Sêşem, 8 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Abdullah Aksû piştî 31 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Beriya meclîs bê girtin divê komîsyon bi lez bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Tirk ji Konseya Ewropayê got, ‘Em ê mafê hêviyê bi cih nînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fezlekeya li hemberî Ozgur Ozel radestî Serokatiya Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Demîrtaş: DMME’yê car din Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Serokê MÎT’ê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê cezayê darvekirinê li 5 girtiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya fermandarê şehîd Sîdar Armanc hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyetên KNK û PJAK’ê hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana xwe ya xurt nîşan da ku welatparêzî ti carî tine nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akay: Nabe ku pêvajoya aştiyê di çarçoveya girtiyên nexweş de bê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hûda Sha’arawî: Pêşengek ku rê li ber jinên Misrê vekir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari bang li desthilatdariyê kir ku pêngavan biavêje
Rojane

Tulay Hatîmogûllari bang li desthilatdariyê kir ku pêngavan biavêje

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari peyamên Rêber Apo silav kirin û got ku divê desthilatdarî tavilê pêngavên bawerdêr biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya ‘Hevdîtinên Aşitî û Azadiya Civakî’’ yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sancaktepe ya Stenbolê civîna gel hate lidarxistin.  Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî beşdarî civînê bû û gelî eleqeyeke mezin nîşanî civînê da. 
Tulay Hatimogûllari bal kişand ser Pinar Gultekîna ku ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hatî qetilkirin û got: “Pinar Gultekîn ji aliyê Cemal Metîn Avci bi saxî hate şewitandin û qetilkirin.  Gultekîn yek ji qurbaniya qetilkirinên jinan e. Lê belê Dadgeha Bilind bi armanca betalkirina cezayê muebetê dibêje ku şewitandina bisaxî ne kuştina hovane ye û ji bo betalkirina cezayê muebetê serlêdana îtirazê kir. Em jî dibêjin ku jinên ku hatine qetilkirin ne bi tenê ne.  Ev helwesta darazê rêli ber qetilkirina jinan vedike û em vê yekê qebûl nakin.  Jin li hemû qadên jiyanê ne û em jî weke DEM Partiyê li gel tevgerên jinan Tirkiyeyê û tevgerên jinên Kurd  bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Tulay Hatimogûllari pişte anî ziman ku ew ê weke partî civînan li dar bixin û peyamên Rêber Apo gotûbêj bikin û wiha berdewam kir: “Cîhanê du şerên mezin li dû xwe hişt û a niha jî em bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn re rû bi rû ne.  Krîzên her du şerên destpêkê hê jî berdewam dikin. Dê xetereyên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn gelekî mezin bin.  Her wiha li seranserê Rojhilata Navîn şerekî mezin heye. Şerê Ûkrayna û Rûsyayê jî berdewam dike.  Geşedanên li Sûriyeyê me ji nêz ve eleqedar dikin ku divê em bala bidinê.  HTŞ’ê rêveberiya Şamê bi dest xist û em dibînin ku pêşketinek tune ye û kiryarên HTŞ’ê jî weke yên rejîma Esad in.”

‘ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA BIDIN SEKINANDIN’
Me anîbû ziman ku divê Sûriyeyeke demokratîk were avakirin. Divê Tirkiye jî li gorî vê tev bigere û siyaseta xwe derve li gorî vê yekê bide meşandin. Çeteyên bi navê SMO derxistin holê û a niha jî êrîş berdewam dikin. Mixabin ku li hemberî welatiyên ku li ser Bendava Tişrînê nobeda aşitiyê digirin, êrîşên IHA û SIHA’yan berdewam dikin. Em dubare bang dikin ku divê tavilê êrîşên li ser Rojava û gelê Kurd werin sekinandin.  

Birêz Ocalan di hevdîtinan de têkildarî mijarên me anîn ziman nirxandinên berfireh kirine.  Birêz Ocalan   têkildarî geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn û şerê hêzên gerdûnî yên parvekirinê, bandorên wan ên li ser gelan  û rêveberiyên demokratîk yên ku divê gel li hemberî van yekan ava bikin, bi berfirehî xebitiye û projeyên xwe pêş xistine û pêşniyarên xwe pêşkêş dike. Li Tirkiyeyê çaresernekirina pirsgirêka Kurd ya bi rêyên aşitiyane û demokratîk weke berdêlên giran derdikeve li  pêşiya gelên Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Laz û Çerkez. Çimkî astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûyînê ew e ku bi rêbazên Kurd nayên çareserkirin. Em bandorên vê yekê li her qadê dibînin. Rejîma heyî di vê serdemê de li awayekî tund êrîşî hemû azadiyan dike. Girtîgeh bi girtiyên siyasî tije bûne. Rehîngirtina girtiyên nexweş mezintirîn êşkence ye. Li aliyekî qala aşitiyê tê kirin û li aliyekî jî şaredariyên me tên desteserkirin. Em vê yekê qebûl nakin.  Li dijî rêveberiyên xwecihî zextên giran û kiryarên derqanûnî hene. Em van yekan baş dibînin.
 ‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BE’
Girêdayî van şert û mercan em jî weke Birêz Ocalan difikirin ku gotibû; “Çareserkirina pirsgirêka Kurd ya bi rêya aşitiyane û demokratîk dê berê Tirkiyeyê bide demokratîkbûyînê.” Peyamên xwe yên têkildarî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ragihandine. Birêz Ocalan têkildarî çareseriyê gotiye; ‘Ez dixwazim xebateke mezin bi rê ve bibim. Tevî tecrîdê jî ez biawayekî zêde dixebitim.  Lê belê ji bo ku ez ji bo aşitiyê zêdetir bixebitim divê tecrîda li ser min were rakirin û şert û mercên xebatê werin dabînkirin.’ Em li vir bang li hemû cîhanê dikin.  Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi temamî nehatiye rakirin. Ji bo ku Birêz Ocalan ji bo aşitiyê bixebite, divê şert û mercên hewce yên wekî fîzîkî, tebduristî û hevdîtinê werin dabînkirin.  Weke ku Birêz Ocalan jî diyar kiriye ji bo aşitî û pêşeroja gelên Tirkiyeyê tekane rê aşitî ye.
BANG LI DESTHILATÊ KIRIN
Dema ku em vê pêvajoyê dimeşînin, hûn hemû pê dizanin ku em ji vê pêvajoyê re pêvajoya aştiyê û pêvajoya çareseriyê nabêjin. Me nav li vê pêvajoyê nekiriye. Bi van geşedanan re, em dizanin ku hewl didin li ser me hin tiştan bikin. Ya herî girîng, zimanê ku ew bikar tînin. Ne pêkan e ku zimanê medya sereke were qebûlkirin. Em dibînin ku li hemberî di serî de birêz Ocalan û tên vê pêvajoyê dimeşînin sûîqesta îtîbarê dikin. Di heman demê de, xetereyên wekî rêbazek şerê taybet hewl didin di nava civakê de bendewariyekê çêbikin, bê moral bihêlin an jî molraê derxin jor û bi carekê bişkînin, heye. Ji ber vê yekê, li hemberî manipulasyonê û şerê psîkolojîk em ê her tim moralê xwe bilind bikin. Îro, birêz Ocalan dibêje ku ez amade me, em amade ne ku vê pêvajoyê wekî DEM Partiyê bimeşînin. Em dibêjin ku em wekî partiyek muzakere û diyalogê re amade ne. Lê heya niha bernameyek çareseriyê ji hêla desthilatdariyê nehatiye diyarkirin. Qonaxa Gaveke erênî neavêtine. Ji ber vê yekê, em ji vir bang dikin. Gavên pêbawer bêvêjin.  

BERTEKA LI DIJÎ ÊRÎŞAN 
Her em van tiştan dibêjin, hûn qeyûman bişînin wê demê li şûna gavên pêbaweriyê hûn ê derbê li hêviya aştiyê bixin. Divê desthilat guh bide van gotinên me û fêm bike ka ev gotin tê çi wateyê. Doh me li mîtînga Esenyurtê hestên gel hîs kir.Dibêjin em aştiyê dixwazin, zarokên me di girtîgehan de ne. Gelek hevalên mebedelên giranbuha didin. Hêsirên çavên dayikan û malbatn ranewestiyane. Ew dibêjin, em bi rastî aştiyê dixwazin. Lê divê tu kes çîrokên ‘xapandin û xapînok’ nebêjin.   

Gelo wê ev pêvajo bi ser bikeve? Wekî DEM Partiyê ji bo serketina vê pêvajoyê  çi pêwîst be em ê bikin. Lê di heman demê de, divê desthilat û dewlet gavên şênber bavêjin. Encam çi dibe bila bibe em ê ji bo aştiyê bixebitin. 

Ev civînên gel ên ku em li seranserê Tirkiye û Kurdistanê pêk tînin,  bibêjin ku ew dem ne dema ku mirov li malê be û li benda aşltiyê be, ev dem dema xebatê ye. Di van civînan em ê hev agahdar bikin, em ê nêrînên xwe bi hev re pareve bikin. Encama vê yekê ev e ku em ê di vê pêvajoyê de nekevin rehawetê, em ê ti carî li bendê nemînin. Ji bo civakîkirina aştiyê li her derê bixebitin.

Ji we daxwaza me ew e ku li hemû navçeyên ku rêveberiyên me yên herêmî lê hene bêyî ferq û cudahî yek bi yek serdana komeleyan û saziyan bikin û wan têkildarî aşitiyê agahdar bikin.  Ya duyemîn jî ew e ku tax bi tax civînên gel li dar bixin wan jî agahdar bikin. Gelê herêmê ji bo aşitiyê seferber bikin.
Em ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û komareke demokratîk ava bikin îro derneketine rê. Bi deh salan e em li ser erdnîgariya Tirkiyeyê têdikoşin. Em xwedî têkoşîneke sedsalî ne. Him weke hêzên demokrasiyê him weke şoreşger him jî welatparêzên vê axê em bi deh salan e bi dayîna berdêlên giran hatin van rojan. Di nav vê pêvajoyê de xapandinek hebe, em baweriya xwe bi danaheva xwe ya dîrokî bawer bikin û vê pêvajoyê bigirin ser milên xwe. Dive em ji bîr nekin ku ev ê bi hêza me ya cewherî û rêxistinbûna me re pêk were. Heger îro ev pêşketin çêdibin, ev encamê têkoşîna gelê me yê birêxistinî ye. Ji lewra em ê bixwe bawer bin. Em ê teqez aşitiyê  pêk bînin. Bila xwîna diherîke êdî bisekîne, em aşitiyê ava bikin. Li ser erdên Anatoliya û Mezopotamyayê bi cudabûnên xwe re her yekî me bi ziman û baweriya xwe bi awayek azad jiyan bikin. Ez bi vê baweriyê we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikim.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PYD’ê qetilkirina Hogir Erebo şermezar kir
Nûçeya Pişt re Em êdî ne Kurdên ji rêzê ne!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partiyê beyannameya hilbijartinê ya jinê eşkere kir

Di beyannameya hilbijartinê ya jinê ya DEM Partiyê de ji bo jinan gelek proje hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd li Hesekê hatin veşartin

Şervanên QSD'ê Agirî Hesekê (Mehmûd Mihemed El Ezawî) û Nûr (Heyder Hisên El Sehen) ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî hat kirin ku li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin

DFG, MKG û DÎSK Basin Îş têkildarî qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê cezayê darvekirinê li 5 girtiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ birî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Abdullah Aksû piştî 31 salan hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Şam, ji ber şewata daristanan ji YE’yê alîkarî xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?