Şemî, 24 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îdrîs Balûken: Tirkiye ji bo destketiyên demkurt rêyek xeternak dişopîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êşkenceya sîstematîk didome: Koç ê ku ji nexweşxaneyê derxistin girtin! 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Garrigos: Kurd careke din rastî xiyanetê tên, em rê nedin vê yekê! 

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Rojava li ser piyan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Wê li Sûriyeyê hêza parastina Kurd hebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî protestoyên Rojava, li Amed, Êlih û Dersimê 10 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê ji bo Rojava di çalakiyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya girseyî ya li Silêmaniyê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Kurd li çar aliyan li ser piyan e: Gever, Bazîd, Amed, Êlih, Erzîrom

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji rêxistinên Femînîstên Antîkapîtalîst ji bo Rojava peyam

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Wê kiryarên dermirovî ku li dijî şervanên me tên kirin, bê hesab nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yalayê ji bo parastina Rojava bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Greva Jinan a Swîsre: Jin bi tenê nînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Heta ku encam ji hevdîtinê bê, em têkoşînê mezin bikin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Heta ku encam ji hevdîtinê bê, em têkoşînê mezin bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Heta ku pêvajoya li Rojava zelal bibe, heta ku hevdîtinên li Îmraliyê bigihêjin heta astekê, em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya li ser bingeha demokratîk bernedin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beşdarî çalakiya nobedê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê bû ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin. Li gel Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî û nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Bi hezaran kesên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin gel hev, ji bendên leşkeran derbas bûn û bi dirûşm û çepikan meşiyan.

Piştî meşê jî daxuyanî hate dayin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li vir axivî û got: “Daxwaza ku îro divê pêşiya wê were vekirin, daxwaza gelê Kurd e. Li ser peyama birêz Ocalan tê axaftin. Çima, ji ber ku pozîsyona gelê Kurd a li vê erdnîgariyê dizane. Ji gelên Tirkiyeyê re bi xeletî qala Rojava tê kirin. Bila guh bidin dengê gelê Kurd ê li ber xwe dide. Li Rojava paceyeke azadiyê heye. Manîfestoya jiyanê ya jinan li wir nivîsandî heye. Dijminên herî mezin ew in ên ku rêya aştiyê digirin. Piştevaniya li vê derê, sînoran ji holê radike û sînorên netewedewletê hilweşandiye.”

Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Tu kes dê nekare sînorekî bo berxwedana me deyne. Em mecbûr in statûya Rojava biparêzin. Çeteyên dûvikên OSO’yê şandin Rojava. Me ev qebûl nekir û dê qebûl nekin. Ne em tenê, hemû dinya ji bo Rojava û Kurdan deyndar e. Bila kesek hewl nede mîna DAIŞ’ê bike. Sedema hatina me ya vê derê ew e ku pirsgirêka Kurd û ya demokrasiyê ya Tirkyeyê were çareserkirin. Li Sûriyeyê li dijî neteweyên cuda komkujî tê kirin. Gelê Kurd, muxatabiya birêz Ocalan esas digire. Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava, nêzikatiya li hemberî hemû Kurdan e. Lewma bila hewl nedin siyaseteke cuda bimeşînin. Dê piştevaniya me ya bi gelê Rojava re bi dawî nebe.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Tu ferasetên ku gelên Kurd û Ereb ên li Sûriyeyê tune dihesibînin dê nekarin hebûna xwe bidomînin. Tevî astengiyan jî me meşa xwe li dar xist. Silav ji Kobanê re. Heta ku gefên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomin dê piştevaniya gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokrasiyê jî bidome. Gelê Kurd ji şerê 2011’an heta niha statûya Rojava xist meriyetê. Divê hemû dinya vê bizane; Rojava ne herêmekî mîna medyaya alîgir vedibêje ye. Li Rojava jin di rêveberiyê de cih digirin, pergala hevserokatî û nûnertiya wekhev di meriyetê de ye. Li wir peymaneke civakî ya ku gel û baweriyan nas dike di meriyetê de ye. Li dijî El Nusra, DAIŞ, El Qaîde û hwd. têkoşîneke xurt a hiqûqê birêxistin kiriye.

Gelê me yê hêja; em bi kelecaneke mezin bi şandeya çûye Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin kirî re hatin gel hev. Şandeyê, silavên birêz Ocalan ji we re anîn. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê niha jî li Meclisê hevdîtinan dike. Piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re dê daxuyaniyeke berfireh parve bike. Em vê baş dzanin ku peyama ji Îmraliyê hatî peyama aştiyê û çareseriyê ye. Bêguman têkoşîna gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê em hatin van rojan. Heke îro li Îmraliyê hevdîtinek hatibe kirin, ev bi saya berxwedana gelê me ye. Ricaya min ji we ew e ku heta pêvajoya li Rojava zelal dibe û hevdîtinên li Îmraliyê digihijin astekê hûn dev ji têkoşînê bernedin. Heke em li qada xwedî li vê têkoşîna xwe derkevin û li ber xwe bidin, bêguman em ê bi ser kevin.

Binêrin, niha li pêşiya min wêneyên kedkarên Çapemeniya Azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hene. Ez di hizûra we de wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em li her çar aliyên Kurdistanê bi hêvî, bi israr têkoşiyan û hatin van rojan. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn ji bilî aştî û çareseriyê tu vebijêrkên din li pêşiya me nînin. Birêz Ocalan li Îmraliyê li ser vê vebijêrkê bi şev û roj dixebite û em jî dê li ser zemîneke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPC û HPC-Jin: Em li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî banga rêxistinbûnê dikin
Nûçeya Pişt re Li Şengalê alîkariya ji bo koçberên Rojava hatine komkirin, li benda derbasbûnê ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şêxmeqsûdê êrişa sûîqestê

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê careke din êriş li ser nuqteya Hêzên Asayîşa Hundirîn hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Derbarê Serokê TUSIAD’ê Orhan Turan de lêpirsîn hat destpêkirin

Piştî lêpirsîna ku derbarê Serokê Konseya Bilind a Şêwirê yê TUSÎAD’ê Omer Aras de hate…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê çeteyekî DAÎŞ'ê girt.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Îlham Ehmed: Hewldanên niştimanî û navneteweyî hêjayî spasdariyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji QSD’ê têkildarî bûyera li başûrê Kobanê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îdrîs Balûken: Tirkiye ji bo destketiyên demkurt rêyek xeternak dişopîne!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Em ji gel û şervanên xwe bawer in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?