Di daxuyaniya Hevserokat Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari de hate gotin, “Hêza kesî wê têrê neke ku israr û gotina me ya ji bo aştiyê berevajî bike. Hewldanên me hemû ji bo aştiyeke bi rûmet e. Nuqte.”
Tulay Hatîmogûllari got, “Axaftina min a li Amedê ya doh ji aliyê hin saziyên medyayê û medya dîjîtal ve hate berevajîkirin û ji wateya wê hate dûrxistin. Bi vî rengî îdîa kirin ku ji bo ‘gefxwarinê’ min ew gotin gotine.
Ev pênase û nêzîkatî dûrî ji gotinên min e. Di demeke ewqasî krîtîk û girîng de divê bê zanîn ku em bi berpirsyarî û hesas tevdigerin.
Ya ku îro divê bê kirin ew e ku hem li nava sînorên Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku di heman demê de herêmî ye, weke partî çi ji destê me tê em amade ne bikin û vê yekê di her gotinê de em bilêv dikin. Çareseriya aştiyane yekane rêya rizgariya ji her cûre hilweşînê ye. Mijara ku min xwest destnîşan bikim, ev e.
Em ew partî ne ku ji tecrûbeyên xwe zanin, di demeke bi vî rengî de zimanê nerazî û gefxwarinê çareseriyê bi xwe re nîne. Meseleya me ya esasî ew e ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane gav bêne avêtin.”