Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa li avahiya parêzgariyê pêşwaziya şandeyeke rûspiyên Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê kir.
Di hevdîtinê de ji rêveberên Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî amade bû.
Nûredîn Îsa diyar kir ku yekitî, ewlehî û rûmeta welatiyan û pêşkêşkirina xizmetan, xebatên wan ên pêşîn in û soz da ku ew ê bibe parêzgarê tevahî xelk, pêkhate û mezheban e û got: “Ev kar emaneteke di stûyê me de ye. Em ji Xweda hêvî dikin ku me bi ser bixe û xêr û xweşiyê bide welat.”
Rûspiyan jî Nûredîn Îsa ji ber mîsyona parêzgariyê pîroz kir û hêviya serketinê jê re xwest.

