Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    OHD: Biryara DMME’yê ya AÎHM’ê 12 sal in nayê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qada pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin Newrozê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogullari: Em li benda destpêkirina pêvajoya derxistina qanûnan e
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Em li benda destpêkirina pêvajoya derxistina qanûnan e

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Mêrsînê axivî û diyar kir ku pêvajoya aştiyê di qonaxeke dîrokî de ye. Tulay Hatîmogullari daxwaza bidawîanîna rejîma qeyûman, berdana girtiyên siyasî û derxistina qanûnan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiya DEM) a Mêrsînê li saloneke dawetê ya li navçeya Toroslar a Mêrsînê şeva hevgirtinê li dar xist. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, nûnerên rêxistinên demokratîk û gelek welatî beşdar bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Hevserokên DEM Partî ya Mêrsînê Bedriye Kûş û Reşat Aşan beşdaran silav kirin û hêviya xwe ya ji bo pêvajo bi aştiyek bi rûmet bi dawî bibe anîn ziman. Hevserokan daxwaza berdana girtiyên siyasî û şaredariyên ku hatine desteserkirin dîsa radestî gel bikin, kirin. Hevserokan diyar kirin ku ew ji bo banga Rêber Apo bigihînin gel tax bi tax dixebitin û anîn ziman ku serketina vê pêvajoyê dê rê li ber azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn veke.

Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û bal kişand ser girîngiya banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê. Hatîmogullari danî ziman ku ev bang bi taybetî ji bo gelê Kurd û hemû bindestên li Tirkiyeyê perspektîfa aştî û çareseriyê pêşkêş dike û bi bîr xist ku PKK di vî warî de rêzegavên dîrokî avêtiye.

‘EM LI BENDÊ NE KU JI BO BÊÇEKKIRINÊ QANÛNEKE TAYBET WERE DERXISTIN’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser komîsyona ku li meclisê hatiye damezrandin. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku ji bo pêvajoya bêçekkirinê bi lez bibe divê qanûneke taybet were derxistin û wiha domand: “Em li benda destpêkirina pêvajoya derxistina qanûnan e. Em di serdemeke ku qanûnên heyî yên li Tirkiyeyê nayên bicîhanîn û rêgezên Destûra Bingehîn têne binpêkirin de debas dibin. Di pêvajoyek wisa de, em li bendê ne ku ji bo bêçekkirin bi lez bibe qanûnek taybet were derxistin.”

‘DIVÊ REJÎMA QEYÛMAN JI HOLÊ WERE RAKIRIN’

Tulay Hatîmogullari li ser rejîma qeyûman rawestiya û diyar kir ku divê rejîma qeyêman di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi tevahî were bidawîkirin. Tulay Hatîmogullari xwest ku şaredariyan dîsa radestî şaredarên hatine hilbijartin were kirin û operasyonên li dijî şaredariyên CHP’ê jî rexne kir. Tulay Hatîmogullari wiha domand: “Em careke din dibêjin ku divê hemû şaredarên hilbijartî vegerin ser karên xwe. Divê zexta dadwerî ya li ser muxalefetê demildest bidawî bibe. Divê hilbijêrên ku ji kar hatine dûrxistin begerin ser karê xwe û şaredariyan radestî îradeya gel bikin. Gel îradeya xwe dixwaze.”

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan. Li gelek girtîgehan, lijneyên çavdêriyê hîn jî berdana girtiyan asteng dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê demildest dawî li vê pêkanînê were û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî bên bicihanîn. Niha, divê em rê paqij bikin. Dema ku rê paqij dibe, divê pêşî qanûnên aştî û entegrasyona demokratîk ên ku me behs kir werin derxistin. Aştî wê li van axan bi ser bikeve, demokrasî wê bi ser bikeve, gel wê bi ser bikeve.”

Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya aştiyê de û diyar kir ku bê jinan aştî nayê avakirin. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku jin di civaka demokratîk de kirdeya esasî ne û jinên ku li Rojava berxwe didin silav kir.

Şeva hevgirtinê bi stranên hunermend Şîrîn Kaya bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MERSÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Humus û Laziqiyê bûyerên revandine: Di nav van de zarok jî hene
Nûçeya Pişt re Ciwanê ku li Tertûsê hat binçavkirin, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK’ê sersaxî ji bo malbatên koçberên ku jiyana xwe ji dest dan, xwest

KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji bo malbatên koçberên ku li peravên Îtalyayê keştiya wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Li dijî şer rêxistinbûn, armanca me ya sereke ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di Konferansa Rêxistinkirî de axivî û diyar kir ku ewê…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE û Yekîtiya Ewropayê ji bo Sûriyeyê dicivin

Hikûmeta Îtalyayê ragihand ku wezîrên derve yên Îtalya, Fransa, Elmanya, Brîtanya û Emerîkayê wê roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

OHD: Biryara DMME’yê ya AÎHM’ê 12 sal in nayê pêkanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?