Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) diyar kir ku çeteyên di bin dagirkeriya dewleta Tirk planeke dagirkeriyê ya kûreyî li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin û li dijî gefên qirkirinê banga xweparastinê kir.
Daxuyaniya nivîskî ya TJK-E wiha ye:
“Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên faşîst ên paşverû, bi êrîşa li ser Herêma Xweser a Rojava, dixwazin kaos û pevçûnên li Sûriyeyê careke din kûr bikin. Ji bo vê jî çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatine xwedîkirin û tên rêvebirin hewl didin destkeftiyên ku gel bi bedelên mezin bi dest xistine, bi taybet Şoreşa Jinê ya Rojava ji holê rakin. Ji 29’ê Mijdarê ve pêşî êrîşî Helebê kirin û piştre berê xwe dan Hama û bajarên din. Di heman demê de li dijî Şehbayê êrîşa dagirkeriyê destpê kirin. Li aliyê din li dijî hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş tên kirin. Lê mixabin dewleta Sûriyeyê li hemberî êrîşan vîna xwe nîşan neda, ji bo parastina gel helwest nîşan neda û hemû cihên ku çete diçûnê terikand. Ev rewş hemû gelên Sûriyeyê bi xetereya komkujiyê re rû bi rû hiştiye.
Ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeyê planeke kûreyî tê meşandin. Dewleta Tirk ji vê rewşê sûd werdigire û hewl dide armancên xwe yên qirker, kolonyalîst, nîjadperestî û berfirehtir pêk bîne. Li ser vê bingehê dixwazin destkeftiyên gelê Kurd, gelan û jinan ji holê rakin û qirkirina Kurdan pêk bînin. Dewleta Tirk li pişt êrîşên çeteyan e. Eşkere ye ku ev yek wê zêdetir komkujî û qirkirinê bîne ser Sûriye û Rojhilata Navîn.
Weke TJK-E’yê em di serî de bang li jinan, gel, dostan û her kesên ku li kêleka mirovahiyê ne dikin ku Rojava biparêzin.”