Piştî sê rojan ku civaka Êzidî rojî girtin, sibe roja Cejna Êzî ye ku ev yek ji cejnên herî sereke û kevnar ên civaka Êzidî ye.
Bi boneya cejnê, li tevahiya Şengalê bi coşeke mezin xelk seredana park û cihên giştî dike.
Îro ku êvara Cejna Êzî ye û sibe cejne, xelk vê rojê bi kêfxweşî pêşwazî dike. Yek ji navendên ku herî zêde qerebalixiyeke mezin lê heye û xelk bi germî pêşwaziya cejnê lê dike, bajarokê Xanesorê ye.
Di saetên êvarî ya roja dawî ya rojiyê de, bi hezaran xelkî berê xwe da Parka Şehîd Dijwar a li navenda Xanesorê. Ji bo ewlehiyê, hêzên Asayîşa Êzidîxanê şev û roj li ser erka xwe ne.
Ji ber qelebalixiya hatin û çûnê hêzên asayîşê ji bo hêzên erka polîstên trafîkê jî karasaniyê dikin.

