Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl û yên xizmetguzariyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ehmed Qati El Kerdûş li goristana şehîdan a bajêr oxir kir.
27’ê Gulanê kehrebeyê şervan Ehmed Qati girtibû û şehîd bûbû.
Li goristanê endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ewda El Hisên axivî û sersaxî da malbata şehîd. Her wiha El Ewda rola şehîdan di parastina destkeftiyên şoreşê û mezinkirina têkoşînê de silav kir.
Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Demhat Hesekê axivî û soz da ku têkoşînê li ser şopa şehîd Ehmed berdewam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin.
Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Hevalên şehîd, cenazeyê şehîd li goristanê veşart.