Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li navçeya Qoserê ya Mêrdînê “Civîna Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist.
Di civîna ku bi hezaran kes beşdarbû de, posterên Rêber Apo û pankartên têkildarî civînê li salonê hatin daliqandin.
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û odeyên pîşeyî jî beşdar bûn. Veysi Aktaş ku di nêz de ji Gırtigeha İmralıyê derket û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û wasiyê Rêber Apo Mazlûm Dînç, wekî axaftvan beşdar bûn.
Di civînê de ku dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin, piştî axaftina kurt a Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, Mazlûm Dînç mafê axaftinê wergirt.
PÊVAJO BI DESTÊ RÊBER APO TÊ MEŞANDIN
Dînç der barê pêvajoyê de agahî parve kir û diyar kir ku dema azadiya Rêber Apo hatiye û gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên der barê naskirina mafê hêviyê yê Rêber Apo de bi bîr xis û got: “DMME’yê 10 sal berê biryara xwe li ser mafê hêviyê dabû. Lê heta roja îro ev biryar nehatiye bicîhanîn.”
Dînç destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn siyaset li gorî berjewendiyên kesan an malbatan tê meşandin, ji ber vê yekê ji bo azadiya gel gav nayên avêtin û got: “Niha ji bilî Serok Apo kesekî din tune ku gavekê bavêje an jî li ser navê gel biaxive. Ji ber vê yekê mirov ji rêyên bi hezaran kîlometreyan dûr tên û dibêjin ku ew dixwazin ronahiya Ocalan bibînin.”
Dînç diyar kir ku pêvajo bi destê Rêber Apo tê meşandin û wiha domand: “Çiqas çapemeniya Tirk hewl dide ku wê bi awayekî cuda nîşan bide jî, ew nikarin vê rastiyê biguherînin. Ger pêvajo pêş nekeve, Serok Apo dibêje ku Tirkiye û Kurdistan wê ‘bibin mîna Xezeyê.’ Ev tê wateya mirina bi hezaran kesan, wêrankirina bajaran. Serok Apo dixwaze pêşî li qirkirina Kurdan bigire. Serok her wiha dewletê hişyar dike ku ew ê deh caran ji ya ku heta niha jiyane xirabtir bijîn. Azadiya Serok Apo bi siyasetê ve girêdayî ye. Bi rastî, Meclis dê rêziknameyên qanûnî bike. Divê ew vê bikin. Dibe ku ne di dema veguhêz de, lê divê ew van qanûnan çêbikin. Dibe ku hin kes vê yekê qebûl nekin, lê di dawiyê de, di vê pêvajoyê de bang li Serok Apo hat kirin. Devlet Bahçelî bi xwe ev kir. Derxistina qanûnan bi pêşveçûna pêvajoyê gengaz e. Azadiya Serok Apo jî bi rêziknameyên qanûnî gengaz e. Û ev rêzikname dê di nav pêşveçûna pêvajoyê de werin çêkirin.”
‘KÎ XWE BIRÊXISTIN BIKE WÊ BI SER BIKEVE’
Paşê Veysî Aktaş axivî. Aktaş di axaftina xwe de got: “Niha, em dikarin li derve xwe bi qasî ku em dixwazin birêxistin bikin. Ji bo vê yekê tu astengî tune ye. Heke em nikaribin xwe birêxistin bikin, ev pirsgirêka me ye. Divê em ji xwe bipirsin. Refleksên me hatine kuştin. Divê em ji vê rewşa bêhiş derkevin. Divê em vegerin ruhê salên 90’î. Kî xwe birêxistin bike dê bi ser bikeve. Ger em xwe birêxistin bikin, em ê bi ser bikevin; ger ew xwe birêxistin bikin, ew ê bi ser bikevin. Di dawiyê de, hêzên anormal hene. Ev kom destwerdanê dikin. Ew hîn jî di nav dewletê de serdest in. Divê em li dijî wan xwe birêxistin bikin.”
Piştî civînê welatî axivîn. Welatiyan rexneyên xwe anîn ziman û piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê jî diyar kirin.

