Li dijî êrişên dagirkeriyê yên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li bajarê Duhokê xwepêşandaneke girseyî hate kirin.
Di xwepêşandanê de dirûşma ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’ hate bilindkirin. Di xwepêşandanê de piştevaniya bi gel û şervanên li Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re hatin diyarkirin.
Xwepêşandan ji Parka Newroz heta navenda bajar dewam kir. Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi berxwedana gelê Rojava û şermezarkirina hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hatin qîrkirin.
Her wiha di çalakiyê de bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku êrişên li ser taxên Kurdan bidin sekinandin.
Hêjayî bibîr xistinê ye li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê welatî bi armanca piştevaniya bi xelkê Rojava re daketin qadan û êrişên li ser Kurdan şermezar kirin.

