Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Penaberên siyasî hatî pejirandin, zêdeyî 30 salin bi zilm û zordariya dewleta Tirk, PDK û niha jî bi ya Iraqê rû bi rû ne. Ji hemû mafên xwe yên rewa yên penabertiyê bê par mane. Îro jî meşekî girseyî ji bo bi destxistina van mafên xwe lidarxistin.
Meşê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber avahiya NY’yê dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî berxwedana Mexmûrê’ hatin berzkirin. Her wiha li ser pankartên ku hilgirtine bi zimanê Erebî daxawên xwe anîn ziman.
Piştî ku meş gihist ber avahiya Neteweyên Yekbûyî NY li wê derê daxuyaniyek ji aliyê Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan Sîpan Yaman ve hat xwendin.
Beriya ku daxuyanî were xwendin deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hat girtin û piştre daxuyanî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em Weke Penaberên li Wargeha Mexmur di sala 1994’an de ji ber polîtîkayên dewleta Tirk yên girtin, kuştin, koçberkirin, înkar û îmhaya li ser Netewa Kurd bi qasî 31 salin di penaberiyê de dijîn. Em mînaka herî zîndî û şênber ya van polîtîkayên qirêj in. Piştî 5 salan guhertina çend wargehan di nava sînorê Herêma Kurdistanê de, 27 sale em li Wargeha Mexmûrê ya girêdayî Musilê dijîn.
Di salên despêkê yên penaberiyê de, ji aliyê Konseya Bilind ya Netewên Yekbuyî ya li Iraqê ve weke Penaberên siyasî hatîn naskirin. Dewleta Iraqê jî li gorî zagona Penaberan ya sala 1971 jimara 51 bi fermî me weke penaberên siyasî nas kiriye. Lê ev zaganên ku ji bo mafê penaberiyê hatine nivîsandin, tu bendên wan ji bo me penaberên li Mexmûrê nayêne pêk anîn. Penaberek ji bo jiyana xwe ya rojane pêşwazî bike, pêwîstiya xwe bi çûyîn û hatinê heye. Du sale nasnameyên me dema wan temam bûye, rojane di çûyîn û hatinan de û li daîreyên fermî yên Hikûmetê û karên me nayên meşandin. Her penaberekî li cîhanê bê şert û merc xwedî mafê, xwendin, girtina xizmetên tendirustî û pêşwazî kirina pêwîstiyên jiyanî ye. Ji ber bê berpirsyartiya Netewên Yekbuyî û Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê, ev mafane yek jî ji bo me nayên pêkanîn. Ji ber van nêzîkatiyan bi sedan xwendevanên Zanîngeh dixwendin û amedekariya Xwendina Zanîngehê dikirin, ji xwendina xwe bûne.
Di wargehê de zêdetirî 1000 nexweşên kironîk hene, di nav de nexweşên giran de, kêm endam û temendar jî hene, evane li gel bê derfetiyan di çûyîn û hatina nexweşxaneyan de jî rastî astengiyan tên. Bi salane pêwîstiya gel ya sotemenî heye ku ji alyê Hikûmet û saziyên peywendîdar ve nayê pêşwazî kirin. Li rexa van hemû astengiyan, tevahî çûyîn û hatinên wargehê ji aliyê hikumetê ve weke mijarekî ewlekarî lê kiriye, ango rojane çûyîn hatin xistiye bi destur. Ev nêzîkatiyekî ne li gorî zagonên navnetewî ya ji bo mafê penaberane. Mafê her penaberekê ye bi awayekî azad jiyan bike, ji xizmetên perwerdehî, tendirustî û jiyanî sud werbigre. Ev mafên gerdunîne bi tu awayî nabe were astengkirin.
Weke civaka wargehê em bi gelên herêmê re di nav aşitî û aramiyê de jiyan dikin. Di heman demê de tu carî me xwe ji dewleta Iraqê re jî ne kiriye bar, di qonaxên herî zehmet yên gelê Iraqê û dewleta Iraqê nav de derbazbuye, me jî weke hemwelatiyên Iraqê xwe berpirsyar dîtiye û em bi erk û berpisyartiyên xwe rabune. Mînaka herî şênber, di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de me mil bi milê gel û hêzên Iraqê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn û berxwedanî kir û di vê rêyê de me hêjmarek şehîd û birîndar jî dan. Li gorî vê rastî û heqîqetê ya ku em li bendê bûn û me hêvî dikir ji Hikûmeta Iraqê, ne ev nêzîkatî û helwest bû. Bi taybet di pêvajoyekê de ku em bi banga Aşitî û Civaka Demokratîk re dimişîn ev nêzîkatî cihê xemgîniyê ye. Tê zanîn di navbera Rêber Apo dewleta Tirk de ji bo pirsgirêka Kurd ya 100 salan li Tirkiyê bi awayekî aşitiyane çarser bibe, hewldanek mezin heye. Ev hewldan di heman demê de ji bo Iraqê jî wateyekî xwe ya dîrokî heye. Em li bendêne Iraq piştgiriya vê hewldanê bike. Em bi vê kombuna xwe daxwaz ji Hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê û NY dikin demek ji demekê zutir tevî saziyên xwe yên eleqeder pirsgirêkên heyî bi piratîkî çareser bikin û astengiyên heyî werine rakirin. Ger ev daxwaz û mafên me yên rewa neyêne çarserkirin wê çalakiyên me yên demokratîk berdewam bikin.
Li gorî vê daxwazên me wiha ne:
1. Nasname di demek nêz de werine nûkirin.
2. Derfet ji bo xwendînê were avakirin û deriyên zaningehê ji xwendevanan re were vekirin.
3. Weke her penaberekî li Iraqê sotemeniya zivistanê were dayîn.
4. Astengiyên di çûyîn û hatina de û di ketina wargehê de were rakirin.
5. Rê were dayîn, bi navê wargehê şandeyek bi Wezareta Navxweyî re hevdîtin pêk were.”
Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.

