Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Wezîrên hikumeta nû ya Sûriyeyê û planên piştperdeyê
Rojava

Wezîrên hikumeta nû ya Sûriyeyê û planên piştperdeyê

Li Sûriyeyê kabîneya nû hate eşkerekirin. Tê payin ku krîza navxweyî ya Sûriyeyê hîn giran bibe. Ji ber ku di nava wezaret û hikumetê de cihêrengiyên civakî nîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Hewldana bi navê ‘Operasyona Têkbirina Êrîşkariyê’ ku 27’ê Mijdara 2024’an ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam a bi serkêşiya Colanî li Idlibê destpê kir, bi radestkirina Şamê ya ji bo Colanî bi dawî bû. Piştre jî rayedarê ku Şam kontrol kir daxuyanî da û diyar kir ku wê yekîtî û yekparebûna Sûriyeyê biparêzin, cihêrengiyên olî, etnîkî û çandî, maf û azadiya wan misoger bikin. Li ser vê bingehê beşek ji rayedarên hikumeta rejîma Baasê ya berê bi rengekî demkî ji bo meşandina karên îdarî yên dewletê hatin wezîfedarkirin.

Piştre jî di 29’ê Çileyê de ‘Konferansa Serketinê’ ku hate îdîakirin wê hemû pêkhateyên Sûriyeyê vehewîne û li dû wê jî di 24-25’ê Sibatê de ‘Konferansa Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê’ hatin lidarxistin. Lê belê di van konferansan de pêkhateyên çandî, olî û etnîkî yên Sûriyeyê nehatin temsîlkirin. Di encama van konferansan de jî Colanî xwe weke Serokkomarê Sûriyeyê ragihand û di asta herî bilind de xwe erkdar kir.

Li gel vê yekê di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şara de peymaneke ji 8 xalan hate îmzekirin ku dikare ji destûra bingehîn a Sûriyeyê ya nû re bibe bingeh. Lê belê di 13’ê Adarê de jî pêşnûmeyeke destûra bingehînî hate ragihandin ku ev metna lihevkirinê pûç kir. Pêkhateyên etnîkî, çandî û olî yên ku tevlî pêvajoya avakirina pêşnûmeya destûra bingehîn û rêveberiya nû ya Sûriyeyê nehatin kirin, li ber vê yekê rabûn û diyar kirin ku ev pêşnûme ji bo wan derbasdar nîne.

Herî dawî êvara 29’ê Adarê kabîneya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ya ji 23 kesan a ser bi Serokkomar Ehmed El Şara hate ragihandin. Lê belê di pêvajoya diyarkirina endamên vê hikumetê de nêrîna pêkhateyên rêxistinbûyî yên li Sûriyeyê nehate wergirtin û diyalog nehatekirin. Ji xwe di nava hikumeta demkî de nehatin temsîlkirin. Di asta şexsan de nasnameya çandî, olî û etnîkî çi dibe bila bibe ti ji beşdarên kabîneya nû cihêrengiyên li Sûriyeyê temsîl nakin. Ji ber vê yekê jî cihêrengî û pêkhateyên cuda yên civaka demokratîk a li Sûriyeyê careke din destnîşan kirin ku ti ji biryarên hikumeta demkî wê ji bo wan derbasdar nebe.

Kabîneya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê bi vî rengî ye:

Ji Şamê 5 wezîr, ji Idlibê 4 wezîr, ji Helebê 3 wezîr, ji Dêrazorê 3 wezîr, ji Hamayê 2 wezîr di nava kabîneyê de hene. Ji Hûms, Lazqiye, Suweyda, Kûneytra, Hesekê û bejahiya Şamê jî her yek wezîrek hene. Ji Tartûs, Reqa û Derayê ti wezîr nîne.

Di kabîneya hikumeta Ehmed El Şara de Heyet Tehrîr El Şam xwedî 9 wezîran e ku Wezareta Karên Derve, Parastin, Karên Hundir, Edalet, Maliye û Enerjî ku 5 wezaretên stratejîk e, jê re hatine dayin. Biratiya Misilman xwedî 4 wezîran e. Ji deknokratên Ereb 6 wezîr (Yek ji wan wezareta stratejîk e), 3 wezîr bi rejîma Baasê re xebitî bûn, 3 jî bi rengekî serbixwe cih digirin. Her wiha ji Xiristiyan, Kurd, Durzî, Elewiyan 4 wezîr hene. 3 ji wan bi rejîma Baasê re xebitîbûn.

Wezîrê Karên Derve Esad Hasan Şeybanî: Erebê Sunî, ji Hesekê ye, di sala 1987’an de ji dayik bû. Ev kesê xwedî mejiyê Îslamî-Selefî yek ji damezrînerên Heyet Tehrîr El Şam û El Nûsra ye, her wiha bi navê Zeyd el Attar, Ebû Ayşe û Husam eş Şafîî jî tê naskirin. Di navbera salên 2022-2024’an de li Tirkiyeyê li Zanîngeha Sabahattîn Zaîm li Qada Zanista Siyasetê û Têkiliyên Derve lîsansa bilind kir.

Wezîrê Parastinê Mûrhaf Ebû Kasra: Erebê Sûnî ye, ji Hamayê ye, di sala 1983’an de ji dayik bû. Ev kesê ku mejiyê wî Îslamî-Selefî ye, fermandarê baskê leşkerî yê Heyet Tehrîr El Şam bû. Destpêka sala 2011’an tevlî muxalefeta çekdarî bû û di sala 2013’an de beşdarî nava Eniya El Nûsra bû. Di heman demê de di ‘Operasyona Têkbirina Êrîşkariyê’ de di asta erkdariyê de wezîfe kir. Bi Ebû’l Hasan El Hamavî û Ebû Hasan 600 dihate naskirin.

Wezîrê Karên Hundir Enes Hattab: Erebê Sûnî ye, li bejahiy Şamê di sala 1987’an de ji dyaik bû. Ev kesê xwedî mejiyê Îslamî-Selefî di sala 2008’an de weke endamekî El Qaîdeyê tevlî operasyonên li dijî DYE’yê bû. Di lîsteyên terorîst ên Neteweyên Yekbûyî û DYE’yê de ye. Wezîfeya wî ji ber ku anîna şervanan ji Iraqê ber bi Sûriyeyê bû, bi navê Ebû Ahmed Hûdûs jî dihate naskirin. Di lîderiya Colanî ya li nava Heyet Tehrîr El Şam de alîkarê destpêkê bû û ji dosya ewlekariyê ya rêxistinê berpirsyar bû.

Wezîrê Edaletê Mahzar el Veys: Erebê Sûnî ye, ji Dêrazorê ye, di sala 1980’î de ji dayik bû. Ev kesê xwedî mejiyê Îslamî-Selefî di sala 2008’an de hate girtin û li Girtîgeha Sednaya hate bicihkirin. Di sala 2013’an de hate berdan û beşdarî Eniya Nûsra bû, bû serkêşê heyeta şerî ya li herêma rojhilat (Idlib). Ji damezrandinê û pê ve di nava Heyet Tehrîr El Şam de yek ji lîderên wê bû.

Wezîrê Weqfan Mûhammed Ebû Hayir Şukrî: Erebê Sûnî ye, ji Şamê ye û sala 1961’ê ji dayik bû. Endamekî Rêxistina Biratiya Misilman e, meleyê Mizgefta Îmam Şafîî ya li Mazzehê ye. Endamê Desteya Giştî ya Koalîsyona Sûriyeyê ye. Her wiha endamê Konseya Îslamê ya Sûriyeyê ye ku li Stenbolê ava bû.

Wezîrê Enerjiyê Mûhammed Beşîr: Erebê Sûnî ye, ji Idlibê ye, di sala 1983’an de ji dayik bû. Ev kesê xwedî mejiyê Îslamî-Selefî Serokê Hikumeta Rizgariyê ya li Idlibê ya HTŞ’ê bû.

Wezîrê Hîndekariya Bilind Mervan Halebî. Erebekî Sûnî ye, ji Kûneytrayê ye, di sala 1984’an de ji dayik bû. Weke teknokrat bi rejîma Baasê re xebitî. Ji Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Şamê mezûn bû û li Fransayê doktora xwe kir.

Wezîra Karên Civakî û Xebatê Hind Kabavat: Erebek Xiristiyan e, ji Şamê ye, di sala 1974’an de ji dayik bû. Teknokratek xwedî welatîbûna Kanadayê ye.

Wezîrê Maliyeyê Mûhammed Yûsr Berniyye: Erebekî Sûnî ye, ji Şamê ye, di sala 1967’an de ji dayik bû. Weke teknokratekî bi rejîma Baasê re xebitî.

Wezîrê Aboriyê Nîdal Şaar: Erebekî Sûnî ye, ji Helebê ye û sala 1956’an ji dayik bû. Weke teknokratekî di destpêka şoreşa 2011’an de di dema rejîma Baasê de li gel Wezareta Bazirganî û Aboriyê û wezîfeyên navneteweyî şêwirmendî ji aboriyê re kir.

Wezîrê Enformasyonê Hamza Mûstafa: Erebekî Sûnî ye, ji Hamayê ye, di sala 1985’an de ji dayik bû. Endamekî Rêxistina Biratiya Misilman e. Wezîfeya Midûriyeta Giştî ya Televîzyona Sûriyeyê kir. Li Navenda Karên Polîtîk û Lêkolînên Ereb a Qeterê weke lêkolîner xebitî.

Wezîrê Tenduristiyê Mûsab Nezzal el Alî: Erebekî Sûnî ye, ji Dêrazorê ye, di sala 1985’an de ji dayik bû. Teknokrat, mezûnê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Hûmsê ye, li nexweşxaneyên cuda yên li Elmanyayê weke doktorê mejî kar kir.

Wezîrê Rêveberiyên Xwecihî Mûhmmed Anceranî: Erebê Sûnî ye, ji Helebê ye, di sala 1992’an de ji dayik bû. Di nava Heyet Tehrîr El Şam de bû û li nava Hikumeta Rizgariyê ya HTŞ’ê ya li Idlibê cih girt.

Wezîrê Rêveberiya Afetê û Rewşa Lezgîn Raîd Salîh: Erebekî Sûnî ye, ji Idlibê ye, di sala 1984’an de ji dayik bû. Endamê Rêxistina Biratiya Misilman e, her wiha weke endamekî Kumik Spî jî dihate naskirin.

Wezîrê Ragihandinê Abdusselam Heykel: Erebekî Sûnî ye, ji Şamê ye, di sala 1987’an de ji dayik bû. Teknokrat, li Londonê lîsansa bilind kir, li Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî weke karsazekî Sûriyeyî dima.

Wezîrê Çandiniyê Emced Bedr: Durzî ye, lê belê endamê Meclîsa Durziyan nîne. Ji Suweydayê ye û teknokrateke ku di sala 1969’an de ji dayik bû.

Wezîrê Perwerdeyê Mûhammed Abdulrahman Terko: Kurd e, ji Helebê ye, di sala 1979’an de ji dayik bû. Teknokrat e, bi rejîma Baasê re xebitî.

Wezîrê Avadanî û Îskanê Mûstafa Abdurazzak: Erebê Sûnî ye, ji Idlibê ye, di sala 1989’an de ji dayik bû. Bi Hikumeta Rizgarkirinê ya li Idlibê re xebitî.

Wezîrê Çandê Mûhammed Salih: Erebê Sûnî ye, ji Dêrazorê ye û di sala 1985’an de ji dayik bû. Endamê Rêxistina Biratiya Misilman e.

Wezîrê Spor û Ciwanan Mûhammed Samîh Hamîd: Erebê Sûnî ye, ji Idlibê ye, di sala 1976’an de ji dayik bû. Li Idlibê bi Hikumeta Rizgariyê re xebitî.

Wezîrê Tûrîzmê Mazen Salîhanî: Erebê Sûnî ye, ji Şamê ye, di sala 1979’an de ji dayik bû, teknokrat e.

Wezîrê Pêşvebirina Îdarî Mûhammed Sîkaf: Erebê Sûnî ye, ji Hûmsê ye, di sala 1990’î de ji dayik bû. Di nava Hikumeta Rizgarkirinê ya li Idlibê de di wezîfeyên cuda de xebitî.

Wezîrê Ragihandina Trafîkê Yarûb Bedîr: Elewî ye, ji Lazqiyeyê ye, di sala 1959’an de ji dayik bû. Weke teknokratekî bi rejîma Baasê re xebitî. Di dema rejîma Baasê de wezîfeya Wezareta Ragihandina Trafîkê kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîlê êrîş bir ser avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Xezeyê: Herî kêm 19 kes mirin
Nûçeya Pişt re Roja ewil a meşa Amarayê bi coş bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Silêmaniyê Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin

Li bajarokê Tasluce yê Silêmaniyê 7. Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin, zêdetirî 250 hezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

Di pêşangeha “Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê” ya ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pakistanê karesata musonê: Nêzî 350 kes mirin, 150 kes winda ne

Baranên muson ên ku bi rojane li bakurê Pakistanê bi xurtî dibarin, bûn sedema hilweşîneke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Jinên ciwan bertek nîşanî êrîşa li Şêxmeqsûdê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star texrîbkirina pekrewangeha Şêxmeqsûd şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Herêma Cizîrê êrîşa li dijî pakrewangehan şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Zehra li Hesekê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?