Li Amedê tenê ji destpêka meha Tîrmehê ve yek jê zarok 3 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, jinek jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li bajarê ku di 8 mehan de 10 jin hate qetilkirin, ti pêşîlêgirtinekî bibandor nehate girtin, kujerên jinan jî çend roj piştî bûyerê encax têne girtin. Li taxên ku xizanî, bikaranîna maddeyê û pêkanîna şerê taybetê lê heye, ev kuştin zêde dibin. Jinên ku rastî tundiyê tên û di bin gefê de ne bi serlêdanên rêveberiyên herêmî û Baroya Amedê piştgiriyê digirin, îsal ji meha Çileyê ve 700 jinan serî li Baroya Alîkariyê ya Edlî dan. Ji sedî 90’î van serlêdanan ji serlêdanên fîzîkî, zayendî û psîkolojîk pêk tên, ya mayî jî ji serlêdanên hevberdan û gefê pêk tên.
DI 3 MEHAN DE 350 JIN SERÎ LI ALÎKARIYA EDLÎ DAN
Tenê di meha Adar û Hezîranê de 356 jin ji bo piştgiriya hiqûqî serî li baroyê dan, tê diyarkirin ku hejmara rast zêdetir e. Jin piranî ji bo tundiya pîskolojîk û fîzîkî serlêdan dikin, lê fedî dikin ku derbarê tundiya zayendî de biaxivin. Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Mafên Jinan a Baroya Amedê Cansel Talay, destnîşan kir ku ji ber qanûnên ku nayên pêkanîn tundî roj bi roj zêdetir dibe û daneyên ku tenê di 3 mehan de ji bo wan hatine, wekî, “Pir xeter e” şirove kir.
HERÎ ZÊDE JI BER TUNDIYA PISKOLOJÎK SERLÊDAN HATE KIRIN
Talay ragihand ku di rapora 3 mehan de zêdeyî 350 jin serî li baroyê dane û wiha got, “Ev hejmar tenê serlêdanên ji bo baroyê hatine kirin in. Serlêdanên ku ji gund, navçe û ji saziyên din ên jinan re hatine kirin, ne di nav vê daneyan de ne. Ji ber vê yekê rastî jî vê daneyan xetertir e.”
Talay diyar kir ku herî zêde ji ber tundiya psîkolojîk serlêdan hatiye kirin û wiha got, “Jin di dema serlêdanê de herî rehet dikarin tundiya psîkolojîk bînin ser ziman. Ji ber ku tundiya psîkolojîk dikeve nava tundiya bi awayên din. Di tundiya dijîtal de jî zêdebûneke pir cidî heye. Di rapora hevpar de ku me di Mijdara 2024’a de bi saziyên jinan re amade kir, me dît ku tundiya dijîtal sê qat zêde bûye.”
Talay diyar kir ku serlêdanên tundiya zayendî pir kêm in û bilêv kir ku ev dane rastiyê nîşan nade û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku avahiya me ya baroyê tune ye, girtina serlêdanan ne guncaw e. Jin qadekî mehrem ku bikaribin tundiya zayendî lê îfade bikin nabînin. Ev jî rê li ber vedike ku dane kêm xuya bikin. Di nava van hejmaran de dozên cezayê jî tune ne. Ji ber ku eger hebin ev reqam wê 10 qet zêde bibe. Ji ber vê yekê em plan dikin ku raporekî cuda ya derbarê dozên cezayê de amade bikin.”
LI DIBÎSTANAN MEKANÎZMAYÊN SERLÊDANÊ TUNE NE
Talay diyar kir ku kuştinên jinan û tundiya zayendî ku di demên dawî de zêde dibin, metirsîdar e. Talay anî ser ziman ku temen her ku diçin kêm dibin û ji dibîstanên amadeyî serlêdanên tundiya zayendî û dijîtal ên bi rêya mamosteyên rehberê têne kirin, zêde dibin. Talay bilêv kir ku li zanîngehan jî ji ber ku mekanîzmayên serlêdanê tune ne, dane nayên berhevkirin û xwendekarên ku ji derveyî bajer tên di xwe gihandina mekanîzmayên piştgiriyê de zehmetî dikşînin.
‘QANÛNA ÎNFAZÊ RAST NAYÊ PÊKANÎN’
Talay da zanîn ku di têkoşîna li dijî tundiya jinan de pirsgirêka herî mezin bêcazatî ye û anî ser ziman ku qanûna înfazê rast nayê pêkanîn û newekheviya zayendî di biryarên dadgehan de xuya nabe.
Talay wiha got, “Jin ji ber ku jin in tên qetilkirin, lê dadgehan bûyerê wekî takekesî digirin. Delîl bi perspektîfa zayendiya civakî nayê nirxandin. Ev jî bi cezayên kêm bi encam dibe. Kujer piranî negirtî tên darizandin, delîl tune dibin û şahid bandor dibin.”
Talay gava ku li Îtalyayê hate avêtin wekî mînak nîşan da û diyar kir ku divê ceza werin zêdekirin û tehliye werin zehmetxistin û wiha got, “Madem ‘sala malbatê’ hate ragihandin, wê dêemê divê ji bo pirsgirêkên jinan planlamayên cidî werin kirin. Berovajî vê ev yek bibe helwestekî polîtîk. Me wekî tevgera jinan bi dehan caran got; Ev ne meseleyekî şexsî ye, krîzekî civkaî ye. Eger em vê rastiyê qebûl nekin wê ev çerx dewam bike.”