Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç piştî hevdîtina bi endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol re, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da.
Tûnç diyar kir ku di hevdîtinê de wan pêvajo bi berfirehî nirxandine û anî ziman ku pêvajo bi lîderiya Serokkomar Tayyîp Erdogan û koordînasyona saziyên pêwendîdar ên dewletê tê meşandin. Hate ragihandin ku di hevdîtinê de gavên di çarçoveya nexşerêya Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî de bêne avêtin, hatin nirxandin.
Wezîrê Edaletê Tûnç diyar kir ku daxwaza wan a hevpar ew e ku zarok, ciwan, milet bigihêje paşerojeke aram û ewle.

