Bi beşdariya rêxistin, partî, berpirs û welatiyan li bajarê Helebceyê ji bo piştevaniya berxwedana taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê û şermezarkirina êrişên çeteyên ser bi hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk ên li ser Kurdan, li nav bazara mezin a bajar heta ber Ofîsa Serokatiya Şaredariya bajar meşek girseyî hate lidarxistin.
Piştî girse gihişt ber derê ofîsa serokatiya şaredariya bajêr, daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Ebdulrehman Ehmed ve hatî xwendin de wiha hate gotin; “Ji ber bêdengiyê, îro em ji bo Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê bi fikarin. Mixabin li ber çavê cîhan, herêm û rêxistinên mafê mirovan, îro sucek mezin yê şer tê kirin. Êriş û bêrêziya hemberî şervanan, nîşanên bêrêziya hemberî neteweya mene. Ev dîmenên derketine holê, hestên mirovî, olî û netewî hejandin.
Em bang li hemû aliyên siyasî dikin ku xizmeta doza rewa ya gelê me bikin, ji xeletiyên xwe sud wergirin û ji bo pêşerojek geş ya neteweya me kar bikin. Em wek hemû xelkê Helebceyê destdirêjiya hikumeta Şamê şermezar dikin. Ji birîndaran re şîfayê dixwazîn. Em bang li serkirdeyên siyasî yên Kurd dikin ku rewşa herêmê bişopînin, dest bidin destê hev û bizanin ku dîrok kesê efû nake.”

