Serokê Emerîkayê Trump di balafireke Air Force One de ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li Nîjeryayê “Gelek Xiristiyan tên kuştin” û got ku ew ê destûrê nedin vê yekê.
Trump, berê li ser Truth Social ragihandibû ku wî ferman daye Pentagonê ku plana êrîşek muhtemel amade bike.
Serokê DYE’ê îdîa kir ku ‘bi hezaran Xiristiyan ji aliyê Îslamîstên radîlak ve hatine kuştin’ lê ji bo vê yekê tu delîl nîşan neda.
ÎDÎAYÊN TRUMP ÇIQAS RAST IN?
Hikûmeta Nîjeryayê van îdiayan derewand. Berdevkê Serokkomar Daniel Bwala, diyar kir ku welatê wî di têkoşîna li dijî terorîzmê de hevkarê Emerîkayê ye.
Pispor, diyar dikin ku îdîayên Trump rastî nîşan nadin û gotin ku li Nîjerya hem Xiristiyan û hem jî Misilman di êrîşan de dibin hedef. Her wiha tê diyar kirin ku di êrîşên Beko Haramê de bêhtirî 40 hezar kes ku piraniya wan Misliman in hatine kuştin.

