliyê pir kêm e û li gorî raporê nîvekiya endeksê ya cîhanî ev 12 sal in, ji sedî 43 ye û neguherî ye. Li gorî raporê gendeliya welatan ji 100 pûanan hatiye nirxandin lê belê piraniya welatan di bin pûana ji sedî 50’yî de mane û ev yek jî rêjeya zêdebûna gendeliyê ya li cîhanê nîşan dide.
Li gorî raporê welatê ku kêmtirîn gendeliyê dike Danîmarka ye ku bi 90 pûanan cara 6’emîn e rêza wê qet naguhere. Somalî, Venezûela û Sûdana Başûr jî di lîsteyê de di rêza wan welatan de ye ku gelekî gendelî lê tê kirin.
PÛANÊN TIRKIYEYÊ PIR KÊM BÛNE
Pûana Tirkiyeyê li gorî pûana sala 2014’an ji sedî 11 kêm bûye û ji nav 180 welatan bi 34 pûanan di rêza 115’an de cih girt.
Di raporê de sedemên zêdebûna gendeliyê weke bêhiqûqiya welatan, zêdebûna dîktatoriyê û gendeliya sîstematîk hatin eşkerekirin.