Rojnamevan Aykan Sever hevsengiyên navbera Sûriye, Îsraîl, Tirkikye û DYE’yê nirxand ku bi lez diguherin.
Aykan Sever anî ziman ku Sûriye veguheriye qadeke têkoşînê ya stratejîk ku gelek aktorên navneteweyî û herêmê di heman demê de dest lê werdidin û got, “Sûriyeyê weke hevîrekî dibînin ku dikarin şekil bidin wê; yên ku vê dikin jî gelek hêz in. Di nava vê Neteweyên Yekbûyî jî heye, Yekîtiya Ewropayê jî heye; Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Eermîkayê (DYE), welatên Ereb, Tirkiye, Îsraîl, Fransa jî di nava vê pêvajoyê de ne. Ji ber ku Sûriye di asteke stratejîk de ye. Hem ji aliyê dîzaynkirina Derya Spî ya Rojhilat hem jî Rojhilata Navîn ve welatekî diyarker e. Sûriye ne tenê ji Sûriyeyê pêk tê; ya rast ti ji pirsgirêkên li herêmê tenê ji xwe pêk nayên.
Ji ber vê yekê jî em bi pêvajoyeke welê re rû bi rû ne ku gelek hêz di heman demê de destwerdanê dikin. Hemû aktor hewl didin bandora xwe li qadê bikin. Herî dawî Yekîtiya Ewropayê ji bo Sûriyeyê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bimeşîne hin wezîfedar erkdar kir; Neteweyên Yekbûyî jî bi heman rengî nûnerên xwe yên nû tayîn kir. Rûsya jî ji bo pozîsyona xwe biparêze bi rêveberiya HTŞ’ê re hewl dide peymanan mohr bike. Û bêguman di vir de Emerîka ew welat e ku di asteke krîtîk de girîng e.”
TRUMP HEWL DIDE CÎHANÊ LI GORÎ XWE DÎZAYN BIKE
Aykan Sever anî ziman ku Trump hewl dide tevahiya cîhanê -li gorî xwe- bi lîderiya Emerîkayê, bi rêbazeke ku Emerîka navenda wê ye dîzayn bike. Aykan Sever got, “Eger hûn dixwazin li ser Ewropayê hegemonya xwe ava bikin, bivê nevê divê hûn giraniyê bidin ser Rojhilata Navîn. Ya girîng ew e ku çawa hewl dide vê bike. Daxuyanî û nêrînên Trump -me piştî êrişa li Palmîrayê dît- bi vî rengî ye: Em ne bi stratejiyeke kompleks re rû bi rû ne. Mînak, li gorî Colanî yê ku li Sûriyeyê xwedî hêzê ye û li gorî Trump piştî Palmîrayê eleqeya xwe pê nîne; Bi gotina ‘DAÎŞ û hwd.’ hewl didin mijarê bi dawî bikin. Erdogan jî xwedî hêz e, Netanyahu jî xwedî hêz e, prens Salman jî xwedî hêz e… Trump dixwaze van weke hêza xwe ya wekîl bi kar bîne.”
NATO’YEKE ROJHILATA NAVÎN TÊ PLANKIRIN
Sever lêgerînên bloka siyasî û leşkerî ya li dora Peymanên Îbrahîm ava dibin weke avakirina hegemonyayekê li Rojhilata Navîn pênase kir û got, “Li nava Peymanên Îbrahîm an jî li pişt wan peymanan ne tenê blokeke siyasî, di heman demê de lêgerîna avakirina blokeke leşkerî jî heye. mirov dikare bibêje ku tê xwestin, ‘NATO’yeke Rojhilata Navîn’ bê avakirin ku Îsraîl di navenda wê de be. Ev ê pêk were yan na, ew meseleyeke cuda ye. Lê em bibêjin hewldaneke bi vî rengî heye. Ji ber ku di doktrîna Monroe ya têkildarî Rojhilata Navîn de yek ji tiştên tê destnîşankirin kontrolkirina xetên veguhestinê, xetên enerjiyê ye. Ya yekemîn, xeta ji Hindistanê heta bi Ewropayê hîn neketiye meriyetê; em nizanin bê wê kengî û çawa bikeve meriyetê. Lê belê di wê xetê de Tengava Hurmuz, Derya Spî herêmên stratejîk e. Lewma kontroa li ser Yemenê, di heman demê de lawazkirina Îranê li Tengava Hurmuzê, yanî kontrolkirina wê herêmê girîng e.
Li Rojhilata Navîn rewşeke bi vî rengî ye: Eger hûn nikarin li tevahiya wê kontrolê bikin, hûn nikarin li ti devera wê kontrolê bikin. Lewma rêveberiya Emerîkayê dawiya dawî Rojhilateke Navîn ku xeyala wê dike, datîne ber xwe. Wê karibe vê bike yan na? Em ji mînaka Sûriyeyê dibînin ku wê nikaribe bike. Ji ber ku hesabên mekanîk dikin. Rewşeke welê nîne ku emperyalîst hesabên sofîstîke dikin, bi her tiştî zanin an jî her tiştî kontrol dikin; nikarin bikin.
Çavdêrekî li qadekê bi hêsanî dikare bibîne ku HTŞ ji aliyê avanî ve bi pirsgirêk e. Mebest ji pirsgirêka avanî kontrolkirina Sûriyeyê ye. Ez nabêjim demokratîkbûyîn, ji ber ku ti bendewariyeke Trump a ji demokrasiyê nîne. Tiştekî bi vî rengî ne mijar e. Lê belê ji aliyê hembêzkirina hemû pêkhateyan; di nava rêveberiyê de derfet ji hindikahiyên din ji Elewî, Druzî, Kurd, Ermenan re nayê naskirin. Dema bi vî rengî be tê wê wateyê ku we ji destpêkê ve helwesteke cihêkar nîşan dane. Lewma hîn nikarin wan tevlî bikin.
Herî dawî Colanî bi Elewiyan re civînek lidar xist; lê belê Elewiyan piştî hevdîtinê diyar kirin ku civîn seranser bû, ti ewlehiyeke wan a jiyanê û hebûnê nehatiye naskirin. Rewşa Durziyan û Kurdan li ber çavan e; hîn jî di pozîsyoneke welê de ye ku êriş li wan dikare bê kirin. Ya rast di rêbazeke ku Emerîka dixwsaze de entegrasyon guncaw nîne. Mejiyê wan dawiya dawî bi rengê şerî, cîhadîst dixebite û hewl didin welêt jî bi vî rengî dîzayn bikin. Lewma ji yên li hemberî xwe dixwazin ku li gorî vê tevbigerin yan jî hewl didin zorê bidin wan. Ji ber vê jî otorîteya ku Trump dixwaze dibe ku qet pêk neyê.”
YA KU DYE DIXWAZE AVA BIKE Û RASTIYA HTŞ’Ê LI HEV NAYÊ
Rojnamevan Aykan Sever işaret bi Peymana 10’ê Adarê kir ku HTŞ heta niha xwe nade ber bicihanîna wê û got, “Beriya niha bi zora Emerîkayê Peymana 10’ê Adarê hate îmzekirin, lê belê tê dîtin ku dilê Şamê nîne ku bi cih bîne. Ji ber ku welê difikirin ku mutabaqat wê gelek tiştan ji wan bistîne. Piştî êrişa Palmîrayê QSD’ê pozîsyoneke hîn vekirî nîşan da. Bi kurtasî ev peyam dan: Ya yekemîn bi bîra EmerÎkayê xistin ku hevalbendekî cihê baweriyê ye û li hemberî vê yekê jî di çapemeniya Emerîkayê de nirxandinên ku pozîsyona HTŞ’ê dike mijara lêpirsînê hatin kirin. Ya duyemîn jî gotin, li dijî DAÎŞ’ê dikarin li tevahiya Sûriyeyê têbikoşin. Bêguman ev pêngavek bû ku ji bo xurtkirina siyaseta xwe kirin. Lê belê li gel vê yekê daxuyaniyên ji rêveberiya Emerîkayê hatin nîşan didin ku razemeniya li ser HTŞ’ê tê kirin wê dewam bike û bendewarî jî hîn li ser bingeha HTŞ’ê ye. Hema bibêje hemû hêzên ku min destpêkê qalê kir, di nava nêzîkatiyeke welê de ne ku HTŞ ji xwe re dikin esas.
Di vir de Îsraîl xwedî pozîsyoneke cuda ye. Îsraîl xwedî hin xetên sor in. Eger em bala xwe bidin ser daxwazên Îsraîlê: Ya yekemîn naxwaze ku Colanî bibe pêlîstoka Tirkiyeyê. Naxwaze ku Tirkiye li ser sînor bi cih bibe, yan jî nêzî wan deveran bibe ku ew kontrol dike. Ya duyemîn, dixwaze Durziyan weke hêzeke tampon bi kar bîne; ji ber vê yekê jî naxwaze dest ji Durziyan re bê nîşandan, dixwaze di pozîsyoneke taybet de bimînin. Ya sêyemîn, naxwaze li Sûriyeyê rêveberiyeke şerî ava bibe; vê yekê li hemberî ewlekariya xwe bi rîsk dibîne. Di xwepêşandanên dawî de li dijî Îsraîlê dirûşm hatin avêtin ku ev yek rewşek berevajî bendewariyan bû. Halbûkî dema bihurî dema ku lîderên Hîzbûllahê hatin kuştin, alîgirên HTŞ’ê pîrozbahî kiribûn. Niha rewş hinekî guherî ye. Ev jî normal e, ji ber ku HTŞ ji xwe xwedî avaniyeke parçebûyî ye, rabirdûya hemûyan pêwwendiya xwe bi îdeolojiya DAÎŞ’ê re heye.
Ya herî girîng jî, rêbaza siyaseta welatên Rojavayî nekarî ji aliyê îdeolojîk ve DAÎŞ’ê têk bibe û xuya ye xwedî potansiyeleke bi vî rengî nîne. Ji ber ku têkildarî sedemên rabûna DAÎŞ’ê û mercên wê yên civakî polîtîkayê bimeşînin; tenê nêzîkatiyeke seranser nîşan didin ku dixwazin kontrol bikin. Ev jî DAÎŞ’ê naqedîne. Di bin navê têkoşîna li dijî terorê de tedbîrên leşkerî bêne wergirtin jî heta zemîna wê ya civakî û îdeolojîk hebe, bi van rêbazan naqede. Ev yek li cîhanê gelek caran hate dîtin.”
GEFA QIRKIRINÊ YA TIRKIYEYÊ HÎN JI HOLÊ RANEBÛYE
Aykan Sever destnîşan kir ku gefên Tirkiyeyê yên li ser Rojava rîskên herêmî zêde kirine û got, “Tom Barrack piştî Netanyahu bi Hakan Fîdan re jî hevdîtin kir. Lêgerînek heye ku navbera Îsraîl û Tirkiyeyê nerm bike; vê hewldanê bi vî rengî pênase dikin. Lê belê bi taybetî meseleya Fîlîstîn-Xexe û îhtimala Tirkiyeyê ya şandina leşkeran ji bo Xezeyê ev pêvajo xitimand. Ne tenê li wir lê bi şênberî herî zêde li wir xitimî. Li Dohayê civînek hebû; li gel ku gelek welat tevlî bûn bang li Tirkiyeyê nehate kirin. Aliyê Tirk bi gotina ‘xem nîne’ hewl dide mijarê derbas bike, lê belê eşkere ye ku Îsraîl Tirkiyeyê naxwaze. Her wiha Îsraîl bi fikar e ku eger leşkerên Tirkiyeyê bikevin Xezeyê wê dernekevin.
Bi giştî heta ku di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de ahengî nebe, li Sûriyeyê jî wê di pozîsyonên dijberê hev de bin. Niha jî bi vî rengî ye. Tirkiye ji ber pêvajoya di nav de ye timî gefê li Rojava dixwe. Ji aliyê delweta Tirk ve yek ji çavkaniyên bingehîn ên motîvasyona ku ev pêvajo da destpêkirin astengkirina statuya Kurdan a li Rojava -li Sûriyeyê- ye, bêçekkirina wan e, ferzkirina teslîmiyetê ye.
Mixabin di vir de rîskeke cidî heye. Mirovên li Rojava xwedî rêxistiniyeke berxwedanê, hebûna siyasî û leşkerî ye; lê belê hîn jî gefa qirkirinê ya Tİrkiyeyê bi dawî nebûye. Atmosfereke gefxwarinê heye ku neyekser jî be timî tê hîskirin. Hem pêvajoya navxweyî ya Tirkiyeyê hem jî pozîsyona dewleta Tirk a li Rojhilata navîn xwedî van rîskên neyînî ye.
Ji ber vê jî rewşeke welê ye ku divê bi rastî jî mirov baldar bin. Me li Fîlîstînê dît ku hêzên navneteweyî bi çi rengî nehevgirtî tevdigerin.”
Rojnamevan Aykan Sever destnîşan kir ku ya girîng avakirina pergaleke demokratîk e ku gel bi hev re karibin bijîn û got, “Em neçar in ku ji bo vê yekê li rêyên siyasî û fikrî bigerin. Li Tirkiyeyê civak ji ber ku di nava pirsgirêkên xwe de ye nikare bi têrkerî li ser bûyerên li Sûriyeyê kûr bibe, lê belê eger em bi pirsgirêkên li Sûriyeyê re eleqedar nebin ew pirsgirêk wê bê bi me re eleqedar bibe. Ji bo li Tirkiyeyê atmosfereke aştî û demokrasiyê serwer bibe, çi ji destê me tê divê em bikin. Bi xwespartina li zimanekî serwerî nijadperestiyê pêşketin nabe; mixabin zemînên bi vî rengî hene lê ev çareseriyê bi xwe re nînin.”

