Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 178’an û di roja 910’an de didome.
Dewrgirtina çalakiyê li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 177’an daxuyanî ji aliyê çalakvana bi navê Nûda Nas ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin, dijmin dev ji êrîşên xwe bernade û wiha hate gotin, “Bi taybet jî dewleta Tirk li rêya tunekirina Kurdan digere. Di van rojan de jî li Rojavayê Kurdistanê êrişên hovane dibe ser Kurdan. Pêwîste em wek gelê Kurd xwedî li Rêber Apo derbikevin û ji pêvajoyê re bibin bersiv. Enceq bi vê şêwazê em dikarin di pêş rojê de di nava civakek azad û demokratîk de bijîn. Em careke din hemû şehîdêh berxwedana dîrokî ya taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd yên Helebê bi mînetdarî bibîr tînin.”
Daxuyanî diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

