Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên HTŞ-DAÎŞˊê ev zêdeyî hefteyekê ye çekên giran weke tang, dron û topan li dijî bajarê Kobanê bi kar tînin.
Ev êriş û dorpêça dijwar a li dijî bajarê Kobanê ji her alî ve, bûn sedema zehmetiyên dabînkirina pêdiviyên jiyanê.
Lê tevî her tiştî, xelkê Kobanê xwedî li banga seferberiya giştî derkert cihên xwe li kêleka şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di parastina bajarê Kobanê de girtin.
Xelkê Kobanê her şev li Qada Jina Azad li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin.

