Trîbunala Jinê ya 2026, ku Madam Fortuna û Şanooya Arenberg jî di nav de ji aliyê gelek saziyan ve tê lidarxistin, îro li paytext Belçîka Brukselê destpê dike. Di sê panelên cuda de ku wê bi sernavê ‘(Femînîst) Jinûve bidestxistina edaletê’ li Zanîngeha Azad a Brukselê pêk werin, stratejiyên têkoşîna li dijî tundiya li jinê û pratîkên edaleta femînîst wê werin nîqaşkirin. Her wiha bi sernavê ‘Edaleta sembolîk û berxwedana siyasî’ wê edaleta pêvajoya derbasbûyî bi perspektîfeke femînîst bê nirxandin.
Trîbunala Jinê ku wê li Brukselê destpê bike, piştre wê cih biguhere û derbasî Anversê bibe. Êvara Pêncşemê wê li vê derê ji aliyê Kolektîfa Jinê ya 2026’an ve performansa muzîk-şanoyê bê nîşandan. Performans ji aliyê Alix Konadu ve tê birêvebirin û ji Anvers, Marsîlya, Barcelona û Rotterdamê 40 jinan digihîne hev.
27’ê Adarê roja Înê li Şanoya Arenberg a Anversê di bin navê Mozaîka Sosyo-Artîstîk bernameyeke dewlemend a ji atolyeyên afirîner, performansên artîstîk, pêşangeh, nîşandana fîlm û panelên nîqaşê tê pêşkêşkirin. Di vê beşa çalakiyê de TJK-E û Navenda Jineolojiyê bi sernavê ‘Xistina maskeya mîteolojiya baviksalariyê’ atolyeyekê lidar dixin. Her wiha standa agahdarkirinê tê danîn.
28’ê Adarê roja Şemiyê ku roja dawî ya Trîbunala Jinê ya 2026’an e, li Anversê wê 500 jin li dora 50 maseyan bicivin û tecrûbeyên xwe yên têkildarî tundiyê parve bikin. Êvara heman rojê bi bernameyeke dikê ya dewlemend wê dawî li Trîbunalê bê anîn. Di dawiyê de jî wê cih ji Şoreşa Jinê ya Rojava re bê veqetandin.
Trîbunala Jinê ya 2026’an bi pêşengiya 8 rêxistinan û piştgiriya bi dehan rêxistinan tê lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Jineolojiyê jî di nav de ne. Ji bo tevlîbûnê jî qeydkirina online ya li ser navnîşana www.2026women.org neçarî ye.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê bi taybetî bang li endamên xwe yên li Belçîkayê û jinên Kurd kir ku bi tecrûbe, fikir û rengê xwe beşdarî Trîbunalê bibin.

