Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera Komkujiya Helebceyê de daxuyanî da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Gelê Kurd ê bi salane ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşîna xwe didomîne, rastî gelek komkujî, koçberî û zextên giran hat. Yek ji wan jî Komkujiya Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an e.
Hêzên rejîma Baas a Iraqê li hember xelkê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrîşeke herî nemerd û hovane pêk anîn. Di encama vê êrîşê de, di nav wan de zarok, jin û îxtiyar bi hezaran Kurd şehîd û birîndar bûn.
Ev êrîş û komkujiya wê ti carî di bîra civakî ya gelê Kurd û mirovatiya azadîxwaz de neyê jibîrkirin, yek ji lekeya herî reş a li ser eniya dîrokê ye.
Li hember vê hovîtiyê hêzên qaşo ji bo mafên mirovan têdikoşin ji tirsa pergala serwer a li ser xwîna mirovan xwe xwedî dike, bêdeng man. Hêzên herêmî yên li ser tinekirin û înkara Kurdan xwedî heman fikrî ne jî li hember vê trajediya ji bo mirovatiyê şermeke mezin e, çavên xwe girtin.
Lê tevî her êrîş û komkujiyan jî li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîn û hêviya azadiyê ya gelê Kurd nesekinî. Rêber Apo, ji bo gelê Kurd careke din rastî komkujî û qirkirinan neyê têkoşîneke herî bi rûmet pêş xist û pêş dixe. Gelê Kurd îro li her devera lê ye li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin dike û yekîtiya xwe xurt dike.
Em weke gaziyên şer komkujiya Helebceyê ya dikeve sala 38’an bi tundî şermezar û rûreş dikin. Ji malbatên şehîdên Komkujiya Helebceyê re careke din sersaxiyê dixwazin. Her wiha ji gazî û birîndarên Helebceyê re jî şîfaya lezgîn dixwazin.
Bi hevgirtin û yekîtiya îro li Rojavayê Kurdistanê şênber bûye, tekez em ê welatekî azad ê hêvî û xeyalê hemû şehîd û birîndaran e pêk bînin. Wê tevahî êş û janên me li ser xakeke azad bibin haveynê rojên azad û bedew.”

