În, 2 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Destûr nehate dayîn ku girtiyê 30 salan Altig tevlî taziyeya bavê xwe bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Werîşe Muradî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir
Jin

Werîşe Muradî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir

Endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî ku zêdeyî 14 meh in li Îranê girtî ye, diyar kir ku li dijî zext û darvekirinê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Endama KJAR’ê Werîşe Muradî di 1’ê Îlona 2023’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate girtin, di nava du hefteyên binçavkirinê de êşkenceyek li dijî mirovahiyê lê hate kirin û hate girtin.

Werîşe Muradî ku bi serhildanê tê sûcdarkirin lê belê ti mijareke ji bo darizandinê têkildarî wê nîne, zêdeyî 14 meh in li Tehranê li Girtîgeha Evînê di koxûşa jinan de tê ragirtin.

Werîşe Muradî nameyek şand û diyar kir ku li hemberî zext û darvekirinê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Girtiya jin a Kurd bi bîr xist ku darvekirina jinan ji sedî 35 zêde bûye û ji destpêka salê û vir ve li girtîgehên cuda yên Îranê herî kêm 531 kes hatin darvekirin.

Werîşe Muradî got, “Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê nehêlin ku girtiyên wêrek di navbera şer û qadên bêencammayî de winda bibin.”

Nameya Werîşe Muradî bi vî rengî ye:

“Li her derê Rojhilata Navîn agirê şer belav bûye; bi dehan salan e her carê cihekî van axên qedîm bi agirê şer dişewite. Li ser navê avakirina pergaleke nû ev yek tên kirin lê wisa bûye ku civak nikarin bêhnê bigrin û her carê aliyekî xweş ê jiyana mirovan bi xwe re dişewitîne ev şer. Polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîzma kûrewî, ji bo li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe qewîm bike, bi hêzên paşverû yên birçiyên desthilatdariyê re, li herêmê bûye yek, vî şerî ji her demê zêdetir bi eşkereyî li ber çavên cîhanê dike û didomîne. Rojava hewl dide reng û rûyê Rojhilata Navîn biguherîne û vê yekê ne bi riya aştiyê, bi riya şer dike. Her çiqas polîtîkayên ku ji bo tunekirina dîrok û çandî tên meşandin têk çûbin jî; bi armanca homojenkirina herêmê pêkanînên xwe didomîne. Li aliyê din, hikumetên muhafezekar ên li herêmê jî propagandaya netewperestî û olî zêde dikin û agirê şer gurtir dikin. Van şeran gelek rewşan derxistin holê û şîdeta êrişan, bi xwe re xetera bilindbûna faşîzmê ya li herêmî jî tîne.

Pir zelal tê dîtin ku dê ev şer bidome û beşek mezin a herêmê jê zirarê bibîne. Di nava vê pevçûn û têkoşînî de Komara Îslamî ya Îranê bi salan e piştî hewldana avakirina Hîlala Şiî, niha behsa yekitiya  NATO’ya Ereb û umeta Îslamê dike. Trafîka dawî ya dîplomatîk, nîşaneyek ji vê planê ye. Van nakokî û reqabetan dê ji derveyî dîmenên rûxandina Rojhilata Navîn xizmetê ji tu armancê re nekin. Gel û jinên ku ji hikumetên totalîter ên li herêmê herî zêde zirarê dîtine, niha bi xeterên nû yên ku van şeran bi xwe re anîne re rûbirû ne.

Bi kurtasî her çendî kapîtalîzma kûrewî bixwaze netewe dewletên li herêmê biçûk bike û bixe bin kontrola xwe jî; nayê wê wateyê ku piştgiriyê dide gelan, bi taybetî jî jinan. Di reqabeta li herêmê ya ji bo hêzê de, civak û bi taybetî jî jin û zarok dibin hedef; an sînorên wan tên binpêkirin, an neçar dimînin warê xwe biterikînin an jî zor lê wan tê kirin ku ji şerxwezan re xizmetê bikin. Di vê pêvajoyê de mijareke girîng a ku divê mirov li ser raweste jî zêdebûna mijarên navxweyî û pirsgirêkan û di heman demê de zexta li ser azadîxwazan e. Bi gotineke din, ev herdu mijar bi hev ve girêdayî ne. Îran jî ji derveyê vê hevkêşiya bêyom a li herêmê nîn e. Dijberî wê Îran hê jî riya salên 1980’yan didomîne û bi şerên li derveyî sînoran re, qetliamên li ser girtîgehan û kesên ji bo azadiyê têdikoşin zêde dike. Ya girîng niha ye. Divê em di vê pêvajoya ku mercên salên 1980’yan tînin bîra me de, destûr nedin ku dîrok xwe dubare bike.

Di salên dawî de Komara Îsamî ya Îranê, îdia kir ku di nava welatên cîran de ew “Girava aramiyê” ye û dê ji tofan û xeterên li Rojhilata Navîn bi bandor nebe lê me dît ku di vê pêvajoyê de polîtîkayên wî yên hundir û derve çawa bi ser neketin. Ger di nava xwe de di vê dema ku desthilatdariya totalîter tengav bûye de; zextên xwe kêm neke û guh nede daxwazan dê ber bi bahozek ve biçe. Bi taybetî jî di vê dema ku mercên aborî, siyasî, civakî û derûnî zehmet bûne de, her roja diçe rewşa mafên mirovan xirabtir dibe. Ji serê vê salê ve heta niha 531 kes hatin darvekirin. Sala par 811 kes hatibûn darvekirin û rêjeya darvekirina jinan li gorî sala par ji sedî 35 zêde bûye. Van daneyan, nîşan didin ku planeke hikumetê ya ji bo başkirina rewşa civakê tune ye, dijberî wê bi tunekirina “kesên din” ên wî bi xwe afirandine, civakê ber bi têkçûnê ve dibe. Ev pir zelal be jî; divê vê rastiya bi êş, her dem bi bîra raya giştî ya cîhanê were xistin. Hinek ji vê têkoşîna ku li dijî vê rewşê didome û berxwedana li dijî zulma desthilatdariyê, para me girtiyan jî dikeve.

Ez; weke keseke ku ji bo başkirina rewşa civakê û zêdekirina wateya jiyanê, ketime riya têkoşînê; ji bo derd û êşên jin û hemû kes dikşînin têkoşiyam. Biryarên min girtine û çalakiyên ku min li dar xistine, ji bo sekna li dijî ve zulma ku li azadîxwazan tê kirin e, ne ji bo daxwazên min ên şexsî ne. Min di rojeke ku li dijî darvekirinê weke Roja Cîhanê hatiye diyarkirin de biryara greva birçîbûne da, ev yek ji bo xizmeta vê armancê ye. Ger hûn qetliamên ku ji ber şeran çêdibin dibînin û dibêjin “Ji şer re na” divê hûn înfaz û darvekirinên ku her roj di bin navê rûpoşa îslama siyasî de tên kirin jî bibînin. Destûr nedin, şerên ji derveyî sînoran, siya xwe bidin ser pirsgirêkên navxweyî yên civakê. Hewldana min a ji bo greva birçîbûnê ji bo vê armancê ye. Bihayê wê çi dibe bila bibe, em ê destûr nedin dengê bi cesaret ê berxwedêrên li zindanan, di nava şeran û macerayên bê encam de winda bibin. Bi vê armancê, ji bo ku kampanyayên li dijî darvekirinê yên li cîhanê tên meşandin, kom, sazî û organîzasyonên navneteweyî yên bi armanca rawestandina darvekirinan didomin, werin dîtin û deng vedin; ez îlan dikim ku ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nîkaragua têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re qut dike
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser a Şengalê Zelal Efrîn bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Banû Guven: Şandina heyetê ji bo Îmraliyê xaleke werçerxê ye

Banû Guven anî ziman ku çûyîna heyetê ya ji bo Îmraliyê "werçerxeke dîrokî" ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Di sê rojan de li heft bajaran 8 jin hatin kuştin

Di nava sê rojên dawî de li Amed, Îzmîr û Edene jî di nav de…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê li dijî hewldanên kişandina herêmê ber bi rageşiyê re hişyarî da

QSDˊê têkildarî parvekirina agahiyên şaş ji hêla ˋWezareta Parastinêˊ ya hikumeta demkî ve û kişandina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Destûr nehate dayîn ku girtiyê 30 salan Altig tevlî taziyeya bavê xwe bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Cezayîrê çarçoveya cezayê darvekirinê hat berfirehkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?