Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Kerîm Boran hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê şewat di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    De Conca: Abdullah Ocalan çareseriyê pêşkêş dike, divê azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê serdana partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Tişta ku me bigihîne serketinê, kevneşopiya me ya berxwedanê ye
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Tişta ku me bigihîne serketinê, kevneşopiya me ya berxwedanê ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari peyama “me fîgurantiya ruhê Yenîkapiyê red kir, em bi gel re sekinîn. Çare rêya sêyemîn e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiyê xwe ya heftane de li Meclisê rojevên heyî nirxand.

Hatîmogûllari bal kişand ser hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an û got ku di hemû darbeyan de bedela herî giran karker, kedkar, xizan, çepgir, sosyalîst û muxalîfan dane. Hatîmogûllari, diyar kir ku weke DEM Partiyê sekna wan a li hemberî darbeyên leşkerî û siyasî zelal e û wiha got: “Di darbeyan de tenê klîk û hêzên girêdayî darbekaran qezenc dikin. Lê Tirkiyeyê winda kiriye. Di hewldana darbeya 15’ê tîrmehê û ya darbeya didome de jî Tirkiyeyê winda kir. AKP sûde3 ji vê hewldana darbeyê digire. Îktîdarê ji bo komkujiyên Gara Enqereyê û Pirsûsê got; ‘ev komkujî baş dibin, dengê me zêde dibin.’ Rejîma xwe li ser xwîna mirovan ava kirin. 15’ê tîrmehê komployeke mezin a li dijî gelên Tirkiyeyê ye. 15’ê tîrmehê darbeyeke siyasî ya li demê hatiye belavkirin e. Hêzên ewlekariyê û darazê jî piştgirî daye.”

Hatîmogûllari, diyar kir ku 15’ê tîrmehê darbe nîne û ev tişt anî ziman: “Hem pêvajoya beriya hewldana darbeya 15’ê tîrmehê hem jî ya piştre bi tevahî senaryo ye. Mexdûrên 15’ê tîrmehê civak in. Ji wê rojê ve aborî têk diçe, siyaset têk diçe û ji demokrasiyê tu tiştek nema.”

Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser dozên Kobanê û Geziyê û wiha got: “Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de bi dehan HDP’î hatin girtin. Beriya wê jî parêzbendiyên wan rakirin. Ev darbeya 4’ê Mijdarê bû. Vaye darbe ev e. Berxwedana Geziyê jî bi muebbetê ceza kirin. Gelo heke ev darbe nebe wê demê çi ye?”

Hatîmogûllari bal kişand ser êrişên li dijî cenaze û goristanan û wiha pê de çû: “Digotin qey dê hafizeyekê bi vî rengî ji holê rakin. Zirar dan goran, êşkence li cenazeyan kirin. Nehiştin cenaze bên definkirin. Ev tişt di hiqûqa şer de jî nayê qebûlkirin. Ev wêneyê Alî Riza Aslan e û di qoliya destê wî de cenazeyê zarokê wî heye. Ev wêneye bi tena serê xwe gelek tiştan vedibêje. Alî Riza Aslan digot; ‘çavên min tarî bûn, bêhna min çikiya. Dê bibêjî qey tevahiya Amedê bi ser min de hilweşiya.’ Amed û tevahiya Tirkiyeyê bi serê malbatên van êşan dikişînin de tên xwarê. Ya vê dike jî AKP ye ku qaşo bawermendin lê nirxên îslamê ji bo armancên siyasî bi kar tînin.”

Hatîmogûllari, piştre qala dayikên tevî temenê wan mezin jî di girtîgehan de tên ragirtin. Hatîmogûllari, got ku Makbûle Ozer a 83 salî ji sedî 61 astengdar e lê tevî jî girtî ye. Hatîmogûllari bi bîr xist ku du roj berê jî li Êlihê gelek dayik hatine girtin. Hatîmogûllari, wêneyê Makbule Ozer nîşan da û got: “Nebêjin qey ev tiştên em vedibêjin tenê çîroka jinên kurd in. Ev dayika ku di destekî wê de çîçek, di destekê wê de gopal heye û bi dersoka xwe ya spî bi serfirazî li ser pêyan disekine, wêneyê dayikeke kurd e.”

Di berdewamê de Hatîmogûllari anî ziman ku di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hatiye tayînkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdema darbeyên leşkerî de jî qeyûm nehatin tayînkirin. Ev darbeye ji darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê jî xerabtir e. Vaye ji we re wêneyeke ku dê 100 salan neyê jibîrkirin. Belgeya weke qeyûm tayînkirina waliyê Colemêrgê ya li Şaredariya Colemêrgê. Bi hêza leşkerî ev yek kirin û ev jî wêneyê wê ye. Em ê vî wêneyî tu caran ji bîr nekin. Heta ku qeyûm paşve tê kişandin û Viyan Tekçe weke şaredar serokwekîl tê tayînkirin jî dê berxwedana me bidome.

Wêneyeke din jî heye ku taybetiya hevpar a darbeyan e. Weke ku hûn jî dizanin di dema darbeyan de ji ewil êrişî çapemeniyê dikin. Ji ber ku naxwazin qirêjî, otorîterbûn, faşîzm û binpêkirinên mafên mirovan bên dîtin. Jixwe di mijara rojnamegerên girtî de Tirkiye di rêzên ewil de cih digire. Yek ji welatên herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye. Di demên darbeyê de ev yek bêhtir kir. Medyaya xwe bi destê komên sermayeyê pir xurt kirin. Medya her tim di tekela burjuvaziyê de bû lê bi serdema AKP’ê re bêhtir kete tekela wan. Binêrin, bi rêya KHK’an bi giştî 204 saziyên medyayê, 6 ajansên nûçeyan, 70 rojname, 20 kovar, 41 radyo, 38 TV, 29 weşanxane û şîrketên belavkirinê hatin girtin. Bi sedsan qertên çapemeniyê jî hatin betalkirin û rojnameger hatin girtin.  

Wêneyê dawî yê di destê min de û darbeya piştre dest guherandî. Manşeta Rojnameya Ozgur Gundemê ya di 19’ê tîrmeha 2016’an de hatiye girtin. Dibêje; ‘Darbeyê dest guherand’ û li jêr didomîne; ‘Qesrê û AKP’ê hewldana darbeyê weke firsend dît û darbeya xwe dike. Çeteyên li kolanan belav kirî hêzên demokratîk hedef digirin.’ Tam jî wisa dibe. Ozgur Gundemê her tiştên qewimîn tenê di hevokekê de pir bi zelalî vegotiye. Ev wêneye di wijdana gel de cih girtine û hafizeyek ava kirine.

AKP qet qala lingê siyasî yê darbeyê nake. Lê divê civaka Tirkiyeyê lingê siyasî yê darbeyê pir cidî nîqaş bike. Dadger û dozgerên darbeyê hene. Zavayê wî heye, çayvanê wî heye lê lingê siyasî tune ye. Ji bo dîtina faîlê esasî yê darbeyê, HDP’ê û niha jî DEM Partiyê bi dehan caran pêşnûme dan meclisê ku komîsyona lêkolînê were avakirin. Di dawiya dawî de komîsyona lêkolînê hate avakirin. Tişta ku em ê niha bibêjin ewqas girîng e ku divê îktîdar tavilê îstîfa bike. Ji ber ku belge dizîn.

Em ji kevneşopiya berxwedanê tên û dê bi ser kevin. Em bi hêvî têdikoşin. Îktîdara AKP-MHP’ê darbeya leşkerî û sivîl a herî qirêjî li milên xwe bar kirin û bûn kesên wê birêve dibin. Piştî darbeya OHAL’ê ya 20’ê tîrmehê, mixabin muxalefetê guherîna rejîmê tenê temaşe kir. Em ne bûn parçeyeke darbeyê ne jî ya darbekaran. Me piştperdeya darbeyê derxist holê û bi eşkereyî ji gel re vegot. Me red kir ku bibin fîguraneke ruhê Yenîkapiyê. Me li cem gel cih girt. Em çima van dibêjin? Ji bo ku muxalefet li Yenîkapiyê rê li ber sazûmanbûna rejîma nû vekir û divê bi xwe re hevrû bibe.

Tu feydeya rejîma dijminatiyê li gel dike û muxalefeta qala restorekirinê dike dê ji bo gel tune be. Lewma em dibêjin çareserî Rêya Sêyemîn e. Rêwiyên Rêya Sêyemîn jî DEM Partî ye. Em dikarin reheta wan xera bikin. Ji ber ku piranî em in. Em ji bo ked û edaletê têdikoşin û dê têbikoşin. Têkoşîna me ji bo wê ye ku 85 milyon hemwelatiyên me li vî welatî wekhev û azad bijîn.”

Hatîmogûllari herî dawî jî bertek nîşanî biryara hikûmetê ya ji bo mûçeyê herî kêm ê teqawidan da. Hatîmogûllari, bi bîr xist ku Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler mûçeyê herî kêm ê teqawidan weke 12 hezar û 500 lîre ragihandiye û wiha bertek nîşan da: “Qesr, di her 15 saniyeyan de mûçeyê teqawidekî xerc dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Li ser xeta fedayîtiyê li ber xwe dan
Nûçeya Pişt re Jinên Tolhildêr li Gever û Wanê li dagirkeran xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Meclîsê çalakiya şermezarkirinê: Tecrîdê rakin

DEM Partiyê biryarên 'Doza Kobanê' li Meclîsê şermezar kir û got, "Em bang li gelên…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E’yê Çarşema Sor pîroz kir, parastina xweser silav kir

TJK-E’yê Çarşema Sor pîroz kir, bal kişand ser planên qirkirinê û parastina xweser a gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelatên Îbrahîm Ehmed hatin dayîn

Xelatên Zêrîn ên Bile yên ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve hatin organîzekirin, bi merasîmekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji her deh deqeyan carekê ji ber tenêtiyê kesek dimire

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şirîn Ebadî: Li Girtîgeha Evîn êşkence zêde bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump: Ti tiştî pêşkêşî Îranê nakim, qet naxivim jî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?