Çarşem, 19 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Eren Keskîn: Ev cînayet e, raporên ATK’ê amûra polîtîkaya necezakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel, gotinên serokatiya MHP’ê û helwesta AKP’ê ji hev cuda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 17’emîn a komîsyona li Meclîsê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ebdî: Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê li Hewlêrê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ: Cihê xwe di dîrokê de girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Bi rêxistin û xweparastinê em ê bi ser kevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê semînera 25’ê Mijdarê: Felsefeya azadiyê tundiyê kêm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: ‘Em ê bi hev re tundiyê rawestînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn çareseriyê tîne
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn çareseriyê tîne

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di serdana xwe ya Nobeda Edaletê de bertek nîşanî tecrîd û polîtîkayên şer ên li Îmraliyê da û diyar kir ku çareserî bi têkoşînê pêkan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, li Mêrsîna ku hin rêze serdanan bike, çû serdana Nobeda Edaletê ya Mêrsînê ku 115 roj in ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê yên Bajêr Perîhan Koca û Alî Bozan û endamên partiyê jî li gel Hatîmogûllariyê di serdanê de cih girtin.

Dayika Aştiyê Meryem Erbey li ser navê çalakvanên nobetê spasiya Tulay Hatîmogullari kir û bang li hemû kesan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşin.

Meryem Erbey destnîşan kir ku rêya aştiya li welat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkan e û diyar kir ku heta azadiya Abdullah Ocalan wê çalakiyên wan bidomin.

‘EM Ê BI HEV RE JIYANA HEVPAR AVA BIKIN’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Hatîmogullari wiha got:

“Em di wê baweriyê de ne ku Nobeta Edaletê dê rê li ber çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd veke. Her wiha em wisa difikirin ku dê deriyên çareseriya gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn veke. Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên kevnar hene. Yek pirsgirêka Kurd û ya din jî pirsgirêka Filistînê ye. Çareserkirina her du pirsgirêkan ji bo gelên Rojhilata Navîn û ji bo aştiya Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Weke paradîgmaya ku jiyana hevpar diparêze, em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka kurd li vî welatî wê jiyana hevpar hîn xurtir bike û her kes li ser esasê mafên hemwelatîbûna wekhev bi zimanê xwe nêrînên xwe bîne ziman.

Hûn amadekariyên şer dizanin. Gelek nûnerên hikûmetê, bi taybetî Wezîrê Derve li Iraqê civînên şer li dar dixin. Her wiha ji bo rê li ber şer û pevçûnan vekin bi gelek welatan re danûstandinan dikin. Weke Newroza 2013’an îsal jî di Newroza 2024’an de hemû gelan, di serî de gelê Kurd, daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî bilind anîn ziman. Lê mixabin ev hikûmet bi civînên şer bersiva me dide. Me duh dev ji daxwaza aştiyê, daxwaza jiyana hevpar û têkoşîna mafên gelên bindest û mêtinger ên li vî welatî berneda, îro jî dest ji doza aştiyê bernedin.

Careke din ez vê têkoşîna bi rûmet a we dayikên me yên hêja û jinên delal silav dikim. Û helbet wê aştî were van xakan.”

MÊRDÎN

Dayikên Stewrê, Artûklû û Kerboranê Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di roja 78’emîn de berdewam kirin, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xwestin. Di Nobeda Edaletê ya ji aliyê bi dehan dayikan ve tê lidarxistin, stranên berxwedanê hatin gotin û dua hatin xwendin. Di Nobeda Edaletê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Zindanan” hatin berzkirin.

Dayika Garîbe Gezer a hatî qetilkirin Halîme Gezer ku beşdarî Nobeta Edaletê bû diyar kir ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan, azadî û berxwedana gelê Kurd û bindestan nobedê digirin.

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) re hatiye destpêkirin di roja 46’emîn de ye. Di çalakiya nobedê ya li Nûnertiya DEM Partiyê ya Taxa Çîmentepe de, berdilkên bi nivîsên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Girtiyên nexweş bila bên berdan” bi Kurdî û Tirkî hatin lixwekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin

Di çalakiyê de bertek nîşanî binçavkirina Hatîce Yildiz a 75 salî ya ku ji bo keça xwe ya di girtîgehê de û hevjîna keça xwe ya li girtîgehê pere şandibû, li ser pankartê hat girtin.

Çalakiya nobetê bi stranên ji bo girtiyan hatin gotin bi dawî bû.

STENBOL

Çalakiya li avahiya Rêxistina navçeya Sultangazî ya DEM Partiyê ya Stenbolê di roja 105’emîn de berdewam kir. Xizmên girtiyan berdilkên spî yên bi nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêxistina Elewiyên Demokratîk (DAD) û Rêxistina Navçeya Bagcilarê ya DEM Partiyê çûn serdana çalakiyê û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

AMED

Çalakiya li Amedê di roja 112’emîn de berdewam kir. Di çalakiya nobedê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Rêzanê de, xizmên girtiyan bi berdilkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” cihê xwe girtin.

Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Maf, hiqûq, edalet” bi dawî bû.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya ku li Êlihê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatibû destpêkirin, li avahiya DBP’ê  di roja xwe ya 53’yemîn de dewam kir. Namzeta Şaredariyê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, Rêxistinên Herêmî yên DEM Partriyê û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê hatin ziyaretkirin.

Di çalakiya nobedê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şehîd Zagros Kobanê bi merasîmekê hate veşartin
Nûçeya Pişt re Li herêma Gabarê ketin û derketin ji nû ve hate qedexekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bedlîsê çerxa gendeliyê: 36 mîlyon TL gendalî hate tespîtkirin!

Parlamenterê DEM Partî yê Bedlîsê di axaftina xwe ya derbarê gendeliya li Nexweşxaneya Tetwanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Divê desthilatdarî pêngavên hewce biavêje

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê bal kişand ser hevdîtinên Îmraliyê got ku divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê partiyên komîsyonê xwedî li pêvajoyê derkevin

Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di şahiya “Meşa Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Kongra Star sersaxî da malbata Berîvan Kûtlû sersaxî xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ebdî: Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren Keskîn: Ev cînayet e, raporên ATK’ê amûra polîtîkaya necezakirinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK’ê li Hewlêrê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?