Sêşem, 8 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aydin: Ev çawa pêvajo ye ku di dema şîna me de diavêjin ser mala me û talan dikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêvajo bêyî azadiya Rêber Apo bi encam nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên MYK’ê yên DEM Partiyê diyar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana berdanê ya Saît Yildirim hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê spasiya beşdarên festîvalê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û saziyên sivîl serdana sersaxiya Memet Akkuş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê êriş bir ser kampa Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Mihabadê jinek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Xewn û xeyalên me wê nîvco nemînin, têkoşîna me ya edaletê wê dewam bike’
Rojane

‘Xewn û xeyalên me wê nîvco nemînin, têkoşîna me ya edaletê wê dewam bike’

33 ciwanên ku 20'ê Tîrmeha 2015'an li Navenda Çandê ya Amara ya li Pirsûsê di êrîşa DAÎŞ'ê de hatin qetilkirin, li cihê ku hatin kuştin bi banga 'Edalet ji bo Pirsûsê' hatin bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çalakiya bîranînê ji aliyê Platforma Edalet ji bo Pirsûsê ve hate lidarxistin û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran, Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat, Serokê Baroyê Abdullah Oncel, Dayikên Aştiyê û gelek aktîvîst tevlî bûn.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li bîranînê axivî û anî ziman ku kujer ne tenê DAÎŞ e, di heman demê de ew feraseta siyasî ye ku rê da DAÎŞ’ê û got, “DAÎŞ’ê berpirsyariya Komkujiya Pirsûsê li ber xwe girt, lê belê kê rê da? Kê heta dawiyê sînor lê vekir? Ji ber komkujiyê tenê kesek hate girtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ji bo edaleta rasteqîn divê temamiya kiryaran bêne darizandin.”

Hatîmogûllari ragihand ku bi Komkujiya Pirsûsê re êrîş li ser pira xwişk-biratiyê hate kirin ku wê di navbera Berxwedana Gezî û Rojava de bihata avakirin û got, “Xewn û xeyalên me wê nîvco nemînin, em ê têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê teqez bi serketinê tacrîdar bikin.”

Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku aştiya rasteqîn tenê bi rûbirûbûna bi rabirdûyê dibe û got, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan di rojeva tevahiya cîhanê de ye. Ji bo li parlamentê komîsyona rûbirûbûnê bê avakirin me gelek caran pêşnûme pêşkêş kir, lê belê hate redkirin. Heta ku rûbirûbûn bi rabirdûyê nebe, aştî nabe.”

Efe Çatalbaş ê ku bi birîndarî ji qetlîamê xilas bû, ev tişt got: “Êşa me jî wek hêrsa me nû ye. Me ji xûşk û biratiya gelan bawer kir û loma em li vir bûn. Em dîsa li vir in. Qetlîam jî çêbin, hefs û îşkence jî hebin em ê dîsa li vir bin.”

Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz, got: “Bila êdî aştî were. Em aştiyê dixwazin.”

Serokê Baroyê Abdullah Oncel, daxwaza darizandina rayadarên dewletê yên ku bûne sebebê qetlîamê û avakirina “Komîsyona Hevrûbûna bi Heqîqetê re” kir û wiha axivî: “Xeyalên zarokên Kobanê nîvco man. Ev 10 sal in me gelek hewldan kirin ji bo derketine heqîqê. Lê belê gaveke jî pêşveçûn tune. Di vê pêvajoyê banga me ya ji bo partiyên siyasî; bil abi heqîqetê re hevrûbûn çêbe.”

Endama MYK a SDGF’ê Senem Nûr Pektaşê, destnîşan kir ku ciwanên hatin qetilkirin ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re hatin vir û ev tişt got: “Ji gelek bajarên Tirkiyeyê û yên Kurdistanê em hatin vir. Amara ji bo me rawestgeh bû. Dewletê ji me 33 kes qetil kir û xwest peyamekî bide me. Xwestin peyamê bidin kesên ku bi Kurdan re dibin piştevan. Ev 10 sal in me peyam girt û em li vir in. Em têdikoşin. Me can da lê me dev ji têkoşîna xwe berneda.”

Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mercan Tîtîz, got: “Me duh salvegera 13’yemîn a Şoreşa Rojeva pîroz kir. Çawa ku Rojava û Kobanê têkneçûn dê têkoşîna me ya li vir jî têk neçe.”
 
Hevseroka ESP’ê Sezîn Ûçar, got: “Rexmê hemû tundî û zordestiyan em ji bo edaletê têdikoşin. Bila kiryarên Pirsûsê bên darizandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dûîsbûrgê çalakiya ‘Stranên ji bo Pirsûsê’
Nûçeya Pişt re Li Pênciwênê qadek ji 500 donimî şewitî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bang li Serokê Meclîsê kir ku ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Gokyildiz: Elewiyên li Sûriyeyê ketin nava pêvajoyeke berxwedanê ya bêçek lê rêxistinbûyî

Hasan Gokyildiz anî ziman ku li Sûriyeyê ewlehiya jiyana Elewiyan nemaye û got, Elewî ketine…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari bi kedkaran re civiya

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari di çarçoveya kampanyaya “Nas û Edalet” de, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Aydin: Ev çawa pêvajo ye ku di dema şîna me de diavêjin ser mala me û talan dikin?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Pêvajo bêyî azadiya Rêber Apo bi encam nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Nûnerên Nivîsgehên Rêveber ên Qamişlo û Serêkaniyê hatin diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?