Duşem, 8 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lemkow: Gava destpêkê divê azadiya Abdullah Ocalan be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    John Holloway: Ocalan ronahiyeke ku di tarîtiya cîhanê de dibiriqe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Shirin Ebadi: Azadiya Abdullah Ocalan mercê esasî yê pêvajoyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên ji bo konferansê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Ji bo tenduristiya civakî jî aştî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziye û mewlûd bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Heftan: Hevala Aryen fermandara şerê serdemê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê fermandar Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Komîsyon divê giraniyê bide ser mijarên esasî
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Komîsyon divê giraniyê bide ser mijarên esasî

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya civîna hevserokên bajaran a li navenda giştî ya partiyê li ser bûyerên di rojevê de ne daxuyaniyek da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokên bajaran ên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda giştî ya partiyê civiyan. Civîn, bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan hat lidarxistin. Tulay Hatîmogûllari, beriya civînê têkildarî bûyerên di rojevê de axivî.

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ew ê di civînê de bûyerên siyasî yên li Tirkiye, herêm û cîhanê binirxînin û got: “Bêguman em ê li ser bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan a li ser civakê, xebatên hatine kirin û yên divê bên kirin bi hevalên xwe re nîqaş bikin. Hevserokên me ji qadan tên û raporên wan girîng in.”

Tulay Hatîmogûllari, bi bîr xist ku salvegera êrişên 6-7’ê Îlona 1955’an ên li dijî gelê Rum e, ev êriş weke “pogrom” nirxand û got: “Ev komkujî, di rûpelên reş ên dîrokê de cih girt.” Tulay Hatîmogûllari, kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anî.

Bi dewamî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê û got ku zêdetirî 60 hezar Filistînî hatine qetilkirin. Tulay Hatîmogûllari, got ku Îsraîl niha jî ji bo Xezeyê bi temamî tune bike dest bi operasyonê kiriye û bang li NY, Yekitiya Ereban, Lîga Ereb, Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê kir ku li dijî vê rewşê derkevin û bidin sekinandin. Tulay Hatîmogûllari, xwest ku Deriyê Sînor ê Refahê were vekirin û korîdora alîkariya mirovî were vekirin.

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, di nava şerên li seranserî cîhanê de mîna meşaleyekê diçirûse û got: “Lewma divê em bêhtir xwedî li aştiyê derkevin. Dem em li geşedanên siyasî, civakî, aborî û gavên dîzaynkirina herêmê ya emperyalîstan dinêrin, wê demê girîngiya vê bangê bêhtir dibînin.” 

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ji bo agirê li Rojhilata Navîn û cîhanê belavî Tirkiyeyê nebe, divê aştî çêbibe û ev tişt anî ziman: “Nabe ku bibêjin li Tirkiyeyê aştiya navxweyî, li Rojava şer û gefan li wir bixin. Ev her du gotin hev nagirin. Divê Tirkiye bi Kurdên li Sûriye, Iraq û Îranê re jî aştiyê bike. Heke Tirkiye bi rastî jî bixwaze korîdora ewlehiyê ava bike, wê demê divê ji bîr neke ku ev korîdor bi aştiyê dibe. Ewlehî, bi şer, çek, gule, tank û topan nabe. Bi dayina mafên gel dibe. Bi hemwelatiyan wekhev û demokrasiyê dibe.”

Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Avakirina Sûriyeyeke demokratîk jî bi dayina mafên Kurdan, Elewiyan û Durziyan dibe. Divê Tirkiye jî vê biparêze. Lewma em gefên nûnerên hikûmetê yên dawî ku li Rojava dixwin, qebûl nakin. Li wir bi hezaran Elewî û Durzî hatin qetilkirin. Di rewşekî wiha de banga teslîmbûnê nayê qebûlkirin. Tişta divê li wir were kirin ew e ku avakirina Sûriyeyeke hemû gel û bawerî di rêveberiyê de cih digirin û Sûriyeke demokratîk e. Qenciya herî mezin ku li Sûriyeyê bike ev e.”

Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku meseleya Kurd meseleyeke giran e û nabe û ji bo çareseriyê bi siyaseteke pispor heye. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Ji bo wê pêdivî bi zimanê aştiyê û demokrasiyê heye. Divê li Sûriye û herêmê şertê sereke yê Tirkiyeyê aştî be û ev bibe stratejî. Banga birêz Ocalan, armanca rizgariya gelê Kurd, Ereb, Tirk, Ermen û civakên Êzidî, Elewî, Sunî hwd. e dike. Formula derketina ji vê xeleka agir e. Lê mixabin tevî gavên şênber ên Ocalan û PKK’ê jî îktîdar û dewletê heta niha gavên şênber neavêtine. Gava herî girîng avakirina komîsyonê ye lê ew jî li ser mijarên esasî nasekine. Divê komîsyon mitabeqeta civakî xurt bike û bi yasayeke taybet re yasayên entegrasyon û azadiyê bixe rojeva meclisê. Ji bo serdema nû ya qanûndanînê ku dê di 1’ê Cotmehê de dest pê bike, tu xebatek nîne. Ev jî nîşan dide ku polîtîkayên mijûlkirinê di meriyetê de ne. Yek ji mijara herî lezgîn a komîsyonê mafê hêviyê ye. Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan tavilê bên avakirin. Ocalan dixwaze ji bo serkeftina pêvajoyê li xwe rol bigire. Pir girîng e ku komîsyon biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike. Divê komîsyon bi cisaret be û rêyê veke.”

Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku gel ji dil û can piştgiriyê dide pêvajoyê lê ji bo baweriyê divê gavên şênber bên avêtin. Tulay Hatîmogûllari, got ku tayînkirina qeyûman, girtina hevşaredaran, rewşa girtiyên nexweş û taloqkirina tehliyeyên girtiyan baweriya gel tune dikin. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser operasyonên li dijî CHP’ê û got ku pêvajoya aştiyê bi zextên ser muxalefetê nayên xurtkirin. Tulay Hatîmogûllari, Banga Aştî û Civaka Demokratîk her wiha destpêka serdema têkoşîna nû ye û banga xwedîderketina li pêvajoyê li her kesî kir.

Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Hevrêyên me Brûsk û Diyar şehîd bûn
Nûçeya Pişt re Agirê Jiyan li Dusseldorfê derkete ser dikê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel

Komîteya Kevana Zêrîn şehîd Hozan Mizgîn bi bîr anî û got, “Hozan Mizgîn hem bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

Li Zaxoyê droneyek li kampa Derkarê ket ku şêniyên wê Êzidiyên koçberbûyî ne. Di encamê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bêyî hebûna jinan, Sûriyê bi awayekî demokratîk ava nabe’

Jinên beşdarî Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan bûn, destnîşan kirin ku di encama hevgirtinê de jin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Lemkow: Gava destpêkê divê azadiya Abdullah Ocalan be!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 8’Ê KANÛNA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

John Holloway: Ocalan ronahiyeke ku di tarîtiya cîhanê de dibiriqe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?