Yekşem, 1 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nasnameya 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamile Kandal: Bêyî ku deriyên sînor vebin krîza mirovî nayê derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Hindistanî bang li piştgiriya Şoreşa Jinê ya Rojava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Canan Demir: Li Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heger deriyê sînorê Mûrşîtpinar venebe, ji mirinên ku bên jiyîn, Tirkiye berpirsiyar e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên ji bo Rojava dewam dikin: Bila deriyên sînor werin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hejmara 251’an a rojnameya Newaya Jin hat weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdistaniyên li Osloyê piştgirî dan serhildana li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bi ser malan de hate girtin: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer gihişte Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Ewropî ku ji bo piştevaniya Rojava çûn bakurê Kurdistanê, hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa VIM çû serdana Kongra Star

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê ya Ereb: Me Kurd û Ereban timî bi hev re jiyan kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Jinan a Rojhilat: Bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Werîşe Mûradî: Tekane rê vegera ser hêza gel e
Jin

Werîşe Mûradî: Tekane rê vegera ser hêza gel e

Werîşe Mûradî di nameya ji girtîgehê şand de got, "Tekane rê, vegera bo hêza bingehîn a gel e; di zimanên qedexekirî de, xwepêşandanên kolanan, torên hevgirtinê, hunera berxwedanê û bîranîna têkoşînên jibîrkirî de.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, nameyek ji Girtîgeha Karçakê weşand. Ev name, li ser rûpela Instagramê ya bi navê “Kampanya ji bo Azadiya Werîşe Muradî” hat parvekirin. Werîşe Mûradî balê dikişîne ser nakokiya di navbera Îran û Îsraîlê de, rola dewletên neteweyî di bindestkirina gelan de û pêwîstiya ji nû ve avakirina siyasî ya bingehîn.

Werîşe Mûradî di nameya xwe de balkişand ser agirê şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de ku bi awayek demkî vemiriye û diyar kir ku qatên kûrtir ên vê pevçûnê zelalîtir tên dîtin. Werîşe Mûradî anî ziman ku ev şer dibe ku bi awayekî eşkere bi dawî hatibe, lê di rastiyê de ew berdewamiya pevçûnek xirab û avahîsazî ye, pevçûna du projeyên îdeolojîk ên li ser pêşeroja Rojhilata Navîn e.

Werîşe Mûradî di berdewama nameyê de got ku li gorî medyaya fermî, şerê Îran-Îsraîlê wekî pevçûnek li ser sînorên jeopolîtîk, dosyayên nukleerî û bandora herêmî xuya dike û wiha pê de çû: “Lê di astek kûrtir de, ev nakokî pevçûna du projeyên îdeolojîk nîşan dide ku dixwazin teşe bidin pêşeroja Rojhilata Navîn; projeyên ku civakê ji siyasetê derdixin û îradeya gel dîl digirin. Îsraîl ne tenê dewleteke neteweyî ye; berhema projeyek jeopolîtîk e ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji nû ve hatiye sêwirandin. Armanca vê projeyê avakirina bingehek emperyalîst a mayînde li dilê Rojhilata Navîn bû, bi piştgiriya kapîtalîzma Rojavayî, bi taybetî DYE û Brîtanyayê. Wekî ku di analîzên şaristanî de hatiye diyarkirin, avakirina dewleta Îsraîlê ne bersivek bû ji bo êşa Cihûyan, lê belê avakirina dewletek bû ku erkê wê îstismarkirina wê êşê bû. Ev avahiya ku tê de sermaye, mîlîtarîzm û ol bi hev ve girêdayî ne, bûye amûrek ji bo tepeserkirina serhildanên serbixwe li herêmê.”

Werîşe Mûradî anî ziman ku ji perspektîfeke rexnegir ve, vê strukturê ji destpêkê ve Îsraîlê li dijî têgehên jiyana hevbeş, beşdariya civakî û pirçandîbûnê daniye û wiha got: “Ev ne projeyek ji nû ve avakirinê bû, projeyek li ser bingeha paqijiya etnîkî, dagirkirin û berfirehkirina kontrolê bû. Ji ber vê yekê, pirsgirêka Îsraîlê ne tenê bi Filistînê ve sînordar e; Ew qeyraneke gerdûnî ya mantiqa netew-dewleta modern e.”

Werîşe Muradî da zanîn ku ji aliyekî din ve, Komara Îslamî ya  Îranê ku xwe wekî “eniya berxwedanê” pênase dike, projeyek cûda dişopîne – lê projeyek ku bi bingehîn bi mantiqa serweriyê re nakok nebe. Nameya Werîşe wiha berdewam kir: “Ev rejîma ku îdia dike li dijî emperyalîzmê ye, li ser zordariya sîstematîk, dijminatiya sazûmanî, û tepeserkirina gelan, zimanan, baweriyan û şêwazên jiyanê hatiye avakirin. Makîneya darvekirinê ya Komara Îslamî ya Îranê ji salên 1980’yî vir ve bi hezaran kesan dikuje – dijberên siyasî, xwepêşanderên kolanan, parêzvanên mafên karkeran, jin, kêmneteweyên olî û etnîkî; Wî Kurd, Belûç, Ereb, Behayî, Elewî û Sunnî qurban kirine. Ev mirov ne tenê ji mafên xwe yên sivîl, di heman demê de ji hebûna xwe ya siyasî û çandî jî bêpar man.”

Werîşe destnîşan kir ku Îranê bi rêya karanîna gotara “berxwedanê” şêweyekî serdestiya îdeolojîk ava kiriye û wiha pê de çû: “Ev serdestî hem xizmeta domandina dewleta neteweyî dike û hem jî civakê di pêşbaziya xwe ya bi Rojava re vediguherîne amûrek meşrûiyetê û wê ji mijara siyasetê dûr dixe. Ji perspektîfeke şaristanî, ango ji nêzîkatiyeke ku ji hevrêziyên dewletan wêdetir diçe, hem Îsraîl û hem jî Komara Îslamî ya Îranê beşek ji krîzeke mezintir in: krîzeke ku ji serdestiya mantiqa dewleta neteweyî, tepeserkirina cudahiyan û hilweşandina îradeya gel derdikeve holê.”

Werîşe Muradî analîzen Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê mijarê de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di analîzên xwe yên şaristanî de gelek caran tekez kiriye: Tekane alternatîfa rastîn a li dijî pergala cîhanî ya kapîtalîst û otorîterîzma navxweyî projeya “neteweya demokratîk” e. Ev milet; ne bi sînorên erdnîgarî, zimanekî yekane an olekî fermî, bi girêdana dilxwazî ya mirovan, qebûlkirina cudahîyan û beşdariya rasterast a siyasî tê teşekirin. Di çarçoveya vê analîzê de, rêya rizgariyê li Rojhilata Navîn ne girêdayî artêşan, destwerdanên derve, an hebûna dewletên zordar e. Tekane rê, vegera bo hêza bingehîn a gel e; ew hêza ku ji aliyê dewletan ve hatiye tepeserkirin lê hîn jî dijî: di zimanên qedexekirî de, xwepêşandanên kolanan, torên hevgirtinê, hunera berxwedanê û bîranîna têkoşînên jibîrkirî de.”

Werîşe Muradî di dawiya nameya xwe de bang li gelên Îranê kir û wiha got: “Divê gelê Îranê, bi hemû cihêrengiya xwe, niha li şûna hêviya rizgariyê ji jor ve, li ser ji nû ve avakirina siyaseta ji jêr ve bifikire. Li hember rejîmek ku bi mirin û bêpariyê hikum dike û rêkûpêkek cîhanî ya ku bi çek û pereyan hatiye avakirin, tekane çareserî afirandina xeta sêyemîn e: neteweyek demokratîk, xwerêxistinkirin, civak û siyasetek ku ji jiyanê radibe. Ev rê ne hêsan e, lê gengaz e. Û ya herî girîng: ew tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirovan re bike yek.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zozan bi rêk û pêk têne qedexekirin
Nûçeya Pişt re Li Hesekê merasîma ji bo du şehîdan: Gelê ku şehîd daye, têk naçe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrîşî gundê Safa yê Çilaxayê kirin

Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê bi dronê êrîşî gundê Safa yê Çilaxayê kirin. Di encama êrîşê de ziyanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Mor Çati: Jinên koçber ên li Tirkiyeyê di nava rîskê de ne

Mor Çati raporek bi sernavê 'Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan û jin ên koçber'…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Jiyan bi têkoşîna rêxistinbûyî û berxwedanê dibe

KJK: Ji bilî mezinkirina berxwedan û têkoşînê, ji bilî têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê rojeveke me ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Tulay Hatîmogûllari li civîna SYKP’ê axivî: Divê em piştevaniyê xurt bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hejmara 251’an a rojnameya Newaya Jin hat weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nasnameya 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?