Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, parlamenterên Stenbolê Kezban Konûkçû û Ozgul Sakî li Nexweşxaneya Fakulteya Çapa Tip a Zanîngeha Stenbolê serdana Parlamentera Stenbolê ya DEM partiyê Çîçek Otlû kir ku tedawiya wê dewam dike.
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku Otlû ya ku 11’ê Adarê hate emeliyatkirin, îro cara duyemîn hate emeliyatkirin û li gorî agahiyên ji doktoran wergirtî operasyon baş derbas bûye.
Hatîmogûllari ragihand ku Çîçek Otlû niha li beşa lênihêrîna awarte ya nexweşxaneyê ye û piştî emeliyatê wê bi rengekî kontrolkirî hêdî hêdî bê hişyarkirin.

